NAVENDA NÛÇEYAN –
Ji Dahorandinên Rêberê Gelan Abdullah Ocalan….
Di nîqaşên sosyalîzma roja me de herî zêde sosyalîzma ku heftî salî zêdetir hemû cîhan bandor kirî, ya hatî sazkirin û îro hilweşiyayî yan jî derbas bûyî tê nîqaşkirin. Carek din destgirtina vê dibe ku sûdmend be. Em dikarin vê sosyalîzmê bi gelemperî jî binirxînin. Sosyalîzma pêkhatî weke sosyalîzma her tiştiye nirxandin, wê pir teng bimîne. Jixwe dema nêzîkbûnên Lenînîzmê jî yên bi giranî polîtîk û taktîkî berçav bê girtin, ev di dîroka sosyalîzmê de weke qonaxek taktîkî nirxandin a herî guncave. Xisletên herî bingehîn ên vê qonaxê çine? Nakokiyên kapîtalîzm û emperyalîzmê yên herî vekirî û ji bo vê ferzkirina du şerê cîhanê heye. Beriya wê jî gelek şerên bê wate hene. Di serdema dijberî gelan de dabeşkirina cîhanê, berdewamkirina şêweyên mêtîngeriya çors a li ser kedkaran, di vê navberê de pir lez pêşketina zanist û teknîkê, li ser vî bingehî pir lez şiyarbûna kedkaran, dîsa şiyarbûna netew û gelan û arestebûna ber bi netewbûnê ve, Lenînîzm dibe navê tevgera azadiyê ya mezin. Bi rastî jî ji çalekgeriyek pir mezin re rê vedike.
Sedsala 20. sedsala Lenînîzmê ye. Her çendî di roja me de tê gotin “ji çav ketiye”, ya rastî bi giştî Lenînîzmê sedsal bandor kiriye. Di destpêkê de em baş dizanin ku, sosyalîzma zanistî bi Marks û Engels re pêngavek mezin saz kiriye. Nexasim ramanên cîhanê hîn zêdetir bi zanistî bûye û ber bi rêxistinbûnê ve herikî bû. Lê di wateya polîtîk û taktîkî de zêde ne pêşketî bû. Nexasim çi di ceribandina Komîna Parîsê de, çi jî di raperînên weke vê de dibe, bandora vê pir bi sînordar bû. Lenînîzm ji bo wê taktîka polîtîk bi şêweyek pir hostane bicîh kir û bi şoreşê guhertina cîhanê û pêşketina şoreşa sosyalîstî pêşveçûnek mezin bidest xist. Bêguman ji ber ku zêde girîngî neda
aliyên wê yên bîrdozî û dilxweşî, ne di wê astê de bû ku bandora mêtîngeriya kevin û di serî de jî yên kapitalist û emperyalîzmê ber çavan re derbas bike û dahûrîne. Ya ku dixwest rizgar bike; derbaskirina pergala mêtîngeriya pir çors û çewsîner bû, ji bo kedkaran û gelan cîhana jiyanek guncav avakirin bû. Di vir de jî serkeftî bûn. Di vê manê de em nikarin bêjin sosyalîzma pêkhatî bi temamî hilweşiya û binkeftiye. Wê ev bibe derewek mezin.
Bêguman tevî ku nebesî û şaşiyên ne li gorî sosyalîzmê zêde ne, di azadbûna kedkaran de, di pêşketina wan a heyberî û giyanwerî de pêşveçûnek mezin rave dike. Di heman demê de di netewbûna gelan de û di pêşketina wan a azadî û serxwebûnê de Lenînîzm bi rastî jî qonaxa herî girîng rave dike. Ev qonaxa sosyalîzmê, di vê wateyê de bi serkeftinên mezin ve dagirtiye. Vêca dema tê gotin; “Başe ya hilweşayî û weke derbasbûyî tê dîtin çiye?” Mirov dikare bi şêweya ji ber xwe nû nekir, bi rojev nekir, pirsgirêkên nû û rêyên çareseriyê nedît şîrove bike. Ya rastî bernameya di destpêka sedsalê de kêm-zêde di ceribandina sosyalîzmê de hat pekan û serxistin.
