MARSÎLYA – TCŞ û TekoJIN’ê li dijî bikaranîna çekên kîmyewî ya li hember Gerîlayên Azadiya Kurdistanê çalakiyek li darxistin. Ciwanan sûcên dij mirovahiyê yên dewleta Tirk a dagirker şermezar kirin.
Ciwanên ku li Belle li ser banga ciwanên Maî daketin qadan gotin ku ji bo azadiya Rêber Apo û berxwedana gerîla her kêliyê ewê li qadan bin û ji bo wan rawestandin nîne.
Aktîvîstên TCŞ û TekoJIN ku bi rojane li qadane, duh dosya pêşkêşî rojname û saziyên sivîl ên komîteyê kirin, îro jî bi meşaleyan li kolanan meşiyan.