ENQERE – Seroka Konseya Navendî ya Yekîtiya Tabîban a Tirk (TTB) Şebnem Korûr Fîncanci ku ji ber axaftina xwe ya li ser êrîşên kîmyewî bû hedefa desthilatdariya AKP’ê û bi fermana Serdozgeriya Komarê ya Enqereyê di 26’ê Cotmehê de hate destgîrkirin, serê sibehê birin Edliyeya Enqereyê.
Piştî îfadeya ku çar saetan li dozgeriyê dewam kir, bi îdîaya “Propaganda rêxistinê” daxwaza girtina Fîncanci hate kirin. Fîncanci sewqî Dadgeha Ceza ya Sûlhê hate kirin.