NAVENDA NÛÇEYAN – Milîsên Îmran Firtina yên HBDH’ê daxuyaniyeke nivîskî weşandin û diyar kirin li Sûltangaziyê wan li firoşkarên tîryakê dane. Di daxuyaniyê de hate diyar kirin ev firoşkarên tîryakê bi dewletê re dixebitin.
Di daxuyaniyê de ev tişt hate gotin “Milîsên Îmran Firtina yên HBDH’ê di 24’ê Cotmehê di serê sibehê de li Taxa 50. Yilê bi sabotajê li dikana çeteyên bi navê Bayraklar ên ku tîryakê difiroşin, da. Ev çete bi dewletê re dixebitin û ev dikan jî wekî depoya tîryakê bi kar dianîn. Milîsên me bi sabotajê li vê dikana çeteyan da û dikan hate îmha kirin.”