NAVENDA NÛÇEYAN –
Ji Dahorandinên Rêberê Gelan Abdullah Ocalan….
Ji her kesî re, ji hemû raya giştî re vekirî dibêjim; yek jî pêwîste rastiya me ya rêbertî bi vî alî ve baş bê fêmkirin. Em
dikarin bêjin ku ev tevgerek dilêkî mezine. Tevgera Rêbertiyê tevgera evînê ye, tevgera eşqê ye. Pêwîste girêdana bi welat a li vir baş bê fêmkirin, girêdanê mirovahî û bi azadiya jinê re baş bên dîtin. Rêberek naçare mezin hez bike; divê ev baş bê dîtin. Bi qasî aliyê dijmin diqehirîne, divê aliyê wî yê qezenckirina gel jî baş bê dîtin. Milîtanên dixwazin Rêbertî bişopînin, kesayetên dixwazin ji 12’ê Îlonê re bibin alternatîf, ger xwe wisa bafirînin ev dikare
bibe mijara gotinê. Nêzîkatiyên ji bilî vê yên dibêjin; “Pirsgirêkek min a wisa hebû, ez wisa ketim nav buhranê, nizanin wisa min nekarî xwe venerîn bikim” durû ne, ehmeqin, xafilin yan jî sîxurin. Ez bi girîngî vê destnîşan dikim: Yên wisa dibêjin tikaye bila biçin nav refên pergalê. Em pir baş dizanin ku çi dikin. Em pênaseya evîna herî mezin, hesta herî mezin, hezkirina herî mezin û nêzîkatiya herî cewherî ya mirovî didin. Ger tu ne derewkerî, ne durûyî, xwe bi jiyanê û şer ve girêde, wê demê yê herî mezin qezenc bike wê tu bî. Li gorî pênaseya şoreşgerî wek pêdiviya evîna herî mezin wisa şer tê kirin, tu yê wisa xwe bi rêxistin bikî, hest û pêwendî wisa dibin û divê heta dawî bibin jî. Em di heman demê de dibêjin, şoreşa mezin a hezkirinê bikin. Li beramberî êrîşa herî mezin a 12’ê Îlonê ku medya jî bikar tîne û êrîşa dimeşîne em jî di xwe de teqandinek mezin a hezkirinê bafirînin. Girêdanên
hevaltiyê, yê welat, girêdana partiyê em ber bi pêwendiyên rojane yê pir alî, heta yê taybet, nêzîkatî ji zarokan, heval û hogiran re berz bikin. Ger tu mêrxasî ji vê re amade be! Ger tu azadiyê dixwazî, rûmetê dixwazî xwe tevlî vê dozê bikî; dev ji bênamûsiya kevn berde, dev ji ketîbûna malbatê berde, dev ji vê xirecira şexsî berde, ji hemû aliyan ve were ser rêya rast! Ev tiştên ku em dibêjin heta dawî vekirî û balkêşin. Ji ber ku em di vê mijarê de xebatên nû û afirîner dikin pergalê jî jinek porzer a har derxist pêşberî me. Bi hezaran jinê ketî berda131
naverastê. Hema bêje hewl dan me radest bigirin û bifetisînin. Wek min li ser navê xwe binkeftin qebûl nekir, li ser navê mirovahiyê jî qebûl nakim, ji bo jinê jî min qebûl nekir. Ji ber min ev ketîbûna li ser jinê hat ferzkirin qebûl nekir, bi rastî jî, îşkenceyên herî mezin ku li ser hevalên me yên jin ê herî hêja hatin ferzkirin dizanim. Baş dizanim ku wan çawa parçe parçe dikin, laşê wan jî tazî dikin û bi qasî ku bi laşê tazî di TV’yan de nîşan bidin dikevin. Di dîrokê de wekî din di ti şerî de ewqas harî û şêtî nehatiye kirin. Ev kirdarên şerê taybet û 12’ê Îlonê ji jinê re
rewa dibînine.