NAVENDA NÛÇEYAN – Koordînasyona PAJK’ê li ser rewşa siyasî ya li Cîhanê, Tirkiye û Kurdistanê nirxandinek kir. Nirxandin li malpera PAJK’ê hate weşandin.
Nirxandina PAJK’ê wiha ye;
“Em ji pêvajoyeke ku polîtîkayên sed û pêncî salên dawî yên hêzên hegemon îflas kiriye û ji bo avabûna hevsengiyên hegemonî yên nû modernîteya kapîtalîst bi hemû hêza xwe di serî de li Rojhilata Navîn û tevahî erdnîgariyan êrîşan dike, derbas dibin. Qonaxa şerê cîhanê yê siyemîn ê ku di asta kûrewî de êrîş û dagirkeriyên nû pêş dixin û hewl didin gelan bê hêvî bihêlin, ji pêşketinên pir alî re vekiriye. Ev qonaxa pergal rûyê xwe pir eşkere nîşan dide, dikare weke dema herî nêzîkî hilweşînê bê binavkirin. Di van demên kurt ên dîrokî yê “ potansiyala guhertinê di nava xwe de hildigre ” de, potansiyela guhertinê di wê hêzê de ye ku bi têkoşîna şoreşgerî ya jin û gelan pêşiya binkeftina kapîtalîzmê vebike. Îro li gelek aliyên cîhanê, ji Amerîkaya Latîn heta Rojhilata Dûr, ji Ewrûpayê heta Efrîqayê ji bo cilê dînan ê dewlet netewa kapîtalîst li civak û gelan dike biçirînîn, gel derdikevin kolanan û neqebûlkirina xwe ya rewşa heyî diyar dikin û peyama hatina “dema guhertinê” didin. Gel êdî naxwazin barê vê pergalê hilgirin û lêgerîna xwe ya pergala azadîxwaz û demokratîk di her firsendê de tînîn ziman û têkoşîna vê dikin.
Daxwazên gel ên guhertinê jî, ji aliyê hêzên modernîteya kapîtalîst bi xwînê tê tepisandin, bi şerên hatine pêşxistin û bi aboriya van şeran dixwazin hebûna xwe berdewam bikin. Hêzên hegemon ên li Rojhilata Navîn qrîzê kûr dikin, dem bi dem riya xwe ber bi Qafkas û Ewrûpaya Rojhilat dişemîtînîn û dewletên netewê li hemberî hev didin şerkirin, paşê jî qaşo di bin navê “aşîtî û hevpeymanê” de xwe bi xwîn û firmêskên çavan xwedî dikin. Di şerê Qarabax ê Ezerbeycan û Ermanîstanê de, mirovan li Qerebaxê ji cih û warên wan derxistin, paşê jî weke qet êş nehatibin jiyîn, dest bi karên înşaatê kirin. Bi sorkirina hêzên hegemon û hewesên Rusan ên pêşbirka hêza hegemon, şerê li Uqranyayê destpêkiriye, ji nihave bi deh hezaran mirovan jiyana xwe ji dest dane. NATO ji aliyekî ve çek dide Uqranya , ji aliyê dinê jî Erdoxanê bazirganê xwînê yê heremê û NY dixe dewrê û genimê heremê didize. Hîn termê mirovan di bin xirbeyan de ji bo projeyên înşaatên nû destê xwe germ dikin.
