NAVENDA NÛÇEYAN – Rêbaza esasî ya ku girseyê kom bike û bixe tevgerê, propaganda û ajitasyona raste rast e. Yanî rû bi rû di nav gel de di nav civakê de propaganda û ajitasyon kirin e. Propaganda û ajitasyon li ser esasê rêxistinkirina civakê tê kirin. Yên ku propaganda û ajitasyon dikin pêşengên gel in. Bi propaganda û ajîtasyonê di gel de bawerî tê ava kirin û armaca serhildanê jî tê eşkere kirin. Gel pewîste bizanibe ji bo çi serhildan dike û armanca wan çiye. Armancê çiqas rast û şênber bidin fêm kirin baweriya gel jî wê ewqas zêde be û bi girseyek mezin tevlî serhildanê bibe. Hunermend û ragahandin çiqas tevlî xebatê propaganda û ajîtasyone bibe dengê serhildêran ew qas belav dibe.
Girseye ku ne bi rêxistînî tevlî serhildanê bibe di demek kurt de dibe ku ji aliyê hêzên dewletê ve bên belav kirin an jî rûberûy qetlîaman bin. Yên ku civakê rêxistin dikin pêşengin. Her serhildan pêwîste pêşengen xwe derxîne. Gel dikare pêşengen xwe diyar bike. Di pêvajoya serhildanan de hertim hin kes derdikevin pêş. Di civakên rêxistinkirî de piranî partî an jî rêxistinên jin û ciwanan pêşengtiya serhildanan dikin. Neha di serhildanên Îran ê de jî herî zêde jin û ciwan pêşengtiyê dikin. Di nav wan de xwendekar, karker û bêkar jî hene. Lê dîsan jî bi qasî xwuya dike jin û ciwanên ku tevlî serhildanan dibin zêdetir wek girse xuya dikin. Eger jin, ciwan, xwendekar, karker û bê kar rêxistinbûyînê xwe ava nekin ewê tenê wek girse bimînin. Dema em dibêjin rêxistinbûyîna serhildanê pewîste gelê ku tevlî serhildanê dibe rêxistinbûyîna xwe ava bike. Di pêvajoya serhildanê de her kolan, tax, gund, navçe, bajar, zanîngeh, dibistan, kargeh pewîste komîteyên xwe hebin. Bi rêya van komîteyan bernameya serhildanê bê diyar kirin û pansazî bên derxistin.
Hem di Rojhilatê Kurdistanê de û hem jî di Îranê de gelek rêxistinên veşartî yên gel hene. Dibe ku her rêxistinek li gor derfetê xwe tevlî serhildanê bibe. Ya grîng ewe ku hemu rêxistin di nav hemahengiyekê de li ser esasên bingehîn bi hevre kar bikin. Şoreşa 1979’an ji bo gelê Rojhilatê Kurdistan û Îran ê tecrûbeyek mezin e.
Xala herî girîng parastin û mezinkirina serhildanê ye. Girseya serhildanê bixwe hêza herî mezin e. Lê dîsan jî amûrên ku bi kartînin girîng in. Di hemû serhildanan de amûra ku herî zede tê bikaranîn bendên (barikat) ku li ser rêyan û di nav kolanan de tên çêkirin in. Di hemû şoreşên gelan de bend ava kirin çekek herî mezin ya di destê serhildêran de ye. Dema bend tên çêkirin sînorên bi ewle yên gel tên diyar kirin. Hêzên dewletê nikarin bi hêsanî bendan derbas bikin. Bend ava kirin di girseya gel de ayîdiyetê ava dike û bêhtir baweriya gel xurt dibe. Di herêmeke ku gel xwe di ewlekariyê de hîs bike zêdetir tevlî rêxistinbûyînê dibe. Ev jî hêza gel meztir dike. Bendên ku bên çêkirin pêwîste bên parastin. Şewazê parastina bendan, bi zerevantî (hişedar) dibe. Ew jî serhildêr di nav xwe de komîteyên parastinê ava dikin, ew komîte kesên ku wê di zerevantiya bendan de ceh bigrin diyar dikin. Bendeke ku parastina wê nebe zêde ne bandorker e. Bend sînorên parastinê ne. Yanî ew senger in. Çalakger dikarin li gelek herêman çalaki bikin, lê cihê ku mutlaq biparêzin sînorên bendan in. Di heman demê de dema li kolanek an jî taxekê bend tên çêkirin, civaka di nav sînorê wan bendan de pêwîste baş bên bi rêxistin kirin. Saziyê dewletê li wir neyên hiştin. Sînorên bendan dibin sînorên azadiyê. Serhildêr di wan sînoran de dikarin rehet tevbigerin xwe bi rêxistin bikin û bi plan bikin. Bendên ser rêyan carnan bi kevir, carnan bi maşîneyên dijmin yên ku gel dest daniye ser tên çêkirin. Carnan jî ji ax an jî qomê torbe tên tijî kirin û bi wan bend li ser rêyan tên çêkirin.
Li gel avakirina bendan pêxistina agir jî ji bo serhildanekê pir girînge. Carnan saziyên dewletê û maşînên dewletê tên şewtandin. Lê ji wê zedetir bandora pêxistina agir di aliya manewîyat, moral de bandorek xwe ya mezin heye. Ji ber agir sembole. Agir ji bona hêzên ku azadiyê dixwazin ronahiyê îfade dike. Ji bona hêzên dagirker jî şewtandinê îfade dike. Dîsan agir nîşaneya radikalbûyînê ye. Di serhildanekê de agir çiqas bi hêz bê pêxistin gel ewqas li derdora wî agirî kom dibe. Di heman demê de agir ji bona ku serhildêr ji hev agahdar bin û kom bibin rêbazek herî basit û encamgire. Ji ber agir li kur xuya bike bi şev ronahî bide an jî bi roj dûmana wî diyar bibe, gel yekser xwe digehîne gel agir. Eger di bajarekê de di heman saatê de li gelek cihan agir bi hevre bê pêxistin, li ser dijmin bandorek pîskolojîk a neyînî ava dike, di gel de jî bandorek erênî ava dike. Gel hêza xwe dibîne. Yên ku di tevlîbûna serhildanê de bê biryarbin wan bi biryar dike.
Sembola destana newrozê jî agire. Tê gotin ku, dema kawayê hesinkar serê Dehaq ê zalimker jêdike, wek nîşane agirekî di qesrêde pêdixe. Dema ciwanên li ser çiya jî bi yek carê li her cihî agir pêdixin, artêşa Dehaqê zalimker wî agirî dibîne û ji ber hêza ciwan dibîne, yekser teslîm dibe. Ev destan rastiya gelê serhildêr nîşan dide.
Dê bidome…
Dilovan Feda Ji Bo Ajansa Nûçe Ciwan Nivîsandî….