FRANKFÛRT – Di 25’ê Cotmehê de li Frankfûrtê bi pêşengtiya TCŞ’ê û ciwanên enternasyonalîst û komeke antî-faşîst, li dijî bikaranîna çekên kîmyawî û sûcên dewleta Tirk a dagirker çalakiyek li darxistin.
25’ê Cotmehê saet 20.00’an TCŞ, ciwanên enternasyonalîst û koma antî-faşîst li dijî êrîşên dewleta Tirk a dagirker a li hemberî Gerîlayên Azadiya Kurdistanê ku çekên kîmyewî bi kar tîne, daketin qadan.
Di tevahiya çalakiyê de ciwanan bang li hêzên navnetewî kirin ku xwe berpirsyar bibînin û pêşî li dewleta Tirk a dagirker bigrin.