NAVENDA NÛÇEYAN – Milîsên Sînan Dêrsîm ên Tevgera Şoreşê ya Yekbûyî ya Gelan (HBDH) 27’ê Cotmehê li ser rêya TOKÎ Uçkûyû ya li navçeya Peyas a Amedê bi şev saet di 22:00 de li hemberî trafoya şîrketa piştevanê AKP’ê çalakiya sabotajê kirin. Di encamê de trafoyê elektrîkê bi temamî îmha bû.