BEHDÎNAN – Fermandarê Biryargeha Navenda Parastina Gel (NPG) Mûrat Karayilan rastiya bikaranîna çekên kîmyewî û bombeyên qedexe yên artêşa Tirk a dagirker li dijî Gerîlayên Azadiya Kurdistanê bi kartîne, çima rejîma şerê taybet vî tiştî vedişêre, pêwîstiya bersivdayîna van êrîşan û erkên raya giştî ji ANF’ê re nirxand.
Ji aliyê fermandariya we ve di rojên borî de nasnameya 17 gerîlayên ku di êrîşên çekên kîmyewî yên artêşa Tirk a dagirker de şehîd bibûn, hatibû eşkerekirin. Her wiha dîmenên gerîlayên bi navê Baz Mordem (Mehmet Can Evren) û Helbest Koçerîn (Kevser Ete) yên piştî çekên kîmyewî jî hatin weşandin. Berî her tiştî hûn ê li ser vê rewşê çi bibêjin?
Beriya her tiştî divê bê zanîn ku îro berxwedana lehengiya dîrokî ya li Zap, Avaşîn û Metîna ku di têkoşîna azadiya gelê me de xwedî cihekî gelekî girîng e, 6 meh û nîv bi dawî bûye. Gelek aliyên vê berxwedanê heye ku were nirxandin. Dibe ku ev yek li ser zemînên cuda were nirxandin, lê di pêşxistina vê berxwedanê ya di vê astê de rola herî mezin a şehîdên me yên leheng in. Ev berxwedan di xeta Rêber Apo de bi fedakariyeke mezin û fedakariyeke mezin dewam dike, hatiye qonaxa îro. Di şexsê hevrê Baz Mordem û Helbest Koçerîn de em hemû şehîdên vê berxwedanê yên leheng bi taybet hevrêyên xwe yên bi çekên kîmyewî şehîd bûne bi bîr tînin û soza xwe ya ku me daye wan em dubare dikin. Em deyndarê wan in. Wan bi qehremanî û berxwedana xwe xizmeteke mezin ji gelê Kurdistanê û hêzên demokrasiyê yên herêmê re kirin. Li ser navê gelan bi berxwedaneke mezin pêşia pêleke mezin a faşîzmê girtin û şehîd bûn.
Ji ber ku me dîmenên hevrê Baz û Helbest pêşkêşî raya giştî kir, di serî de ji dayîk û malbatên hêja yên şehîdên me yên bi rûmet û ji hemû welatparêzan lêborînê dixwazim. Ez wisa difikirim ku malbat û gelê me wê fêm bikin ji bo ku em rastiya li qadê bi rengekî berbiçav bibînin me ew dîmen weşand. Bêguman em axînên hevrêyên xwe yên ku wijdan şikandine û ji êşan diqelişe, li erdê nehêlin. Em ê doza wan bigihînin serkeftinê û wisa xwedî li soza xwe derkevin. Şehîdên me yên pîroz bi berxwedana xwe xizmeteke mezin ji doza pîroz dikin, bi şehadeta xwe di serkeftina doza me de jî roleke mezin dilîzin. Diyar e hevalên Baz û Helbest jî bi şehadeta xwe di vê mijarê de roleke girîng lîstin.
Wan dîmenan di civakê de hêrsek çêkir, di nav raya giştî û aliyên demokratîk de bertek çêbû. Li aliyê hember jî helwesteke ku red dike, dîmen red kir û dev ji pênasekirinekê berdin li dijî nîqaşa wê jî derket. Hûn mijarê çawa dinirxînin?
Gelê me û dostên me yên birêz, hemû derdorên bêalî û xwedî wijdan ên alîgirê mafên mirovan divê ji vê yekê teqez piştrast bin; Hêzên Çekdar ên Tirk li ser xaka Başûrê Kurdistanê bombeyên qedexe û çekên kîmyewî bi kar tîne. Di daxuyaniyên me yên derbarê bikaranîna van çek û bombeyên qedexe û kîmyewî de, şaşî û an jî mubalaxayeke biçûk jî tune. Ev tiştên hatine diyarkirin, hemû jî tiştên teqez in. Her kes dikare ji zelaliya van agahiyên di vê çarçoveyê de bawer bin.