Pergala kapîtalîst ji aliyekî ve kaosek cidî dijî, ji aliyê dinê jî hewl dide xwe bi vî kaos, qeyran û şerî xwedî bike. Cîlaya pergala kapîtalîst li Rojhilata Navîn xwe nagre û dikeve valetiyê. Ji ber vê sedemê weke rêbaza pergala xwe li ser piya girtin û hêzbûyînê, hewldide şer li tevahî cîhanê belav bike. Navenda şerê cîhanê yê 3. Rojhilata Navîn û Kurdistan be jî, bi şerê Uqranya gihaşt sînorên Ewrûpayê. Ev jî girêdayî ji bo xwe kirina hêz a NATO ku weke “mirina mêjî çêbûye” nav lê dihat kirin û hewldana berdewamkirina hegemonyaya xwe ya DYE ye. Hebûna vê îttîfaqê piştî hilweşîna Sowyetan rewşeke bi nîqaş bû, lewma hertim xeteriya dijmin û terorê avadikirin û dixwestin yekîtiyê li ser piya bigrin û bandora DYE zîndî bihêlin. Emerîqa hewldide tevahî welat û hêzên cîhanê li ser dijbertiya Rusya û Çînê bike alî û perçeyeke vî şerî. Di hêlekê de jî tê wateya ji paradîgmaya sedsala 20. a dema xwe tijî kiriye hêvî dikin. Em dizanin, di sedsala 20. de bi hebûna eniya sosyalîst û dijbertiya wê hişt xwe rêxistin bike û temenê xwe dirêj bike. Kapîtalîzm li dijî nirxên ku sosyalîzm wan diparêze, bi gotinên dewleta sosyal û demokrasiyê xwe cîla kir, di sedsala 21. de jî ji ber li beranberî vê qeyrana avaniyê nikare xwe nû bike û ji nav derkeve, polîtîkayên xwe yên berê carekedin rojane dike. Lê em dizanin ku di rastiya dewlet netewên kapîtalîst de timî di bingehê peywendî û berjewendiyan de polîtîkayek mijara axaftinê ye. Bi temamî dijbertî, weke di sedsala 19. de avabûna enî û bloqan berovajî rastiya fînans kapîtalê ye. Rewşa tê jiyîn; di civakê de avakirina tirsê, civakê bi desthilatdariyê ve girêdan û tevahî hêzan li derdora vê nakokiyê kirina alî û dana pevçûnê ye. Îro di navbera dewletên Awrasya û Rojava de têkoşîna hegemonya ya weke pevçûna hêzê derdikeve holê, dikare weke şerê hêzê ya di nava pergalê bi xwe de were binavkirin.
Di demeke wiha de weke Rêbertiya me jî pêşbîniya wê kiriye bûyîna rêya siyemîn ango li şûna bendewariya ji hêzên pergalê yan jî bûyîna alî, bi xwe xeta xwe ya azadî û şoreşê pêşxistin û têkoşîneke di lehê civajê de peşketinan biafirîne pêşxistin girîngiya wê ji her demê zêdetir e. Di çerçoveya paradîgmaya Rêbertî de feraseta me ya diyalektîkê me ji mehkûmî û alîgiriya tûj a qutban rizgar kiriye. Bi nêzîkatiyek di bingehê rêgezan de hîn bêhtir azad, pir bi hilbijarte, piraniyê bingeh girtin û civakî, em ji bo polîtîyên bingehîn ên demê dikarin alternatîfê pêşbixin. Ji xwe civak bêriya vê dike. Ji ber bi rastiyek desthilatdariyê ya wê dixe nava dualiya “ji xwe re ji mirinan mirin biecibîne” re rûbirûye. Ji ber vê sedemê bi riya sêyemîn ango nêzîkatiyek ku em dikarin bibêjin alternatîf, rêxistin û pergala civakî ya em pêşbîniya wê dikin bi hêza xwe biafirînîn û di demeke wiha de em dikarin derketinên gelekî mezin pêşbixin. Bi vî avayî em dikarin bibin alternatîf û nêzîkatiya me ya paradîgmayî şênber bikin.
Demên qeyranan demên ku hertim pêşiya serkeftinên mezin ên fikir û rêxistinên alternatîf vekiriye û bandora hêza wê mezin bixwe ne. Tenê bila rêxistina vî fikrî pêşbikeve. Rêxistinbûn temsîl û avakirina ya nû ye. Ji ber vê sedemê jî bijardeya nû ya xwiya û şênber dibe, wê bibe derketinêk weke avaniyek nû ya ji navbera qaosê û her ku vê hêzê nîşan bide wê serkeftinê biafirîne.
