NAVENDA NÛÇEYAN-Îro bi pêşengtiya Tevgera Ciwanên Şoreşger û Yekîtiya Jinên Ciwan ya Herêma Cizîrê de bi kar anîna çekên kîmyawî ji aliyê dewleta Tirk a dagirker ve hat şermezar kirin her wiha berxwedana gerîla hat silav kirin. Çardin Ciwanên Minbicê ji bo êrîşên li ser gerîla kon vekirin.
Îro di pêşengtiya Tevgera Ciwanên Şoreşger û Yekîtiya Jinên Ciwan ya Herêma Cizîrê de ji bo şermezar kirina bi kar anîna çekên kîmyawî ji aliyê dewleta Tirk a dagirker ve li ser gerîla li herêmên parastina medya yê , metîngek li sitdgeha Heysem Kiço a ku li Bakurî Rojavayê Qamişlo hate li dar xistin , bi sedan Ciwan û Jinên Ciwan ji Herêma Cizîrê herikîn Sitadgehê li sitadgehê bi alên PKK û wêneyên Serokatî hatibû xemilandin her wiha wêneyên 17 şehîdên ku bi çekêm kîmyawî şehîd bûne hatibûn xemilandin li aliyekî din jî pêşengeh jî hatibû pêşkêş kiRin di pêşengehê de hemû alavên ku gerîla bi kar tîne di jiyanê de weke Şal, Şapik, Şeleme, Maqap hatibû pêşkêş kirin .
Mîtînga Ciwanan bi deqeyek rêzgirtin dest pêkir piştre Hevseroka TEV_DEM Rûken Ehmed axivî Ehmed bal gişamd li ser rola gerîla di têk birina DAIŞ de ,her wiha wateya gerîla di nava gelan de û got: ”Gerîlayên azadiya Kurdistanê bi îradeyekî xort li hemberî hovîtiyê şer dike li hemberî hemû teknîka serdemê bi fedayetî şer dike”. Her wiha Rûken Ehmed xîtabî ciwanan kir û got : ”Ciwanên hêja win dizanin gerîla ji bo hûn azad jiyan bikin gerîla di çiyayê Kurdistanê de bi rojan solan ji lingê xwe danayîn in û bi mehan tî û birçî dimîn in ,yên ku bû sedem ku gerîla şehîd bikevin PDK ye eger hesab xwestinek hebe divê biçin ber deriyê PDK ê û ji PDK ê hesab bixwazin” .
Her wiha li ser navê saziya malbatên şehîdan Necah Gilo axivî Necah Gilo bal kişand li ser çalakiya fedayî ya Şehîd Rûken û Şehîd Sara û got : ”Heval Sara û Rûken çalakiya fedayî li Mêrsinê kirin û canê xwe dan ber bomban di hûndir dilê dijmin de xwe teqandin armanca wan ne tenê kuştina eskera bû di heman demê de şer xistina hindirê Tirkiyê bû”.
Her wiha di dawiyê de li ser Navê Tevgera Ciwanên Şoreşger û Yekîtiya Jinên Ciwan Rîm Hesen axivî ,Rîm di axaftina xwe da bal kişand ser rola PDKê di şehîd xistina 17 hevalan de .
Di dawiyê de hunermend Baran Dilbuhar stranên şoreşgerî pêşkêş kir.
Bi diruşma “Werin Cenga azadiyê” şêniyên Minbicê êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî Herêmên Parastinê yên Medyayê û bikaranîna çekên kîmyewî li dijî gerîla ji bin konê çalakiyê ku Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê ya Minbicê li naverasta bajêr li dar xistiye, şermezar kirin.
Di çalakiyê de bi sedan şêniyên bajêr û gundewarên wê, şêx û rûspiyên eşîrên Ereb, nûnerên ji partiyên siyasî, saziyên civaka sivîl û saziyên Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a Minbicê amade bûn.
Di bin kon de wêneyên Rêberê Gelan Abdullah Ocalan, wêneyên şehîdên gerîla yên di êrişên kîmyewî yên dagirkeriya Tirk de şehîd bûbûn, pankartên “Em bibin yek, tolê hilînin û dagirkeriyê têk bibin”, “PKKê hebûna demokratîk û yekane projeya jiyana hevbeş, wekhevî û azad e, ji lew re dem hatiye ku ji “lîsteya terorê” derkeve” û “Dem dema azadiya rêber Apo ye” û “Werin cenga azadiyê” hatin daliqandin.
Çalakî bi pêşandana dîmenên belgekirî yên ji Herêmên Parastinê yên Medyayê ku dewleta Tirk a dagirker çekên kîmyewî li dijî gerîla pêk tîne û berxwedana gerîla bi dawî bû.