Mînak di çarîka sedsalê ya dawî de behsa xwe gihandina komînîzmê dihat kirin. Hêj wê demê me didît ku ev, xeyal û fişalbûneke. Di pêvajoyek ku cîhana kapitalist û emperyalîst ewqasî lê xurte, heta şêweyên civaka koledar ên beriya xwe û nexasim di kes de zêde tê jiyîn, behsa îdîayên komînîzmê kirin xwe xapandin û nepixandine. Lê tişta ku pêwîste ji vê jî bê fêmkirin; taktîkê Lenînîst gihaye dawî yan jî peywira xwe bicîh aniye û ber bi qonaxek nû ve hatiye. Vaye hêj beriya niha Gorbaçov bi şêweyek pir seyr li Tirkiyê geriya. Di vî karê rûxînê de kesê herî zêde navê wî tê bilêvkirine. Ya rastî çi bi fêhma, çi jî nefêhma be, vê nakokiyê dijî. Dibe ku hewl dide bêje jî. Zêde hewce nake ku bê selmandin. Jixwe asta azadiya gelan û kedkaran, bi qasî sedsala 19. re neyê muqayesekirin pêşve çû. Ev hemû encama sosyalîzma zanistî, serkeftina wê ya herî girîng a pratîk û taktîkê Lenînîst ê herî girînge. Bêguman partiyên ku di van pêvajoyan de hatîn damezirandin hene. Nexasim taktîkên têkoşînên van partiyan di meriyetê de ne. Hemû jî di Lenînîzmê de berfirehî hatine destgirtin. Lê belê ber bi roja me ve asta ku pêwîste bê girtin
hatiye girtin, hedefên ku pêwîste xwe bigihîninê jî kêm-zêde hatine gihiştin. Lewma hewce dikir hedef bihatan destnîşankirin. Ev jî nirxandina rewşa mirovahî ya rojaneyî û ji vê jî hedef û bername derxistin bû. Yan wê partiyên komînîst ên kevin bihatan nûkirin, an jî wê yên nû bihatan damezirandin. Pêwîst dikir sosyalîzm xwe bigihîne
qonaxek-merheleyek wisa. Ya hewce wisa bû. Lê mixabin a herî zêde têrkar nehatî kirin jî ev bû.
Hinekê jî pêkana vê zehmet bû. Ji ber ku asta dewletbûna di nava Sovyetan de li pêş vê astenge. Nakokiya hîmdar jî di vir de ye. Bêguman ji bo vê qonaxa sosyalîzmê dewletbûn hewce dikir. Ev nayê înkarkirin. Lê evqasî fişalkirin û mezinkirina dewletê, bi cewhera sosyalîzmê re nakok bû. Wisa tê fêmkirin ku, damezirandina dewletek sosyalîst, heta dîktatoriya proleterya, ne avakirina civakek sosyalîste. Jixwe qet ne avakirina mirovek sosyalîste. Şaşî yan jî xwe xapandin bi giranî di vir de ye. Wer zanîn ku damezirandina dewletek baş têra her tiştî dike. Hema bêje di roja me de feraseta dewletparêziyê gihandine asta herî bilind. Weke ku pir pîroze hema her kes dibêje; “Dewlet û berjewendiya dewletê.” Lê belê pir ecêbe, îro jî her kes herî zêde loman ji dewletperestiya zêde dike. Yên herî zêde dewletperestiyê dikin, herî zêde berjewendiyên wan di dewletperestiyê de heyî, îro pêwîst dibîne li dijî dewletperestiyê derbikevin. Ev jî pir vekirî û jixweber destnîşan dike ku, çiqas pêdivî bi sosyalîzmê heye.
Ya rastî ya herî zêde li dijî dewletbûnê sosyalîzm bû. Heta ji hêla teorîk ve jî tefîn û hilweşîna dewletê rave kiriye.
