ŞEHBA_Endamên Tevgera Ciwanên Şoreşger û Yekîtiya Jinên Ciwan ê Herêma Efrînê di derbarê bikaranîna çekên kîmyawî de li ser gerîlla û hevkariya PDK’ê nirxandinên xwe ji ajansa mere kirin.
Ciwanan diyar kirin ku heya xiyanet û faşîzim di Kurdistanê de hebe ewê li ser piyan bin û ewê tekoşîn bikin ,dem dema pratîkê ye dema gotinê qediyaye ji bo vê divê her kes her derê veguherînin qadên raperînê
Bi tememî nirxandinên Ciwanan wiha ye:
ZELAL EFRÎN:
Navê min Zelele berdefka Tevgera Ciwanên Şoreşger ya herêma Efrînê me,me dît ev 8 mehe zêdetir bê navber êrîşên dewleta faşîzim ya qirker dewleta Tirkiyê û her wiha hevkarên wê weke PDK’ê êrîşekî bê navber li ser çiyayên azad didin meşandin ,di şexsên gerîlayên Kurdistanê de di şexsên fermandariyên ku pêşengtiya azadiya Kurdistan yên ku pêşengtiyekî bê navber fedatiyek bê nav ber ji bo azadiya kurdistan û ji bo gelê bin dest didin meşandin tekoşîn dikin.
Wê derê de em dibînin faşîzma dewleta Tirk ev 8 mehe zêdetir êrîşekî topyekon li ser gerîlayê azadiya Kurdistan dide meşamdin dixwezin di van êrîşan de tevgera azadiya Kurdistan tune bike yan jî tesfiye bike ,me dît di van demên dawiyê de bi hemû hêzên xwe bi hemû çekên kîmyawî bi hemû tiştên di qanûnên dinyayê de yan jî di qanûnên şer de qedexene li ser gerîlayê Kurdistanê didin meşan din û li ser çiyayê azad jî dide meşandin dema ku mijar dibe kurd yan dibe tevgera azadiyê êdî hemû dewletên nav netewî serê xwe ditewîne û erênî lê meyze dike û ticarî nabînin ku qanûnê şer weke gazên kîmyawî rojane bi dehan caran li ser gerîla tê bi kar anîn ti carî negotine ku ev tişt qedexe ne ,lê me dît di dawiyê de 17 hevalên me gihîştin asta şehadetê bi gazên kîmyawî bi çekên kîmyawî yê ku dewleta faşîzim dewleta Tirk li ser gerîla bi karanîn 17 hevlên me gihîştin asta şehadetê li beramberî berxwedaniya wan hevalan li beramberî tekoşîna wan hevalan li bermberî fermandariyê ku ji bo gelê kurd ji bo hemî gelan şer dikin heya ku canê xwe feda dikin em hemî şehîdên tevgera azadiyê bi bîrtînin û bejna xwe li hemberî wan ditewînin.
ÊDÎ DEM HATIYE KU EM PRATÎK BIKIN
Êdî dem dema ku em pratîk bikine çawa bagawaziyên tevgera azadiyê bangawaziyên KCK ‘ê PKK’ê hemû rêxistinê hate kirin ku êdî dem hatiye ku hemî Gel , Jin ,Ciwan dakevin qadan hemû qad veguherînin qadên serhildanê veguhrînin qadên raperînê êdî dem hatiye ku em hemû derkevin em hesabên herî giran ji faşîzmê bixwazin em baş bizanibin dewleta faşîzim biryar daye ku gerîlayên Kurdistanê ,Kurd ,Kurdistan li ser rûyê dinyayê nehêle gereke em vê baş fêm bikin û li gorî wê em dakevin qadan ,dijmin ne tenê dewleta Tirkiyê ye dijminê ku niha vê pilanê dide meşandin
yên ku gazên kîmyawî li ser zarokê vî gelî didin meşandin ,tenê faşîzma Tirkiyê ye ne tenê PDK’ê ye hemû dewletên desthilatdar çi Rûs çi Amerîka ,Îran çi rêjîma Baas çi dewletên hegemon hemû dewlet erênî kirye ku êdî gelê Kurd û Kurdistanê tune bikin.
