NAVENDA NÛÇEYAN –
Ji Dahorandinên Rêberê Gelan Abdullah Ocalan…
Îro di serî de tevgera me, navê yekane ya hêjayî tevgerên şoreşger tê dîtin –weke xeteriya herî mezine- bi şêweyek pir sosret bi îdîayek terorîzmê didin diyarkirin. Nexasim îdeolog û polîtîkvanên DYE radibin-rûdinin dibêjin “terorîzm.” Hewl didin her tiştî bi vê peyvê rave bikin. Ya rastî pêwîste herî zêde jî ew bi vê peyvê –terorîzmê- bên nirxandin. Ya herî rast mirov bêje terorîstên herî mezin hêzên polîtîk û aboriya DYE‟yê ne. Ji ber ku ya herî zêde bela serê mirovahiyê, lîstoka herî xeternak dilîze, lewra zext û îşkenceyê bêrehm disepîne, qevdek terorîstiya borsa û terorîstiya polîtîke. Ji ber ku di destê wan de çekên rûxandinê yên mezin hene û her roj weke gef di destê xwe de digirin. Dem bi dem jî li dijî gel û hêzên dikevin ber çavên wan jî bikar tînin û terorîzmê pir baş disepînin. Hinekê jî weke yavûzê dizker, ango hem diçewsîne, hem jî xwe bihêz dide diyarkirin. Hem mala mirovahiyê dişelîne, hem jî xwediyên mirovahiyê tawanbar dikin. Nexasim em niha bi israr tawanbarkirina PKK‟ê ya bi navê
“Rêxistina terorîst a di cîhanê de herî xeter” ve vê baştir fêm dikin. Di nava malbata mirovahiyê de, ya ku di girêdana bi mirovatiyê ve dildariya herî mezin raber dike ji partiya me re, ger DYE dibêje; “Terorîstê sereke”, ev jî rastiyekê rave dike. Weke mînaka yavûzê dizker, dixwaze tawana xwe bavêje ser me û xwe jî veşêre. Ev taktîk
di her demê dîrokê de hatiye meşandin. Ger em Roma bibîr bînin, xirîstiyanên yekem ên wê demê bi rastî
jî nûnertiya bindest û mazlûman dikir. Neron jî dîn û harek bû. Roma hilweşand. Wî rebenî bi serê xirîstiyanan de hilweşand û hemû bi şêran dan parçekirin. Ger em vê mînakê di roja me de ji bo împaratoriya DYE û nokerên wî bidin, ne tenê Roma‟yek, hemû cîhan û di vê navberê de ne tenê welatê me û Tirkiye, gelek welatan dişewitînin. Kî şewitand? “Terorîstên PKK‟ê.” Vêca wisa xwe dispêrin hêza çapemenî û weşanek mezin dikarin bêjin; “Nizanim
terorîstan evder û ewder şewitandin.” Pir fişal bi berovajîkirinê ve çalekiyan jî bikar tînin.
Belê, Neron ji bo Roma xirîstiyan tawanbar kir, lê ev her roj, li her derê hemû mirovan û mirovahiyê tawanbar dikin, ser tevgerên xwe yên rûxandinê yên mezin digirin û li ser vî bingehî hewl didin temenê xwe dirêj bikin. Evder pir girînge. Li ser vî bingehî hewce dike bi êrîşek bîrdozî ya mezin ve hewldan bên kirin. Kêm-zêde derket holê
ku, dê partiya me bikare vê bike. Îdeolog, komên îstîxbarat û hêzên polîtîk ên DYE‟yê di vê manê de bi aqilin –elbet ger bikarin tespît bikin-. Ji ber sosyalîzma pêkhatî nekarî di nava şaşî û qusurên mezin de qonaxên pêngavan saz bike û di vê mijarê de li serê rêxistinên biryardar PKK cîh digire, nikarin wê venêrînin, çalekiya xwe bi şêweyek îdîa didomîne û li hember pergala ku DYE dixwaze ji bo Rojhilata Navîn saz bike astenge, bese ku wî dîn û har bike. Pir ecêbe! Îsa jî li ser van xakan derket. Wê demê Roma bi temamî serdestê cîhanê bû. Îsa, bi komek
hewariyên biçûk ên bi qasî hejmara tiliyan derbas nakê re li Kudûsê û derdora wê bi çalekiya gotinê re, ev zilma mezin derdixist holê. Elbet em beramberî vê jî, tevgera Roma ya mezin a cezakirinê jî dizanin. Piştî ku Îsa bi çarmixê ve kirin, şopdarên wî jî li arêneyan bi şeran dan xwarin. Ango gelo pêdiviya wê Romaya pir xurt bi vê hebû? Belê. Vebûna qelîştekek herî biçûk, dihişt ku Roma wisa wehşî tevbigere. Di roja me de jî aliyên wisa hene.