Têkoşîna Kurdistanê têkoşîneke gerdûnî ye
Aliyeke herî girîng a êrîşa pergala kapîtalîst li ser Rojhilata Navîn mêtingeriya aborî û talan be jî aliyeke din a bingehîn jî civak û aliyên berxwedanvan ên bi pergala heyî re nabin yek û berxwedidin anîna rê û vê berxwedanê bi temamî ji holê rakirin û li dijî pergalê ti hêzek nehiştine. Ji ber vê jî tevahî hêzên nirxên wan ên dîrokî û komînal xurtin, bingehê wan ê civakî û çandî xurtin dikin hedef. Bi taybet jî tevgereke weke PKK û gelê Kurd ku xwedî damareke berxwedanê yê xurte, ji bo tevahî gelan û hêzên li dijî pergalê rêyeke alernatîf pêşkêş dike. Yê hêvî û hêza berxwedana li dijî pergalê dide tinekirin jî halê hişmendiya “Kurdistana xeyalî li vir binaxkiriye” ya di roja me de ye. Hewldidin tinekirina Kurd û berxwedanvanan û êrîşên li hemberî wan di asta ji bo herkesî bibe îbret de pêşbixin. Weke yek ji kêm tevgerên ku li cîhanê têkoşîna gerîlla didin, hewldana tasfiyekirina vê berxwedanê hewldana ji holê rakirina tevahî şopên dîroka berxwedanê û hêviyê ye. Em tenê nûnertiya hêviya azadiya jin û gelê Kurd nakin. Weke pêwîstiya bîrdoziya xwe, ji ber em xwediyê xeta sosyalîzma demokratîk in û pêwîstiya paradîgmaya Rêbertiya me diparêze, em xwedî vê mîsyonê ne. Ji ber mîsyona gerdûnî ya em hildigrin û ji ber rewşa jeopolîtîk û stratejîk a rojane em di navê de ne, azadiya jin û gelê Kurd nûnertiya Rojhilata Navîn dike. Ango bi qasî em şoreşgeriya Rojhilata Navîn bikin emê xwe biparêzin.
Weke tevgereke li Rojhilara Navîn li dijî vê pergalê di bingehê têkoşîneke radîkal de hebûna xwe pêşdixe û li beranberî pergala kapîtalîst pergaleke alternatîf avadike, em têkoşînê dimeşînîn. Di demeke ku tevahî têkoşînên sosyalîst û demokratîk li hemberî kapîtalîzmê binkeftin, fikra ku têkoşîna şoreşa gelan li dijî kapîtalîzmê serkeftî nabe rûniştibû û civak bê alternatîf hatî hiştin de, bi paradîgmaya Rêbertî em hatin rewşeke ji pergalê, cîhanê û dîroka şoreşan re mudexale dikin. Bi feraseta pergala konfederal, bi têkoşîna avakirina jiyana komînal me azadiya jinê ji qada teorîk derxist û kire pergaleke jiyanê û hêza pratîkî ya pêkhatî. Ji şerê bi giranî teknîk a sedsala 21. û li dijî tarzê têkoşîna lîberal kirî, bi têkoşîna gerîla û weke navendeke berxwedanê yê xurt di nava têkoşîneke fedayî ya xurt de bûyîn me cudatir dike. Ev jî sedema pêşketin û ji cîhanê re hêvî bûyîna me ye. Hêza me ya herî mezin; pratîkî kirina bîrdoziya me û ji bo baweriya xwe têkoşîna bêhesab a meşandina me ye, di bîrdozî de ji xefik û hişmendiya pergalê qutbûna me ye. Ev ji xwe hêza Rêber Apo ye. Di vê wateyê de gerdûnîbûna têkoşîna em li Kurdistanê dimeşînîn xwe careke din nîşan dide. Hêza me ya bandorkirina cîhanê derketiye holê. Ji bo şikandina vê bandorê û tasfiyekirina tevgera me, tevahî hêzên desthilat ên navnetewî bûne yek û di bingehê parvekirina erkên xwe li dijî me di nava şerekî de ne. Di vê mijarê de rola bingehîn û erka tasfiyeyê bi rêbazên leşkerî û komkûjiyan pêkanînê jî dane dewleta KT. Ji damezrandina wê heta niha dewleta Tirk a faşîst di qutkirina damarên berxwedana gelên heremê û li Rojhilata Navîn bi rehetî bezandina hespa xwe ya emperyalîzmê, talan û dagirkeriya xwe pêkanînê de rol lîstiye. Di dîroka 24’ê Tîrmeh 1923’an de bi hevpeymana Lozan a qaşo “aşîtî” ku hêzên emperyalîst pêkanîbûn sedsalekê bi qirkirina sor û spî rûbirû hiştin.