MEHA COTMEHÊ YA KU KOMPLO DI ŞEXSÊ R3EBER APO DE HATIYE PILAN KIRIN Û HATIYE DESTPÊ KIRINE.
Em bi xwe vî tiştî dizanin ji bo vê yekê bangewaziya me bi taybet ji bo hemî Gel hemî Ciwan hemî Jinên Ciwan re heye hemû qadan bikin qadên serhildanê hemû qadan veguherînin qadên raperînê veguherînin qadên şer veguherînin qadên çalakiyan êdî dem nemaye ku em axaftin bikin êdî dem hatiye ku em hemû faşîzma Tirk Îxaneyta PDK’ê em li ser rûyê dinyayê tune bikin em di meha Cotmehê de ne meha Cotmehê ya ku Komplo di şexsê Rêber APO de hatiye pilan kirin hatiye dest pêkirine ,her wiha bîranîna şehadeta hevala Bêrîtane û her wiha salvegera 30’î emîn ya artêş bûyîna Jinê ye, divê em li gorî vê pêvajoyê li gorî van dîrokên girîng em Jiyan dikin li gorî wê em liv û tevgera xwe diyar bikin ,em hêrsa xwe diyar bikin lazime em bizanibin PKK û Serokatî nîn be em weke gelê Kurd nînin em weke gelê azadîxwaz nînin em vê baş bizanibin eger PKK Partiya Karkerê Kurdistan nîn be û Serokê me nîn be emê ti carî nebêjin em hene emê ti carî nikaribin li hember faşîzma tekoşîn bikin û berxwedanî bikin ,ez careke din dibêjim gerîlayê Kurdistanê yên ku di çiyayê azad de berxwe didin fedayîtiyek bê navber li hember çekên kîmyawî û hemû cûreyên teknîkê yê herî pêşketî berxwe didin tekoşîn dikin şer dikin gereke hemû Gel û Ciwan hemû jinên ciwan berê xwe bidin qadên serhildanê berê xwe bidin çiyayên azad gerîlayên Kurdistanê zarokên vî gelî ne xwişk û birayên me ne keç û xortê vî gelî ne gereke gelê me Ciwanên me Jinên Ciwan hemû jî xwedî li zarokên xwe li gerîlayên xwe li PKK li Serokatî xwedî derkevin.
Weke Ciwanên Şoreşger û Jinên Ciwan helwesta me wê heta dawî heya tune kirina faşîzma dewleta Tirk heta ku em Enqerê û Stenbol, dewleta Tirk em ne rûxînin em perçe nekin em tune nekin em gav paşde navêjin,her wiha PDK’ ê jî bila baş bizanibe çiqas îxanetê bi gerîlayên Kurdistanê re bike çiqasî îxanetê li kurdistanê bike li Kurdan bike em dibêjin êdî bese ji îxanetê re , her çiqasî em li hember faşîzma Tirk şer bikin emê eweqasî li hemberî mala Berezanî PDK’ê şer bikin û îxanetê û faşizmê û dagirkeriyê li ser rûyê Kurdistanê nehêlin û emê faşizma dagirker li ser dinya yê nehêlin û emê heta dawiyê tekoşîn bikin û emê li hember faşizma Tirkiyê û PDK’ê û dewletên desthilatdar emê şer bikin .
DIJWAR EFRÎN
Navê min Dijwar Efrîn e ji xelkê Efrînê me di Tevgerê Ciwanê Şoreşger de cihê xwe digirim di heman demê de dixwazim ser rewşê heyî ku niha li çiyayên azad diqewime binirxînim.
