NAVENDA NÛÇEYAN –
Ji Dahorandinên Rêberê Gelan Abdullah Ocalan….
Ji holê rakirina PKK’ê yeksane ji holê rakirina gelê Kurd û dîsa yeksane ji holê rakirina vebijêrka demokratîk li Tirkiyê. Di vê rewşê de wê kî bê ser desthilatiyê? Turkêşê pir baş wê bê? Jixwe ji niha ve xwe amade dike, tişta ku ew jê re dibêjin demokrasî îro Turkêş xwedî lê derdikeve. Qaşo ew dibe endamê herî baş ê piştî 12’ê Îlonê. Ecewît navê sosyalîstê netewî li xwe kir. Jixwe Turkêş jî heman bû. Niha ji van re dibêjin; “Nirxên bilind dibin.” Nirxên bilind dibin jî yê faşîstin. Belê, piştî çewsandina PKK’ê, Turkêş çiqas demokrate, wê Tirkî jî ewqasî demokrat bibe. Teqez ev faşîzme. Ango wê bibe faşîzmek di asta herî jor de xwe bi sazî kiriye û domdarî bidest xistiye. Li ser
mirovahiya binketî, rastiya gelên tinekirî dibe ku xwe bigihîne saziya ku Hîtler jê re digot; “Îdeala min a hezar salî.” Ango ev bisazîbûna pergala tarî ya hezar salî ye. Ger ev wek dibêjin pêş bikeve, wê şerê faşîst ê dijber serkeftî be, hemû xalên berxwedaniyê bi erdê re bibin yek û li şûn ve heta dawî li gorî wan, “Serdema bexteweriyê” ango îdeala wan a hezar salî li bendê bûn pêk were. Piştî çewsandina PKK’ê teqez ya ku pêk were dê ev be. Di vê mijarê de bila tu kes xwe ber bi xeyalan nexe. Tenê ne ji bo pêşeroja rastiya gelê Kurd ve, gelê Tirk jî di nav de, ji bo hemû kêm netewan rewş ev e. Ango ev şerê şoreşa dijber bitemamî serkeftinê bidest bixe ya ew pîlan dikin wê ji rewşa pîlansaziya Hîtler a hezar salî ne cudatir be. Hinek rejîmên wek ya Frankoya Îspanya 50 salî dewam kiriye hene. Wê ev jî bibe pîlansaziyek dişibe vê rejîmê. Pêkhatin û pêknehatina vê mijarek cuda ye. Lê belê modela piştî PKK’ê dihizirin modelek wisa ye. Ecewît û Turkêş jî wek nirxên bilind dibin pêşkêşkirin û amadekirin jî li ser vî bingehî ye. Ev di nav ekîba şerê taybet de ne. Despêkê ji aliyê hinekan ve hatin bikaranîn, wê vanê di navberê de jî hinekî din bikar bînin. Herweha hikumeta heyî û dîsa partiyên muxalefetê jî bikar anîn. Jixwe hemû jî ji aliyê şerê taybet ve hatibûn amadekirin. Niha dihizirin van di asta herî jor de bikar bînin. Wê ser bixin ango ser nexin girêdayî encamê şerin. Hilweşîn û windakirin jî gengaze. Ger em şer pêş nexin û binkeftina stratejîk bijîn, wê demê ya pêş bikeve dibe ku şerekî bi dehan sal bidome û pergala tarî ya faşîst be. Ji bo gelê Kurdistanê jî, ji bo gelê Tirkiyê jî, heta ji aliyê bandora herêmî ve jî rewş bi vî rengî ye. Jixwe durişma wan ya kevne: Dibêjin; “Ger ji vî welatî re komînîzm pêwîste em ê bînin. Gelekî Kurd pêwîste, wê jî em dê bînin. Ger demokrasî pêwîste wê jî em ê bînin.” Ev durişmên faşîstin. Halbikî, demokrasî çalakiya gelane, şêwazê jiyana gelane. Demokrasî ji cihekî nayê. Ji aliyê cihekî biryara wê nayêgirtin û rûnişkandin. Gelekî Kurd nayê anîn, di dîrokê de heye, divê yê di dîrokê de heyî bê azadkirin. Bêguman li gorî hişmendiya faşîst wê gelekî Kurd ê dixwazin jî bînin, demokrasiya dixwazin jî bînin. Ji kuderê? Ji dojehê, wê ji serdemên tarî bigirin û bînin. Faşîzme ev, wekî din ji ti wateyên din re ne amade ye. Tenê ne hatina wateya demokrasiyê, naşibe ti şêwazên din ên dîktatoriyê jî. Ya plan dikin û dixwazin pêş bixin
vesaziyek faşîzma Hîtler jî li şûn xwe dihêle.