STENBOL – Serlêdan ji aliyê parêzerên Buroya Hiqûqê ya Asrinê Raziye Ozturk, Rezan Sarica, Faîk Ozgur Erol û Emran Emekçî hate kirin.
Herî kêm 18 mehin parêzer nikarin ji muwekîlên xwe agahiyan bistînin. Parêzer ji bo hevdîtina bi Rêberê Gelan Abdullah Ocalan re serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê û Midûriyeta Saziya Înfaza Cezayê ya Îmraliyê dan.
Parêzer ji bo hevdîtina bi Rêberê Gelan Abdullah Ocalan di hefteyekê de du caran serî li van saziyan didin lê daxwazên hevdîtinê bi awayekî sîstematîk bê bersiv tê hiştin. Carinan piştî mehan tê diyar kirin hevdîtin hatine qedexe kirin û hincet tê nîşandan. Herî dawî Hakîmtiya Înfazê ya Bûrsayê diyar kiribû derbarê Rêber Apo û girtiyên din ji aliyê Serokatiya Desteya Dîsîplînê ya Îmraliyê ve di 9’ê Îlonê de cezayê dîsîplînê hatiye birîn û ev ceza di 28’ê Îlonê de teqez bûye.
Cezayê dîsîplînê wekî hincet hate nîşandan û ji parêzeran re hate ragihandin ku hevdîtina bi malbatê 3 mehan hatiye qedexe kirin. Parêzerên Buroya Hiqûqê ya Asrinê îtîrazî cezayên dîsîplînê kir, lê ev îtîraz nehatin qebûl kirin.