Bi rastî jî me bi êrîşa li Garê ya di Sibata 2021’an de ev aliyê şer her tim anî ziman. Lê belê, zêde cih negirt. Gelek sedemên vê yekê hene, lê ez difikirim ku ne mijara vê hevpeyvînê ye. Lê belê ev 2 sal in dewleta Tirk vê rewşa ku me behs kir her tim bi bêdengî tine kir û bersiv neda. Bi tenê sala par Hûlûsî Akar gotibû, “Em çekên kîmyewî bi kar naynin; em bi tenê gaza îsotê bi kar tînin, “wî diyar kiribû. Lê gaza îsotê jî madeyeke kîmyawî ye û li gorî qanûnên şer bikaranîna wê di şeran de, bi taybetî jî bikaranîna wê ya li qadên girtî sûc e. Dewleta Tirk Peymana Çekên Kîmyewî îmze kiriye û soz daye ku wê bi kar neyne. Tevî vê yekê, wan ne tenê gaza îsotê, lê di heman demê de gelek maddeyên kujende yên li ser mirovan bandorên cihê çêdikin jî bi kar anîn. Ligel van tiştan nedixwestin ev mesele were rojevê. Ji ber vê jî tu nîqaş nedikirin.
HEKE JI XWE BAWER BIN, DERFETAN BIDIN HEYETÊN SERBIXWE
Herî dawîn dema belgeyên herî şênber hatin pêşkêşkirin, di heman rojê de bêyî lêkolîn û lêpirsînê gotin ‘Ev propagandaya PKK’ê ye, dezenformasyon e’ û red kirin. Tiştên wekî ‘Artêşa me paqij e, di envantera me de çekên wisa tune’ gotin. Lê ji ber ku êdî her tişt li ber çavan e, bi psîkolojiya sûcdarî û telaşeke mezin ev tişt red kirin. Ji ber ku, di esasê xwe de li ser sûc hatin girtin. Ji ber vê jî bi panîk û bertekeke mezin red kirin. Banga gelek siyasetmedarên hêja û kesayetên mafên mirovan li ser vê mijarê dubare dikim: Heke artêşa we paqij e, ev îdia derew in û tiştekî wiha tune; wê demê derfetê bide heyetên serbixwe ku bila werin cihê bûyerê, garantiya ewlehiyê bidin; bila ev heyet werin lêkolînê bikin û her tişt zelal bibe. Heke hûn paqij bin, wê paqijiya we diyar dibe.
Lê em dizanin ku dewleta Tirk dema behsa sûcên şer ên li dijî gelê Kurdistanê tê kirin, her tiştî înkar dike. Herî dawî li gundê Perex ê Heftanînê ya girêdayî Zaxoyê komkujî pêk anîn. Rayedarên artêşa Iraqê hatin û bi belgeyan diyar kirin ku ev çek ji aliyê artêşa Tirk hatine bikaranîn lê dîsa jî wan bi awayekî fermî ev yek red kirin; gotin ‘Ev propagandaya PKK’ê ye’. Lê em dizanin ku wan hinek qasidên Kurd şandine ji dewleta Iraqê re, gotine em ê pereyan bidin malbatan û xwestine ser bûyerê bigirin. Ji gelek bûyerên bi vî rengî, em dizanin ku ew çawa derewan dikin. Ger derewan nekin, pêşî li komîteyên serbixwe nagirin. Ewqas zelal û eşkere ye, bila heyet bên û tespîtê bikin. Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê ragihand ku em ê di vî warî de bi her awayî alîkariyê bidin wan, ji bo ewlekariya heyetan û heyet karibin baş bixebitin çi hewce be em ê hemû derfetên xwe bi kar bînin.