Bi êrîşên dewletên dagirker a Faşîst Tirkiyê ku ev bû 8 mehin bi çekên giran hemû hêzên ku dest wan da û di heman demê de bi çekê qedexe kirî bi kîmawî li gêrîla dixê dixwazê divê êrîşê xwe de pkk’ê hêza pkk’ê tune bike,dixwazê Kurd hemî tune bike, lê berxwedaniya ku li hemberî van çekên giran dibin li hember çekên dij mirovî didin berxwedanekî bê hempaye berxwedanekî mezin e.
Di çiyayên azad de Tirkiyê û hemû dewletên ku dengê xwe nakin bi çekên qedexe kirî dijî mirov bi kar tînin li hember gêrîla û li hember hêza parastina gel ,helwesta me wek Ciwanên Şoreşger helwesta me wê ew be ku li kêlek gerîla bisekinin, di heman demê de berxwedaniyê jê re bike, divê encamê şerê xweda Tirky dixwazê wek bêjin gelê Kurd tune bike moralê me bixînin ,bila baş zanibin dewleta Tirk û dewletên pêre ku îtîfaq dikin li hember gêrîla bila baş zanibin ku em moralê xwe bi şehadetê naşkînin ,tersî wê em ji şehadetên hevalên xwe moralê digirin û sozê xwe nû dikin ,bila dewleta Tirk û hevkarên wê û malbata Berzanî baş zanibin wê helwesta me jî ev helwesta be ,wê bibe berxwedanî li hember dijminên hov bibe berxwedanî û emê bi seknekî giran û bi serbilindî û bi berxwedanîyek mezin li dijî vê dijminê ku dixwazê me tune bike emê li hember vê bi sekinin û helbet emê wê tune bikin ,dewleta Tirk û hevkarê wê malbata Berzanî ê ku îxanetê dikin ê zarokên wan di çiyan de qetil dikin bila malbata Berzanî baş zanibe ê ku dihêlin li serê wan çekên qedexekirî bişoxilînin ew jî gelê wane ew jî Kurdin di dawiyê de em dibêjin, bangê me ji her Ciwanî re heye û ji gel tevahî re bila gelê me bi ser bilindî bi berxwedanî bi fikir û felsefa Rêber Apo bila xwe berdin qadan û qadan bihejînin .
XALID EFRÎN
Navê min Xalid Efrîn e berdevkê Ciwanên Şoreşger ê herêma Efrîn ê ,tê zanîn ev 8 heyîvin ser gerîlayên çiyayên azad êrîş çêdibe êrîşek wehşî çêdibe bi çekên kîmawî çêdibe û hemû dewlet bêdeng dibin li beramberî dagirkeriyê êrîş xwe çekên qedexe kirî li beramberî gerîla dimeşîne lê hemû parê xwe di vê êrîş de hene, çekên kîmawî êrîş çiyayên azad dike ,helbet bê dengiya dewleta agahiyên xwe jî ji vê tiştî jî hene lê em dibêjin ji hemû dewletan ra ev xeta xiyanetê ye li ser berxwedaniya gerîla bila ti carî jî berxwedaniya gerîla ev êrîşa çekên kîmawî û ev xiyanetên ku çêdibin morala gerîla hêza gerîla li beramberî dagirkerîyê naşkê Em hêz dibin
Em jî wek Tevgerê Ciwanên Şoreşger hêza me li beramberî dagirkerî em hêz dibin û em beramberî dagirkerî tola me jî zêde dibin, lê em jî moralên xwe hêza xwe ji berxwedaniya gerîla digrin,gerîla her tim rûmeta meye ,em dibêjin gerîla bigeha civakê meye em hêza xwe ji berxwedaniya gerîla digirin, helbet jî demê em şehadetê didin û li hember dagirkerî û li hember xeta xiyanetê jî hêza me jî tola me jî li beramberî dagirkerî zêde dibê lê em dibêjin ev xiyanet êdî bese jê ra, ji dagirkerî re bese soza me jî heya dawî jî emê dagirkerî û xeta xiyanetê têk bibin û ev soza meye û em li pişta gerîla bin.