Hemû bîrdoziyên mêtîngerî yên din, cihek pir pîroz dan dewletperestiyê. Lê sosyalîzm cîh nadiyê. Lê ecêbe, îro jî herî zêde alîgirên liberal-kapîtalîzmê, li dijberî dewletê nîqaşan dimeşînin. Vaye li Tirkiyê yên herî zêde kapîtalîst, behsa taybetkirin û biçûkirina dewletê dikin. Ya rastî karê hewce dikir sosyalîzm bike, niha bi derew û durûtî ve carek din ji bo domandina xwe dikin. Nexwe beriya her tiştî sosyalîzma nû û rojaneyî, li dijî vê dewletperestiyê ye û neçare ji her bîrdoziyê zêdetir li dijî derbikeve. Pêwîst dikir biçûkirin û tefandina dewletê ser xistiba, rewşa nakok
ya pir xeter, bê wate heta ya sereke li ser civak û heta kes bihata dîtin û raber kiriba ku, dê çawa bê derbaskirin. Hinekê jî ya nehat kirin ev bû.
Heta di vê manê de hêmana dewleta Sovyetê weke hêza herî astengdar a bingehîn derdikeve pêşberî me. Bêguman di vir de şopên civakên mêtînger ên kevin hene. Ferzkirinên kapîtalîzm-emperyalîzmê bibandor bûne. Lê belê ji hêla vîna sosyalîst ve derbaskirina vê sedema diyarkere. Ev xala ku pêwîste berpirs bê girtine. Sedema ku îro li Sovyetan behsa taybetkirin, takekeskirin û lîberalîzmê tê kirin jî eve. Dewletek wisa hatiye avakirin, civak di rewşek nikare henase bigirê de ye. Di vê watê de dibe ku ya hatî kirin bi temamî ne vegera li kapîtalîzmê be. Jixwe şêweyek kapîtalîzmê ye. Ewqas nepixandina şêweyên dewletperestiyê, ji vê re rê vedike. Feraseta ku kapîtalîzma dewletê weke sosyalîst dibîne, bûye sedema vê rewşê. Ji vê rizgarbûn, hîn zêdetir giranî dana kes, zêdetir lîberalîzm û zêdetir demokrasî ye, ev jî dibe derbaskirina kapîtalîzmê û dewletê. Ango nepêşxistina kapîtalîzmê ye. Bêguman wê di kapîtalîzma takekesî û kapîtalîzma taybet de jî pêşveçûnek çêbe, lê bi temamî pêşveçûna çêbe ji vê hêlê ve diyarkirin wê berovajîkirina rastiyan be. Lê hêjî ev nîqaş neqediyane. Ezmûna Sovyetê ji vê hêlê ve, hêjî hûrûkûr tê nîqaşkirin. Modelên ku wê dişopînin, heta ku gava nû bibînin dê nîqaş bikin û ber çavan re derbas bikin. Elbet pirsgirêk ne ewe ku, sosyalîzma bê avakirin tenê xwe ber çavan re derbas bike û nûbûna wê ye.
Pirsgirêkên ku nakokiya kapîtalîst-emperyalîst li ser mirovahiyê kiriye bela, qet ji yên dawiya sedsala 19. û ji yên destpêka sedsala 20. ne kêmtirin. Mirovatî niha ji her demê zêdetir bi karesatên mezin re rûbirû ye. Pêvajoyên civakî yên nayên venêrîn hene. Ji ber aboriya kapîtalîst derdor û xweza wêran dike, hema bêje dê dawiya cîhanê bîne. Dîsa avaniya civakê ya bê kontrol, ketiye rewşek ku êdî cîhan têrê neke. Ji aliyê bîrdozî û dilxweşî ve jî mirovan di nava bêhêviyek mezin de dihêle û bi rewşek şêweya pir bêwate re tîne beramberî hev. Îro di vê mijarê de îdeologên kapîtalîzmê jî nirxandinan pêş dixin. Ev jî tê vê wateyê: Kapîtalîzmê, bi mirovan re îdealîzm nehiştiye.
Îdîa û hêvî xilas kiriye. Gotina dawiya dîrokê, tê wateya bi mirov re tinekirina îdîa û hêviyê. Ev jî yeksan kapîtalîzme.