NATO weke hêza bingehîn a li dijî tevgera me şer dimeşîne, ji ber vê sedemê di civîna xwe ya dawî de bîryarên girtine ne nû ne, ji xwe şerê bi salan berdewam dike ketina wê ya asteke nû ye. Rejîma Erdoxan a faşîst ku li ser vî bingehî hatiye erkdarkirin û bi salane ji bo tesfiyekirina tevgera me her cure rêbaz ceribandiye, di heman demê de îtîrafa “ez êdî nikarim heq ji PKK bêm” e. Her ku TC li beranberî gerîlla wenda dike, bêhtir xwe dispêre yên wî xwedî dikin û ji bo derengxistina hilweşîna xwe li rê û rêbazên nû digere. Cihê xwe yê jeopolîtîk bikartîne û ji nakokiyên nav hêzên hegemon fêyde digre. Li ser vî bingehî dixwaze qirkirina Kurdan pêkbîne û ji hegemonyayan parekê werbigre. Şefê faşîst Erdoxan ku hebûna xwe li ser qirkirina Kurdan avadike, tevahî derfetên teknîkî yê ji NATO digre bikartîne, çekên kîmyewî jî di navê de her cure tewanên şer pêktîne, ev nîşaneyên perpitînên dawî yên wî ne.
Li ser Başûrê Kurdistanê êrîşên dagirkeriyê yên kete meha xwe ya heftemîn, bi awayek bê tewazin, wehşî û bi çekên kîmyewî tê meşandin. Li dijî van êrîşan berxwedana gerîlla ya pêşdikeve meznahiya têkoşîna azadiyê û bedewiya serkeftina bêgîhaştin nîşandide. Di kesayeta gelekî de mirovahiya cîhanê, sekna civaka azad, nirxên komînal û demokratîk li berxwedidin. Di kesayeta gelekî de çanda xwedavendiyê, civaka exlaqî û polîtîk li berxwedide. Di kesayeta ewladên xweşik û bijarde yên vî gelî de dîrok tê rojanekirin. Ev sekna qehremanî, mirovî û fedekarî ya dîrok û civakan wenda kiriye di kesayeta mîlîtaniya APOCÎ de careke din zîndî dibe û dibe malê dîroka azadiyê. Bi pêngavên Bazên Zagros û Cenga Xabûr a şoreşgerî ve destpêkê li Zap, Metîna, Avaşîn û li tevahî qadan berxwedana bi bawerî û vîneke mezin tê meşandin, weke nîşaneya mîrasa serkeftina 50 salî ya gerîllayên modernîteya demokratîk ji niha ve cihê xwe di nava rûpelên dîrokê de girtiye. Faşîzma AKP-MHP li hemberî gerîlla li Zapê binkeftina xwe ya dîrokî dijî. Xiyaneta PDK’ê jî wê nikaribe vê binkeftinê asteng bike.
Îro herkes dizane ji bo desthilatiya AKP-MHP dawiya rê hatiye. PKK çawa di dîrokê de tevahî desthilatî mehkûmî binkeftinê kiribe, wê aktoreke din ê şerê taybet jî bi hêza berxwedanê bavêje zibla dîrokê. Rêbertiya me dibêje; “ Dîrok du çem in, herîkîna van çeman di dîrokê de bi berxwedanê hatiye diyarkirin ”. Dema em dikevin sala sedemîn a Hevpeymana Lozanê Kurdan êdî pencên qirkirinê perçe kirine, bi paradîgmaya Rêbertî, bi hebûn û zanebûna xwe gihaştiye rewşa destxistina serkeftinê. Rejîma faşîst TC jî ji bo ji çirava ketiyê rizgar bibe diperpite. Desthilatdariya diperpite jî wê kengî can bide, ev jî wê bi berxwedan û sekna gelê me bê diyarkirin.
