BEHDÎNAN – Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê got, “Di encama çalakiyên hêzên me de 2 dagirker hatin ceza kirin, çeperek hate îmha kirin.
Artêşa Tirk a dagirker Qadên Berxwedanê 10 caran bi bombeyên qedexekirî bombe kir. Li Qada Berxwedanê ya Sîdayê çeperên şer ên li Şehîd Felat 2 caran bi çekên kîmyewî, li Qada Berxwedanê ya Çemçoyê jî çeperên şer ên Şehîd Bahoz 26 saetan bênavber bi çekên kîmyewî û gazên îsotê hatin bombe kirin. Her wiha qadên me 3 caran bi balafirên şer, 14 caran bi helîkopterên êrîşê û bi dehan caran jî bi obus, tank û çekên giran hatin bombe kirin.
Agahiyên li ser çalakiyan û êrîşan wiha ne:
Di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Bazên Zagrosê de li herêma Xakurkê;
27’ê Cotmehê saet di 11:50 û 12:40’î de li Qada Berxwedanê ya Girê Şehîd Şahan tîmên me yên bi tevger bi çekên giran du caran li dagirkeran xistin. Di van çalakiyan de 2 dagirker hatin ceza kirin, çeperek hate îmha kirin.
27’ê Cotmehê saet di 13:50’î de li Qada Berxwedanê ya Girê Şehîd Axîn tîmên me yên bi tevger ên YJA Starê bi çekên giran li dagirkeran xistin.
Êrîşên artêşa Tirk a dagirker ên bi bombeyên qedexekirî û çekên kîmyewî;
Ji 27’ê Cotmehê saet 06:00 heta bi 28’ê Cotmehê saet di 08:00 de li Qada Berxwedanê ya Çemçoyê, çeperên şer ên li Şehîd Bahoz bê navber bi çekên kîmyewî û gazên îsotê hatin bombe kirin. Dagirkeran dûyê bi jehr bi aspîratorê şand nava çeperên şer.
27’ê Cotmehê ji saet 14:30 heta 15:00 de li Qada Berxwedanê ya Sîdayê, çeperên şer ên li Şehîd Felat 2 caran bi çekên kîmyewî hatin bombe kirin.
27’ê Cotmehê saet di navbera 13:40 û 17:50’î de li Qada Berxwedanê ya Girê Amediyê, çeperên şer ên li Şehîd Pîrdogan 6 caran bi bombeyên qedexekirî hatin bombe kirin. Di heman demê de li gel bombardûmanê gazên kîmyewî jî hatin bikaranîn.
27’ê Cotmehê saet di 09:40’î de li Qada Berxwedanê ya Sacayê, çeperên şer ên li Şehîd Xursî bi bombeyên qedexekirî 2 caran hatin bombe kirin.
27’ê Cotmehê ji saet 15:00 heta 15:10’an li Qada Berxwedanê ya Sîdayê çeperên şer ên li Şehîd Agir 2 caran bi bombeyên qedexekirî hatin bombekirin.
Êrîşên artêşa Tirk a dagirker;
26’ê Cotmehê zeviyên gundê Şêlazê yê herêma Metînayê û derdora Ava Zê 3 caran bi balafirên şer hatin bombe kirin.
27’ê Cotmehê Qadên Berxwedanê yên Kurojahro, Girê Amediyê û Girê Cûdî 14 caran bi helîkopterên êrîşê hatin bombe kirin.
27’ê Cotmehê Qadên Berxwedanê yên Çemço, Girê Cûdî û Girê Amediyê bi dehan caran bi obus, tank û çekên giran hatin bombe kirin.
26 û 27’ê Cotmehê artêşa Tirk a dagirker hewl da bi kepçeyan çeperên şer ên li Qada Berxwedanê ya Karker hilweşîne.”