Êdî kapîtalîzm aso û hêvî nade. Vêca tam jî di vê xalê de çi hewce ye? Bîrdoziya ku hêvî bide mirovahî hewce ye. Ev jî bivê-nevê sosyalîzme. Dawiya xwe, weke dawiya mirovahiyê, dawiya dîroka xwe weke dawiya dîroka mirovahiyê diyarkirin, xisleta her bîrdoziya serdeste.
Gotina piştî wî tiştek nebe, ji ber jiyîna wan hewce ye. Ev di her serdema girîng de hatiye dîtin. Serdemekê dibe ku Roma xwe weke pergala ku qet narûxe diyar kiribe. Împaratoriyên feodal jî wisa bûn. Dîsa gelek împaratoriyên kapîtalîst jî –yek DYE ye- hewl didin bidin pejirandin di nav mirovahiyê de yên dawî ne. Lê belê pêşketin, qanûnek xwezayê ye. Lewra negengaze dawiya mirovahiyê be. Ne gerdûn serûbin dibe, ne jî mirov bi hilweşînek pir cidî û nexweşiyekê re rûbirû ye. Pirsgirêkên wê yên bîrdozî, polîtîk, civakî û aborî ne. Bêguman çareseriyên wê jî bîrdozî, polîtîk, civakî, aborî, çandî û dilxweşî ye. Yên ku li vir herî zêde xwe bi çarenûsa mirovahiyê ve girêdayî dibînin, bi çarenûsa wê re mijûl dibin, ji bo çareseriyê jî helwest û reftarên xwe peywirdar dibînin jî wisa xurt bibin. Wê di vir
de jî civakbûn, xwezayî sosyalîzm herî zêde bi îdîa be û piranî jî ya hewce nêzîkbûna bîrdoziya zanistî ye.
Li ser vî bingehî sosyalîzm dikare xwe ji nû ve sazûman bike. Bi rastî jî di roja me de tiştek ku kapîtalîzm bikare bide nîne. Mînak, dema em li makanîzmayên sûka serbest dinêrin, bi temamî derdorek mêtînger a girêdayî rant û faîzê hatiye avakirin. Kapîtalîstan di sedsalên beriya niha de bi hilberîn û bazirganiyê ve mijûl dibûn. Niha hilberîn, bazirganî û teknîk danîne aliyekê, sûka rojane, bi radeyên girêdayî faîzan ve radibin û rûdinin. Ti eleqeya vê jî bi
hilberînê ve nîne. Ango kapîtalîzm evqasî bêwate û bêkar maye. Her wiha li hemû welatên mezin, welatên kapîtalîst ev sûk û lîstokên borsayê serdeste. Ev jî nade diyarkirin ku kapîtalîzmê tam ser xistiye, raber dike ku ketiye rewşek ne ti tiştî de û bê wate bûye. Gelo dikare bi lîstokên borsayê ve heta kur biçe? Ev jî şêweyek qumarê ye. Ji wî digire dide yeke din. Her tim dest diguhere. Ev jî qumar bi xwe ye.
Nexwe, kapîtalîzm di roja me de di rewşek lîstoka qumarê de ye. Qet hewce nake ji bo kapîtalîzmê pênaseyên nû bên kirin. Pergalek qumarkariya baş, di roja me de herî baş kapîtalîzmê rave dike. Nexwe tam jî di vê xalê de, ev qumara mezin li ser mirovahiyê tê lîstin. Li ser mirovahiyê trilyon dizivirin. Ev trîlyon jî ji bo cîhan û mirovahiyê
karesate. Sedema esasî ya hemû xirabûna ye. Ev nedîtin, an jî dîtin lê dij nederketin, yeksan temaşekirina –ji Neron xetertir- şewitandina mirovahiyê ye. Vêca ger hêvî ji mirovahiyê nayê qutkirin, li hember mirovatiya hîn zêdetir bi îdîa û bihêvî bawerî heye, bêguman divê hêz têra çalekiya wê ya avakirinê bike û hêza derbaskirina vê pergala
qumarê jî hebe. Dîsa devjê berde ji vê bireve, ev di astek azwerî de bi îdealîzmek bilind û têkoşînê ve mezinkirin hewce dike.