WAN – Yekîneyên Tolhildanê yên Şehîd Zindan Bor, ji bo 17 gerîlayên azadiyê yên li Zapê di encama êrîşên kîmyewî de şehîd bibûn, li Taxa Xaçortê ya Wanê çalakiyek li darxistin.
Yekîneyên Tolhildanê yên Şehîd Zindan Bor diyar kirin ku 31’ê Cotmehê saet 20.00’an li taxa Xaçortê ya Wanê bi molotof, bombeyên bi destan hatine çêkirin û fîşekên hewayî çalakiyek li darxistine.
Piştî çalakiyê yekîneyê daxuyaniyeke nivîskî da û diyar kir ku çalakî ji bo 17 gerîlayên di encama êrîşa çekên kîmyewî ya dewleta Tirk a dagirker de şehîd bûne, hatiye li darxistin.
Yekîneyê diyar kir ku di çalakiya bi molotof, teqemenî û fîşekên hewayî de 3 wesayîtên zirxî hatin derbkirin û neçar man ji cihê bûyerê vekişin, piştre jî 3 wesayîtên zirxî yên polîsan hatin derb kirin û 3 polîs jî birîndar bûn.
Daxuyaniya ku hatî dayîn wiha ye;
“Em weke Yekîneya Tolhildanê ya Şehîd Zîndan Bor duh êvarê saet di 20.00’an de li Taxa Xaçort a Wanê li dijî polîsên dijmin ên faşîst çalakiyek li darxist.
Di çalakiya ku me bi molotof û bomebeyên bi dest çêkirî pêk anî de 3 wesayîtên zirxî hatin derb kirin.
Dijminê faşîst ku neçar ma bi paş ve bikişe, vê carê jî xwest bi 3 maşînên zirxî yên din bikeve taxê, lê dîsa her 3 maşînên zirxî derb kirin û 3 polîsên faşîst birîndar bûn.
“Ev çalakî ji bo 17 gerîlayên qehreman ên di encama çekên kîmyewî de şehîd bûne, bi hêza ku me ji Şehîd Sara û Rûken girtiye, hatiye li darxistin. Weke ciwanên Xaçort em her roj li berxwe didin û tola xwe didomînin.”