NAVENDA NÛÇEYAN-Ciwanên Şoreşger û Yekîtiya Jinên Ciwan li navçeya El-Cerniyê bikaranîna dewleta Tirk a çekên kîmyawî şermezar kirin. Her wiha li bajarê Şehba li dibistanê li ser berxwedaniya gerîla sînevîzyon hat pêşkeş kirin.
Bi rêxistinkirina Ciwanên Şoreşger û Yekitiya Jinên Ciwan li navçeya Cerniyê ya gundewarê Tebqayê îro piştî nîvro meşeke bi beşdarbûna ciwan û jinên herêmê û xwendekaran hate destpêkirin.
Meş ji pêşiya Navenda Şehîd Mistefa ya Ciwanên Şoreşger dest pê kir û al û pankartên şermezarkirina neheqî û komkujiyên ku dewleta Tirk li dijî Hêzên Parastina Gel û li dijî welatiyên sivîl ên Bakur û Rojhilatê Sûriyê pêk tîne
ber bi sûka gund ve bi tilîlî û silavkirina berxwedana Gerîla meş hat kirin.
Tevgera Ciwanên Şoreşger li Şehba dibistana sînevîzyonek pêşkêşkirin li ser 17 gerîlayên ku bi çekên kîmyewî hatin qetil kirin.