Seroka Konseya Navendî ya Yekîtiya Tabîbên Tirk Prof. Dr. Şebnem Korûr Fincanci diyar kiribû ku ji ber bandora maddeyên kîmyewî ev tiştên di dîmenan de pêk hatine û xwestibû heyetên serbixwe di vî warî de lêkolînê bikin. Piştre li dijî Fîncanci êrîşeke mezin hate kirin û Fîncanci hate girtin. Hûn vê meseleyê çawa dinirxînin?
Erê; rejîma AKP-MHP’ê bi lez û bez ev rewş red kir, di heman demê de li dijî kesên gotin ‘Îddîayeke wisa heye, nîşan hene, divê lêkolîn were kirin’ jî gef xwar û dixwaze wan kesan jî bitepisîne. Di vî warî de mûxalefeta qaşo jî alîkarî dan wan. Rêzdar Şebnem Korûr Fîncanci akademîsyen, jineke zanyar, di qada xwe de pispor e û di jiyana xwe de her dem mafên mirovan parastiye lê di asteke herî mezin de Fîncanci sûcdar kirin. Ferman dan saziyên darizandinê û ew girtin. Bi vî awayî dixwazin li ser her kesî xofê çêbikin û çavê wan bitirsînin.
DITIRSIN KU SÛCÊ WAN DERKEVE HOLÊ
Di vî warî de xaleke din a ku balê dikişîne ev e: Kesên ku di roja ewil de daxuyaniyên tund dan, kesên nêzikî Tayyip Erdogan bûn Erdogan rasterast talîmat dabû wan. Herî dawî wî jî ji asteke jor sûcdarî kir, daxuyanî da û Şebnem Korûr Fîncanci kir kedef. Çima? Ji ber ku ew ji eşkerebûnê ditirsin. Ev 2 sal in bi tundî van çekan bi kar tînin. Helbet vê rewşa sûc bi fermana Tayyîp Erdogan hatiye plankirin û wisa pêk hatiye. Wî bi xwe jî li ser rêbaza têkoşîna li dijî Gerîlaya Azadiya Kurdistanê biryar daye. Ditirsin ku ev rewşa sûc bi awayekî fermî derkeve holê. Ji ber ku dixwazin pêşî li vê yekê bigirin, dixwazin bi vî rengî rojeveke bi gefeke mezin çêbikin û pêşiya van tiştan bigirin.
Di heman demê de rojnamevanên ku derbarê meseleyê nûçe çêkirin jî hatine girtin…
Erê; bi heman awayî êrîşî xebatkarên çapemeniya azad jî kirin ên ku di derbarê bikaranîna gazên kîmyayî de nûçeyan çêdikin, dinivîsînin û raya giştî agahdar dikin. Dema xebatkarên çapemeniya azad hatin destgîrkirin, miamele û şîddeta li wan hate kirin, wekî heqareteke li gelê Kurd bû û di heman demê de xwestin çavê her kesî bitirsînin. Ew ji bo pere vî karî nakin. Ew mirovên wisa ne ku li pey heqîqetê ne. Hemû xebatkarên çapemeniya azad mirovên hêja û bi rûmet in ku li dijî her cure zext, çewisandin, gef, girtin û metirsiyên jiyanê rojnamevaniyê dikin.
Rejîma faşîst a AKP-MHP’ê wê bi van pêkanînên li dijî Şebnem Xoce û xebatkarên çapemeniya azad wê nikaribe encamekê bistîne. Ji ber ku em ji pêkanînên wan ên berê jî dizanin ku ev gel wê ji ber pêkanînên faşîst bêhêvî nebin û gavekê jî paşve navêjin. Ez bawer dikim ku kesên ku ji bo rûmeta mirovî dixebitin jî amade ne ku ji bo prensîbên xwe her tiştî bidin ber çavê xwe. Di vî warî de rejîma faşîst bi van pêkanînan wê nikaribe encamê bi dest bixe. Dibêjin qey bi girtin, zext, êşkence, gefxwarin û bêdengkirina her kesî wê bikaribin sûcên ku di derbarê çekên kîmyewî de kirine veşêrin û wisa ber bi hilbijartinê biçin ku ji bo wan gelekî girîng e. Mixabin. Helwesta wan wê bibe sedem ku rastiya wan zêdetir derkeve holê.
