TEBQA- Meclîsa Ciwanên Partiya Sûriyeya Pêşerojê êrîşên bi çekên kîmyewî yên Tirkiyê li dijî Herêmên Parastina Medya şermezar kir
Meclisa Ciwanan a Partiya Sûriyeya Pêşerojê li bajarokê Mensûra yê gundewarê Tebqayê bi beşdarbûna ciwan û jinên ciwan meşek li dar xist. Meş ji deriyê Mensûra dest pê kir û al, pankart, cilên yekreng û alavên parastinê ji çekên kîmyewî û wêneyên şehîdên ku ji aliyê dewleta Tirk ve bi çekên kîmyewî hatine hedefgirtin, ber bi Mala Gel a bajarê Mensûra ve dest pê kir. Ev çalakî beşek ji rêzeçalakiyên ku ciwanan bi dirûşmeya “Tolhildan” dane destpêkirine.