MEXMÛR – Di saetên piştî nîvro de, li Parka Şehîd Aryen Cûdî ya li Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî bi pêşengtiya Meclîsa Gel û Komîteya Çalakiyê şahiyek ji bo 1’ê Mijdarê Roja Cîhanî ya Kobanê hat li darxistin. Beriya ku şahî were destpêkirin, ji bo tevahî şehîdên Tevgera Azadiya Kurdistanê deqeyek rêz hat girtin. Piştî rêzgirtinê ji aliyê Endamê Meclîsa Gel a wargehê, Bêwar Unver ve daxuyanî hat dayîn.
Bêwar Unver di destpêka axaftinên xwe de tevahî şehîdên şoreşê bi bîr anî û wiha got: “Di 15’ê Îlona 2014’an de çeteyên DAIŞ’ê bi hevkariya dewletên herêmî û derve bi awayek hovane êrişî bajarê Kobanê kirin. Destpêkê ev êrîş ji sê aliyan ve destpêkir, piştî gihişt bajarê Kobanê dewleta Tirk a faşîst jî bû hevkarê çeteyên DAIŞ’ê û êrişî Kobanê kirin. Çeteyên DAIŞ’ê çekên pêşketî yên ku ji dewletên wek Amerîka û dewletên Rojavayî yên li Musil û Reqayê bi destxistîn, êrişî bajarê Kobanê kirin. Li himberî van êrîşan jî keç û xortên Kurd ango hêzên parastina Rojavayê Kurdistanê wek hêzên YPG-YPJ mal bi mal, tax bi tax heta nava bajarê Kobanê berxwedaniyek bê hempa kirin. Ev berxwedanî bû dengek li hemû Kurdistanê, Rojhilata Navîn û hemû cîhanê belav bû. Ji ber vê sekna lehengane, berxwedêrî û wêrekiya keç û xortên Kurd bi qasî zêdetir ji 50 welatan kesayetên wek rewşenbî, nivîskar, saziyên mafên mirovan, mirovên demokrat, hêzên enternasyonal kombûn, roja 1’ê Mijdarê weke roja Cîhanî ya Kobanê îlankirin.”
Piştî axaftinê bername bi gerandina govendê û siloganên ‘Bijî Berxwedana Kobanê’, ‘Bijî Serok Apo’bi dawî bû.