QAMIŞLO – Di pêşengtiya Yekîtiya Jinên Ciwan ên Bakur-Rojhilatê Sûriyê de li bajarê Qamişlo di Zanîngeha Rojava de bi amadebûna 200 xwendekaran, şehîd Bêrîtan (Gulnaz Karataş) û 17 gerîlayên azadiyê ku bi çekên kîmyawî şehîd bûne, ku nasnameya wan jî di 18’ê Cotmehê de hatibû eşkere kirin hatin bi bîr anîn.
Beriya ku şehîdên azadiyê werin bi bîr anîn, deqeyeke rêzgirtin hate girtin. Piştre derbarê gerîlayên ku bi çekên kîmyawî şehîd bûne de sinevizyon hate pêşandin. Piştre jî dîmena du gerîlayên azadiyê Baz Mordem û Helbest Koçerîn ku bi êrîşên çekên kîmyawî bandor bibûn hate nîşan dan.
Heman demê de derbarê şehîd Bêrîtan de jî xebatên ku hatibûn amade kirin, ew hatin kirin.
Wêneyê 17 gerîlayên azadiyê û şehîd Bêrîtan ve bi dîwaran ve hatibû daliqandin û xwendekaran xistibûn hembêza xwe de.
Çalakî bi berzkirina siloganan bi dawî bû.