NAVENDA NÛÇEYAN – Konseya Giştî ya KBDH’ê daxuyaniyeke nivîskî weşand û got “Vê qonaxa êrîşên dagirker ku dewleta Tirk a bûrjûwa dibe ser Herêmên Parastinê yên Medyayê û Başûrê Kurdistanê, nîşan dide ku artêşa Tirk a dagirker ketiye nav dijwariyeke mezin. Dijmin ji bo ku li wan çiyayên dostên gerîlayan karibe bi pêş ve biçe her cure metodên şerê qirêj bi kar tîne. Ev kujerên hov dema li ser axa Kurdistanê li gerîlayan digere, rastî çalakiyên afirîner ên gerîla tê. Artêşa qirker pişta xwe dispêre çekên teknîkî, hewl dide wisa xwe biparêze û li hemberî gerîla nekeve şerekî ji nêz ve.
Dîktatorê faşîst Sadadm jî bombeyên kîmyewî avêtibû ser qadeke giştî û a niha artêşa Tirk jî parçe parçe li hemberî şikeft û tunelan çekên kîmyewî bi kart tîne. Tu ferqa êrîşên kîmyewî yên Seddam û ya dewleta Tirk tune. Êrîşên bi çekên kîmyewî yên ku di sala 2009’an de li Srîlankayê li dijî gerîlayên Pilingên Tamîlê hate bikaranîn îro jî li herêmên Zap, Avaşîn û Metînayê tê bi kar tînin.
Dewleta Tirk ji ber tirsa çekên kîmyewî û çekên taktîk nukleer bi kar anî. Ligel gelek delîl derketin holê, şefê faşîst Erdogan û wezîrên wî tarza şerê bi çekên kîmyewî înkar kir. Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê mînakên şênber ên êrîşên bi çekên kîmyewî weşand û ji ber vê di nav gel de nerazîbûneke xurt li hemberî êrîşên kîmyewî hate nîşandan. Cara pêşîn faşîzm neçar maye ku di vî warî de daxuyaniyekê bide. Berxwedana gerîla û çalakiyên tolhildanê rê li ber vî tiştî vekir ku faşîzm neçar bimîne daxuyaniyê bide. Divê kesên pêşverû, şoreşger, sosyalîst, gelên me û jin li hemberî êrîşên dagirker tevgera girseyî ya yekbûyî derxînin holê. Wê hêzên gerîla û milîsan jî bi çalakiyên xurt hesap ji dijmin bipirsin û wê bala xwe bidin sekinandina êrîşên dagirker û êrîşên bi çekên kîmyewî.
Em gerîlayên di êrîşên çekên kîmyewî de şehîd bûne, bi rêzdarî bi bîr tînin û sozê didin ku em ê dewleta Tirk a bûrjûwa, faşîst û mêrserwer hilweşînin û ji bo jinan Tirkiye û Kurdistaneke azad û wekhev ava bikin. Em ê hesabê hevalên xwe yên nemir û zilma faşîst bipirsin. Li her qada têkoşînê em ê sînorê hêza xwe berfirehtir bikin û helwesta fedayî ya şehîdên xwe di pratîka xwe de pêk bînin. Em ê faşîzm û mêrserweriyê hilweşînin.”