EVRY – TCŞ’ê li Taxa Evry a Parîsê li dijî bikaranîna çekên kîmyewî ji aliyê dewleta Tirk a dagirker çalakî li darxist.
Ciwanên TCŞ’ê yên di 27’ê Cotmehê de ji Komeleya Gringy heta qereqolê meşiyan, daxuyanî dan û bal kişandin ser bikaranîna çekên kîmyewî ji aliyê dewleta Tirk a dagirker ve li dijî Gerîlayên Azadiya Kurdistanê û gotin; “Yên ku dengê xwe li dijî van êrîşan dernexin, bila ji mirovatiya xwe şerm bikin.”
Di daxuyaniya ku hatî dayîn de ciwanan diyar kirin ku ewê weke ciwanên Apoyî çalakiyên xwe heya serkeftinê dewam bikin.