QAMIŞLO – Fermandariya Biryargeha Navenda Parastina Gel NPG’ê di 18’ê Cotmehê de nasnameya 17 gerîlayên azadiyê ku di êrîşên dagirkeriyê yên bi çekên kîmyawî şehîd bûne eşkere kir. Di nava wan de gerîlayê bi navê Serdem Agirî jî hebû. Şehîd Serdem bi eslê xwe ji bajarê Qamişlo ya Rojavayê Kurdistanê ye. Şehîd Serdem destpêkê tevlî xebatên xweparastinê dibe, piştre li ser çeka sûîkastê xwe pêş dixe, dema ku şer li Zapê xurt dibe, derbasî Zapê dibe. Şehîd Serdem ê di asteke diyar de dibe xwedî ezmûn, bi qasî ku kêrhatiyên xwe derbasî hevalên xwe jî bike, ji hevalên xwe jî sûdê digire, xwe ji bo pêvajoyeke şer a mezin amade dike.
Şehîd Serdem Agirî bi layîqbûna xeta Rêber Apo û şehîdan dikeve tevgerê, bi hêza ku dîtina Rêber Apo ya xeyala wî bû, bi ser dijmin de diçe. Şehîd Serdem ê bi lêdana xwe ya li dijmin, bû yek ji kedkarê mezin ê berxwedana li Zapê.
Şehîd Serdem di nava refên têkoşîna azadiyê de jî bi dilnizmî û têkiliyên xwe yên rêhevaltiyê dihat nas kirin. Hîna dema biçûk jî bû kesayetekî dihat hez kirin bû. Dayîka şehîd Serdem jî ku ji me re axiviye anî ziman ku Şehîd Serdem kesayetekî jîr, jêhatî û zana bû û got; Navê min Hemdiye Ehmed, ez dayîka şehîd Serdem im. Şehîd Serdem hîna dema ku biçûk bû jî kesayetekî aram, sakîn û dihate hez kirin bû. Tu carî kes jê aciz nedibû. Dibistan heya refê 6’an xwend, piştre berda û bi bavê xwe re kar kir.”
Di nava bê dengiyekê de ku tenê meraqa azadiyê dikir, di sibeheke zû de berê xwe ber bi riya azadiyê ve zivirand. Hemdiye derbarê tevlîbûna şehîd Serdem de wiha dibêje; “Rojekê sibehê ji xew rabû got ez îro naçim, bila bavê min biçe, eynî sibehê derket derve û êdî venegeriya. Me jê re li telefonê da ji me re got, ez tevlî YPG’ê bûme, destê xwe ji min re berdin. Em jî êdî ewqas zêde lê negeriyan, tenê agahî derbarê wî de dihatin. Heya dema ku şehîd jî bûye em pê re neaxivîn.”
Kesayetekî ku di nava şoreşê de mezin bibe, di nava civakeke ku bi fikrên azad hatiye perwerde kirin de xwedî bibe helbet wê hezkirina wî ji doz û çeka wî re çêbibe. Bavê şehîd Serdem diyar kir ku şehîd Serdem ji çek û cilên lekşerî pir hez dikir; “Navê min Mihemed Ebdê ye, ez bavê şehîd Serdem im. Bi şihadeta Serdem serê me bilind e. Serdem kesayetekî xwedî taybetmendiyên gelekî baş bû. Kêfa wî pir zêde ji çek û cilên YPG’ê re dihat. Dema ji malê derketibû çûbû Tebqayê, ji xwe xalê xwe re ser telefonê peyamek şandibû gotibû, ez niha hatime gel YPG’ê û bila diya min ji min re dûan bike ji bo ez biçim çiya. Dema me wisa bihîst em pir kêfxwaş û rihet bûn. Destpêkê me digot qey winda bûye yan jî tiştek bi serê wî hatiye, lê dema ev agahî da me em kêfxwaş bûn.”
Bi hezaran ciwanên ku di riya azadiyê de canê xwe dane, ji bo mirovahiyê hem êş û hem jî sefirazî ava kirine. Ji bo şehîd Serdem jî eynî tişte, dema ku şehîd dibe civaka wî diêşe lê di heman demê de jî, bi dehan ciwanan di riya azadiyê de soza tolhildana Serdeman dane. Bavê şehîd Serdem jî diyar kir ku çiqas şihadeta wî me biêşîne jî, emê her serbilind bin û got; “Piştî ku çû çiya li wê derê nêzî du salan ma, piştî şihadeta wî heval hatin mala me agahî dan me ku ew şehîd bûye. Bi vê agahiyê em pir êşiyan, lê di eynî demê de jî em pê serbilind in.”
NC// Hêvîdar Goyî