PARÎS – Di pêşengtiya Tevgera Ciwanên Şoreşger de li Parîsê li dijî bikaranîna çekên kîmyewî ya dewleta Tirk a faşîst li ser Herêmên Parastina Medyayê nerazîbûn hate nîşan dan.
Bi pêşengtiya Tevgera Ciwanên Şoreşger (TCŞ) li banliyoya Drancy ya Parîsê li dijî çekên kîmyewî yên dewleta Tirk a faşîst li Herêmên Parastina Medyayê çalakiyek hate li darxistin.
Piştî ku girse li ber komeleya Drancy kom bû û bi siloganên bi zimanê Fransî “Bijî Berxwedana Gerîla”, “Bimre Îxanet”, “Bijî Serok Apo” heta şaredariya Drancy meşiyan, li wê derê daxuyanî hat dayîn. Meş piştî daxuyaniyê bi dawî bû. Di daxuyaniya xwe de ciwanan diyar kirin ku ew ê her tim li qadan bin.