MEXMÛR – Li Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) 8’emîn festîfala Çand û Hunerê ya Şehîd Bêrîtan (Gulnaz Karataş) ku 24’ê Cotmehê bi bi vekirina pêşangeha wêneyan û pêşandana xwarinên gelêrî hatibû destpêkirin, duh bi şahiyekî girseyî berdewam kir û piştî dawîbûna bernamaya festîfalê bi dawî bû.
Pîrozbahî li Navenda Çand û Huner a Mexmûrê pêkhat. Qada pîrozbahiyê bi wêneyên Rêberê Gelan Abdullah Ocalan, alên PKK, HPG û YJA Star’ê ve hatibû xemilandin. Pîrozbahî bi tevlîbûna şêniyên wargehê û xwendevanan, bi deqeyek rêzgirtin destpêkir. Piştî rêzgirtinê koma Şehîd Mardîn Penaber a govendê hat ser dikê û bi govend û cil û bergên xwe yên gelêrî reng dan şahiyê. Piştre Şanoya ku ji aliyê Kevana Zêrîn hatî amade kirin hat pêşandan.
Piştî wê xelatên yekem, duyem û sêyem a tornovaya voleybolê ya Şehîd Ebûzêd Dêrhinî hatin dayîn. Her wiha şahî bi stranên Hunermed Sosin û bi siloganên ‘Jin Jiyan Azadî’ bi coşekî mezin berdewam kir. Piştî Hunermend Sosin, koma Şehîd Helbest Koçerîn a dayîkên wargehê ya govendê derket ser dikê û bi govendên xwe yên gelêrî moral dan şahiyê.
Herî dawî Koma Hezex bi stranên xwe gel rakirin ser piyan û 8’emîn festîfala Çand û Hunerê ya Şehîd Bêrîtan bi girtina govendê bi dawî bû.