FLORANSA – Di maça lîga konferansê ya UEFA’yê de tîma Fîorentîna ku yek ji tîmên esasî yên Îtalyayê ye, li Stadîo Artemîo Franchî, tîma Medîpol Başakşehîr bi 2-1 têk bir.
Tîma Medîpol Başakşehîr ku têkildarî spîkirina pereyê reş ê desthilatdariyê û malbata Erdogan cihê gumanan e, dema ku hat bajarê Floransayê bû sedema nerazîbûnan.
Kurdan û komên çep qebûl nekirin ku ev tîm li bajarê şehîdê YPG’ê Lorenzo Orsettî (Têkoşer Piling) bê pêşwazî kirin.
Ji ber vê yekê daxuyaniyek hate dayin. Ji karîkaturîstên navdar ên Îtalyayê Zerocalcare, bavê Lorenzo Orsettî Aleksandro Orsettî, endamên Komîteya Kurd a Îtalyayê, endamên Meclîsa Şaredariya Floransayê, tevgerên xwendekar û rêxistinên çep tevlî daxuyaniyê bûn.
Bi navê tevgera xwendekaran û rêxistinên civakî Nîccolo Bartolonî axivî û got, nayê qebûl kirin ku tîma futbolê ya dîktator Erdogan bê Floransayê, ku Erdogan berpirsyarê komkujiyan e.
Bartolînî got, “Mîna li kolanan û qadan em ê li trîbûnan jî bin û vê tîma proje, AKP û malbata Erdogan aciz bikin.”
Rêxistinên çep û futbolhez nîvê şevê afîş û belavokên şermezarkirinê li dora Stadîo Artemîo Franchî daliqandin.