Têkoşîna jinan garantiya serkeftinê ye
Dema sedsala 20. ji têkoşîn û berxwedana çîna karker û tevgerên rizgariya netewî re, ji hewldana avakirina pergala alternatîf re şahîdî kir, di roja me de jî pêşketinên girîng û bilindbûna têkoşîna jinan derketiye holê. Bilindbûna têkoşîn û zanebûna jinê gihaştiye asta tirsandina pergalê û lewma tedbîran pêşbixe. Ji berobajîkirina azadiya jinê di aliyê bîrdozî de heta lîberalîze kirin û xistina nava pergalê, her cure êrîşên faşîst û komkûjiyan dicerîbînîn. Em vê herî zêde li hemberî tevgera xwe ya azadiyê ku têkoşîneke herî radîqal dimeşîne de dibînîn. Divê êrîşên TC ên li hemberî şoreşgerên jinên Kurd, siyasetmedar û mîlatanên pêşeng ên tevgera me ji vê polîtîkayê cuda neyê destgirtin. Em gihaştine hêza alternatîfeke bi tarzeke şoreşgerî û radîqal, ew bi xwe jî diyar dikin ku em berê têkoşîna vê serdemê diyar dikin. Lewma jî pir ditirsin. Ji ber vê sedemê fermana êrîşên li ser jinên Kurd û pêşengan didin û rê jê re vedikin ku pêşiya hêza me ya pêşketin û bandorkirina cîhanê bigirin. Divê em jî ji bo van polîtîkayan vala derxînîn, hêza xwe ya bûyîna alternatîfa şoreşgerî hîn bi bandor û veguherînertir bikin. Di bingehê rêgez û pîvanên azadiya jinê de em ji pêşxistina azadiya civakî, li hemberî pergal û hêzên desthilatiya zilam bilindkirina têkoşînê, qadên jiyan û cîhana azad a jinan avakirinê berpirsiyar in. Her wiha di gihaştina tevgerên jinên cîhanê, îttîfaq pêşxistin û bi tevgerên jinan ên hêza herî çalak a afirîneriya pêşketinên serdemêne têkoşîna hevpar pêşxistinê de divê em çalaktirbin. Em xwedî vê hêzêne ku dikarin bandora mezin a têkoşîna me veguherînîn danûstendinên yekeyek, asta xwe ya bîrdozî û teorîk parvebikin, bi xurtbûna xwe ya pratîk û pêşengiya xwe, veguherînîn derketineke şoreşgerî ya mezin. Rêbertiya me pirsgirêkên bingehîn a tevgerên jinan weke “ ji bingehê rêxistinî yê xurt dûrbûn, felsefeya xwe tam pêşnexistin, zehmetiyên di derbarê mîlîtaniya jinê de îdaya wê lewaz dixe ” penase kir. Di van mijaran tevan de me di bingehê paradîgmaya Rêbertî û nava salên mezin ên têkoşînê de pêşketinên pir girîng jiyan kir. Divê em van pêşketinan hîn xurttir bikin malê têkoşîn û azadiyê jinê.
Hêza herî çalak û têkoşer ê vê demê jin in. Di serê qadên têkoşînên herî girîng de têkoşîna azadiya jinê tê. Weke cîns têkoşîna rizgarî û azadiya jinê, ne nigeke têkoşîna azadiya gişti ye, ew bi xwe ye, ji ber azadiya jinê bingehê tevahî azadiya ne. Ji ber vê sedemê têkoşîna azadiya jinê nikare ji têkoşîna civakî û ji têkoşînên demê bê qutkirin. Têkoşîna ji bo azadiya jinê nabe weke rojevên dûyemîn bêne dîtîn. Rêbertiya me sedsala 21. weke sedsala têkoşîna azadiya jinan û sedsala jinan pêş dît. Ev nêrîn bi aqûbeta têkoşînên çînî û dahûrandina kapîtalîzmê ve derketiye holê. Rêbertiya me ji ber pirsgirêkên civakî û rastiya pergala cîhanî baş dahûrandiye, nakokiya bingehîn û şertê azadiyê di bingehê jinê de daniye holê.
Weke tevgera artêşa jin, ji arteşbûnê ber bi partîbûn û heta avakirina pergala jinê, salên mezin ê têkoşîna me û bîrdoziya me îro jî di şerê li dijî faşîzîm, pergala kapîtalîst û artêşên zilam de bingehê şerê herî xurt û berxwedanê ye. Di bingehê hêz û vîneke mînaka wê li cîhanê nehatiye dîtin de, jin îro bûne hêza pêşeng a ji vê pergal û faşîzmê hesab pirsînê.
Jin, mîlîtanên fedayî yên azadiyê li çiyayên azadiyê berxwedanek destanî dimeşînîn. Têkoşîna herî bê aman û herî xurt a xeta azadiya jinê tê meşandin. Vê mîlîtaniyê ji bo tevahî civak û jinan pîvan û asta têkoşîna bê şopandin û were esasgirtin diyar kiriye. Weke mîlîtanên fedayî yên demê Avzem, Ekîn, Berfîn, Arîn, Mîzgîn, Rojda û bi dehan hevalên me yên din ên me navên wan neanî ziman, ji me re rêya di tarzê APOCî de şerkirin, berxwedan, jiyan û azadbûnê nîşandan. Di şopa wan de bilindkirina têkoşînê û bidestxistina serkeftinê erka me ya dîrokî ye.