NAVENDA NÛÇEYAN – Girtiyên siyasî yên li Girtîgeha Tîpa F ya Kurkçuler a Edeneyê bertek nîşanî êrîşên dewleta Tirk ên bi çekên kîmyewî dan. Girtiyên ku bi rêya malbatên xwe peyam şandin, diyar kirin ji ber bêdengiya hêzên navneteweyî çêkên kîmyewî tên bikaranîn.
Peyama girtiyan wiha ye:
“PDK a ku di van êrîşên dagirkeriyê yên artêşa Tirk de ji bo berjewendiyên xwe bi wê re tevdigere, di operasyonên dagirkeriyê de jî cih girt û bi beşdarbûna di van êrîşan de roleke zelal di komkujiyan de lîst. PDK a ku divê bi gelê Kurd û têkoşeran re be, her dera Kurdistanê pêşkêşî dagirkeran kiriye û ji bo berjewendiyên xwe di warê qetilkirina gel de roleke aktîf lîstiye. Wê gelê Kurd vê pêvajoya îxanetê ya ku PDK tê de ye ji bîr neke û wê teqez hesabê her dilopa xwînê were pirsîn.
Saziyên ku sûcên şer ên navneteweyî dişopînin, divê bi girtina çav û guhên xwe nebin şirîkê vî sûcê li dijî mirovahiyê û divê berpirsyaran eşkere bikin. Ger berpirsyar neyên eşkerekirin, pêvajoya qirkirinê ya bi salan e li ser gelê Kurd tê meşandin, wê leztir bibe û doza êrîşan jî zêde bibe. Çawa ku di Komkujiya Helebçeyê de bi hezaran Kurd bi gazên kîmyewî hatin qetilkirin, îro jî tê xwestin ku li hemberî vî sûcê mirovahiyê bi bêdengiyê re pêvajoya qirkirinê bidin destpêkirin. Divê ev êrîşên hovane yên ku wê deqeke reş li ser rûpelên bi toz ên dîrokê bihêlin, bi tu awayî beşdariya nav wê neyê kirin û divê berpirsyar werin eşkerekirin û hesab were pirsîn. Nexwe ev heyet heke bêdeng bimînin û ew ê jî bibin şirîkê vî sûcê li dijî mirovahiyê. Artêşa Tirk bi komkujiyên wiha dixwaze têkçûna xwe bitepisîne, dixwaze gelê Kurd qir bike. Em diyar dikin ku em ê li hemberî hemû êrîşan bêdeng nemînin û em bang li hemû gelê xwe dikin ku li hemberî van êrîşên hovane bertekên xwe mezin bikin û bersiva pêwîst bidin.”