Ma emê çima ji bo DYE evqasî xeteriyek mezin bin? Jixwe emperyalîzma DYE “mijara vebûna qelîştekan” baş dizane. Jixwe dihat zanîn Lenînîzm jî, di dema xwe de ji xeleka emperyalîzmê ya herî lewaz vekirina qelîştekê bû.
Di roja me de jî tê gotin ku; “PKK pir bi aqilmendî ji xeleka emperyalîzmê ya herî lewaz qelîşteyekê vedike û ji vê qelîştekê ramanek cîhanî ya pir xeternak û şêwaza jiyanekê dibişkive.” Ji ber vê bi ezmûna ku ji dîrokê girtiye ve, her ku dikare bi ser de tê.
Mînak di dîrokê de weke hovane tê nasîn û di roja me de jî weke rejîmek faşîzane ye, êrîş û seferên îmhayê yên Tirkiyê bes nabîne. Heta aciz dibe û dibêje; “Te çima zûtir xilas nekir?” Welatên biçûkmezin ên emperyalîzmê yên din jî, bi qasî dikarin pişgiriya Tirkiyê dikin û dibêjin; “Tu çima nikarî pêşî li vê terorîzmê bigirî?” Dijberiya wan jî ji ber binkeftina wane. Ev deh sal zêdetire bi hemû hêza xwe ve veşartî pişgirî dan wan. Em dizanin ku ji her hêlê ve pişgirî dan êrîşên wan jî. Lê belê êdî rim di têran de nayê veşartin. Hemû gelên cîhanê jî dît ku, ev dagirkerî û fetihkirine. Ev êrîşî kur dikin û pişgiriya kî heye? Ji bo li hember gelê xwe hîn zêdetir tengav nebin, li ber çavan jî
dibêjin; “Em dijberin.” Lê mixabin ew Emerîkaya ku xwe pir bihêz dibîne, pir vekirî dikare bêje; “Em pişgiriyê dikin.” Niha ji fihêta xwe jî be dibêje; “Êdî bese, operasyonan paşve vekişîne.” Sedema vê jî dibêje, binkeftina wane. Her wiha ew bi xwe derdikevin holê û xeterî mezin dibe. Weke heman di dema Roma de bûyî, xirîstiyanî her ku diçe bikok dibe. Lê ew bi xwe tevî hemû bêhempabûna wan, teng dibin, dîn û har dibin. Serdestiya Neron a li ser hemû Romayê, bûna împarator, qet jî nade diyarkirin ku Neron pir bihêze û jixwe em dizanin ku ber bi encamek çawa ve çû. Niha jî rewşa hêzê sereke yê emperyalîzmê jî wisa ye. Nokerê wî yê herî girîng weke waliyê Kudûsa li Rojhilata Navîn, waliyê Anatolî jî di rewşek tengav de ye. Çiqas har dibe bila be, pêşve naçe. Lewra ji PKK‟ê re dibêjin; “Rêxistina terorîst a herî mezine. Divê yek dewletên cîhanê yan jî mirov alîkariyê neke.” Ev jî çavkaniya xwe ji vê xisleta wî ya dîrokî digire. Dema ji vê hêla dîrokek berfireh ve lê tê nêrîn, ev îdîaya DYE tê fêmkirin. Elbet waliyê wî yê li Anatoliyê jî teng-kêm dihizire, dibe ku bixwaze pir wêran bike, lê wê encamên neyênî yên ava kirine jî
nebîne. Rexneyên Ewrûpa jî li ser vî bingehîne. Tê fêmkirin ku, ger em îro evqasî li serê quncika cîhanê hatine rûniştandin, netenê ji ber xisleta me ya rizgariya netewî ye, dîsa ji ber rêxistinek tundî ya mehelî ye, heta ne ji ber bûna rêxistinek sosyalîstî ye jî. Ji ber ku pergala emperyalîst a heyî ji aliyê wê yê herî xeternak ve qelîşteyek vekiriye û li gorî xwe mînakek rewşa pir xirab dihesin, ji bo wê ye.