HAMBÛRG – Ciwanên TCŞ’ê yên Hambûrgê duh (25’ê Cotmehê) saet di 19:00 de li Sternschanze çalakiyek li darxistin û bal kişandin ser bi karanîna çekên kîmyawî ya dewleta Tirk a dagirker.
Di destpêka hefteya borî de 17 Gerîlayên Azadiya Kurdistanê, di encama êrîşên bi çekên kîmyawî ya dewleta Tirk a dagirker de şehîd bûn. Di 18’ê Cotmehê de NPG’ê bi daxuyaniyekê nasnameya 17 gerîlayan bi raya giştî re parve kir.
Ji destpêka êrîşên artêşa Tirk a dagirker ên li ser Garê û vir ve, li dijî gerîlayên ku bi berxwedana xwe ya bi biryar nahêlin leşkerên Tirk ên dagirker derbasî qadên berxwedanê bibin û kontrol bikin, çekên kîmyewî û bombeyên qedexe hatine bikaranîn.
Di raya giştî ya navneteweyî de sûcên bi fermana faşîzma AKP-MHP’ê li dijî gerîla hatin nixumandin, di mehên dawî de êrîşên bi çekên kîmyewî û bombeyên qedexekirî li dijî gerîla zêde bûn.
Duh aktîvîstên TCŞ’ê bi kincên parastinê yên spî çûn taxa Sternschanze ya Hambûrgê û ji bo bîranîna 17 gerîlayên ku şehîd bûne çalakiyek li darxistin.
Ciwanên Hambûrgê diyar kirin ku ew ê bi hemû hêza xwe çalakiyên xwe bidomînin û ev tişt gotin: “Li dijî van êrîşan xwe bi rêxistin bikin û bikevin nava liv û tevgerê. Werin Cenga Azadiyê”