MAHABAD – Di berdewamiya serhildanên Rojhilatê Kurdistan û Îranê de, duh di çilrojiya Jîna Emînî de, ciwan û jinên ciwan ve li kolanan helwest û acizbûyînên xwe li dijî rêjîma qirker nîşan dan.
Ciwan li piraniya kolanên Mahabad, Boka, Seqiz, Sîna û çend bajarên din jî heya saetên êvarê li kolanan bûn û bê navber silogan berz dikirin. Her wiha zexta rêjîma qirker-dagirker a Îranê jî bê navber dewam dikir.
Di nava berxwedana li kolanên Mahabadê de, ciwanê bi navê Îsmaîl Mewlûdî ji aliyê hêzên mêtînger ve hate gulebaran kirin, di encamê de jiyana xwe ji dest da. Îro jî bi hezaran kesan ew spartin axê.
Ciwanan di çalakiyên xwe de qeymeqam, komîteyên alîkarî û peravên rêjîmê jî şewitandin. Ev serhildan vegeriya serhildana hesabpirsîn û tolhildana tevahî şehîdan.