MINBIC- Meş ji pêşiya Çerxerêya El Mîzan dest pê kir. Endamên saziyên jinan ên Rêveberiya Sivîl a Minbicê û gundewarên wê, her wiha nûnerên partiyên siyasî yên li bajêr û bi sedan jinên Minbicê û gundewarên wê beşdarî meşê bûn.
Di rêza pêş a meşê de komek jinên ku maskeyên xweparastina ji çekên kîmyewî li xwe kiribûn, sekinîbûn. Wan jinan wêneyên 17 gerîlayên ku di encama êrişên bi çekên kîmyewî yên dewleta Tirk a dagirker de li Herêmên Parastinê yên Medyayê şehîd bûbûn, bilind kirin. Her wiha wêneyên rêber Abdullah Ocalan, şehîd Bêrîtan (Gulnaz Karataş), wêneyên hevseroka Nivîsgeha Dad û Çaksaziyê ya Rêveberiya Xweser a herêma Cizîrê şehîd Zeyneb Mihemed û wêneyê Jîna Emînî hatin bilindkirin.
Di meşê de pankartên bi nivîsên “Na ji tundiya li ser jinan re, Qetilkirina jinan qetilkirina jiyanê ye, Na ji kuştina jinan re” jî hatin rakirin.
Piştî ku meşvan gihiştin Çerxerêya El Meseb a li navarasta Minbicê, ji rêveberên Nivîsgeha Kombûna Jinan a Zenûbiya şaxê Minbicê û gundewarên wê Sena Receb wiha axivî: “Dîroka jinan bi mînakên bi hezaran jinên ku ji bo jiyana azad tê koşiyane û gihiştine asta şehadetê, dagirtirî ye.”
Sena her wiha tekez kir ku jinên ji hemû pêkhateyan li ser şopa têkoşîna jina Kurd a 40 salan çek rakirine, ya ku ji berxwedana çiyayan dest pê kir û heya şoreşa rûmet û qehremaniyê ya Rojava, Bakur û Rojhilatê Sûriyê dewam kir.
Sena Receb wiha behsa têkoşîna şehîd Bêrîtan kir: “Hevrêya têkoşer, xwediya vîna bi hêz ku berxwedaneke lehengane li hember dijminên azadî û mirovahiyê nîşan da, xiyanet red kir û li hember hemû qeyd û adetên ku azadiya jinan sînordar dikin, li ber xwe da. Her wiha zihniyeta ku li ser qetilkirina jinan û standina maf û nasnameya wanava bûye, qebûl nekir.”
Sena herî dawî wiha got: “Berxwedana şehîd Bêrîtan dîrokî ye. Jinan moral û hêz jê girt û li ser şopa wê û şehîdên jin ên azadî û rûmetê, xwe bi rêxistin kirin.”
Jinan bi dirûşmeyên “Bijî berxwedana jinan” û “Jin, Jiyan, Azadî” meşa xwe bi dawî kir.