AMED – Ji bo mîtînga Erdogan a li Amedê, polîsan bajar dorpêç kirin. Bendên kontrolê û astengî hatin zêde kirin. Helîkoptera polîsan jî bi rêk û pêk li ser bajêr digere.
Her wiha ji Riha, Sêwas, Aydin, Xarpêt, Çewlik, Mêrdîn, Êlih, Kîlîs û Meletiyê bi hezaran kes bir Amedê.
Piraniya van mirovan jî bi gef û şantajê hatin birin. Ji bo birina van alîgiran jî otobus, wesayitên taybet û tren hatin bikaranîn. Ji Êlih û Bismilê bi trenê alîgir hatin birin.
Çûn û hatin tenê li Erdogan û alîgirên wê vekirî ye. Şêniyên bajêr nerazîbûn nîşanî vê yekê dan. Di navbera alîgirên Erdogan û şêniyên bajêr de li hin deveran alozî derket.
Şagirtên li qursên Quranê yên Miftitiya Bajêr birin qada Stasyonê ku wê mîtîng lê bê li darxistin.