NAVENDA NÛÇEYAN – Jinên Tîrêjên Rojê daxuyaniyek weşand û diyar kir ku 22, 23 û 24’ê Cotmehê gelek çalakî li darxistine.
Li gorî daxuyaniyê, 22’ê Cotmehê li navçeya Karataş a Edeneyê li hemberî depoyeke ku 2 kesên hatin tespîtkirin bazirganiya fûhûş û narkotîkê dikirin, çalakî hate lidarxistin. Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku di çalakiyê de Mehmet Sûcû hate ceza kirin û narkotîka li depoyê jî hate şewitandin.
Di dewama daxuyaniyê de hate gotin, “23’ê Cotmehê li navçeya Hendekê ya Sakaryayê, yekîneyên me tespît kirin ku ‘karsazekî’ AKP’î fûhûşê dide kirin. Bi agahiyên şênber eşkere bû ku ev kesê AKP’î ji bajarên cuda û derveyî sînor jinan bi zorê tîne û fûhûşê dide kirin. Yekîneyên me ev kes şopandin û piştî ku avahiya fûhûşê lê dide kirin tespît kirin, li hemberî avahiya ji 3 qatî çalakî kirin. Avahî û 5 wesayitên luks ên vî şexsî şewitandin. Kesê AKP’î di çalalkiya yekîneyên me de bi giranî birîndar bû.
24’ê Cotmehê li Stenbol-Gungorenê li hemberî wesayita ku 2 bazirganên narkotîkê tê de bûn, saet di 03:00 de bi çekên ferdî bû hedefa yekîneyên me. Di vê çalakiyê de firoşkarê narkotîkê hate cezakirin ku narkotîk dixist taxên bi giranî ciwanên Kurd ên welatparêz lê ne.”
Di dawiya daxuyaniyê de hate ragihandin ku li dijî bazirganên fûhûş û narkotîkê wan dest bi pêngavekê kirine û kes û saziyên ku tespît bikin li ku derê vê yekê dike, wê bi çalakiyan tune bikin.