Gelo sedema sereke ya van kirinên rejîmê çi ye?
Bê guman, mirov dikare qala gelek sedeman bike. Dijminatiya li hemberî Kurdan, siyaseta qirkirinê, xeyalên Împeratoriya Osmanî ya Nû, daxwaza tinekirina tevgera me, têkçûna wan a li hemberî gerîla di şer de û her wekî din. Gelek sedem hene. Lê belê têkiliya van pêkanîn û nêzîkatiyên di vê astê de bi hilbijartinên ku li Tirkiyeyê bên kirin re heye. Ji ber ku rejima heyî ku di gelek mijaran de bi taybetî di siyaseta navxweyî û aborî de di gelek waran de têk çûye, tekane rêya domandina hebûna xwe bi zêdekirina damarên şovenîzma li Tirkiyê dibîne û ji bo vê yekê jî dixwaze şer gurr bike û Tevgera Azadiya Kurdistanê têk bibe. Ji bo ku ev hikûmet weke rejîma şer desthilatdariya xwe bidomîne, divê bi awayekî di hilbijartinan de bi ser bikeve.
REJÎMÊ ÇI KIR LÊ DÎSA JÎ NEKARÎ ENCAMA XWEST BI DEST BIXE
Esas, bernameya hilbijartinê hinekî jî li gorî encamên êrîşan diyar dikin. Jixwe plana Tayyîp Erdogan, Devlet Bahçelî û Hulusî Akar ew bû ku ji êrîşa ku di Sibata 2021’an de li Garê dest pê kiribûn encam bigrin û li ser esasê ‘serkeftina’ ku wê li wir bi dest bixin, hilbijartinên pêşwext pêk bînin. Ji bo vê yekê jî dest bi wê pêvajoyê kirin û çekên kîmyayî bikar anîn da ku bi lez encam bigirin. Lê tevî vê yekê jî ni ser neketin. Di şerê ku di sala 2021’an de berdewam kir de, hin hevalên me bi van çekan şehîd bûn, lê rejîma AKP-MHP’ê hê jî encamek ku dixwest bi dest nexist. Ji ber vê yekê planên hilbijartinên pêşwext jî hatin taloqkirin. Bi destpêkirina bihara 2022’an re, bi heman şêweyî li Zap, Avaşîn û Metîna bi bikaranîna çekên qedexekirî û bi bikaranîna bombeyên nukleer ên taktîk, xwestin di nava mehek du mehan de encamekê bistînin, di sala 2022’an de jî hilbijartina pêşwext bikin. Lê dîsa jî bi ser neketin. Ji ber ku bi ser neketin, planên wan ên ji bo parastina desthilatdariya xwe bi hilbijartinên pêşwext careke din pûç bûn. Ev aliyekî girîng ê bûyera sereke ye. Bi gotineke din, yek ji sedemên herî girîng ên ku ew amade ne, çekên qedexekirî bi tundî bikar bînin ev e ku ew dixwazin hêza xwe biparêzin. Helbet ev ev mijar du aliyên wê hene. Ya yekem siyaseta qirkirinê ye. Dewleta Tirk bidestxistina vê yekê girîng dibîne. Ya duyemîn jî plana Tayyîp Erdogan a ji bo domandina desthilatdariya xwe ye. Tayyîp Erdogan ji bo vê yekê parçeyekî dewletê bi kar tîne. Lê ew beşa dewletê jî Tayyîp Erdogan ji bo tepisandina berxwedana Kurdan û bi bandorkirina qirkirinê, Erdogan bi kar tîne.
Ji daxuyaniyên we tê fêmkirin ku derdorên navneteweyî jî di vî warî de gelek teşwîq dikin…
Bê guman. Bi taybetî jî dema dîtin ku li hemberî bikaranîna çekên kîmyewî û qedexe ji aliyê derdorên navneteweyî ve tu bertek tune, ji vê yekê cesaret girtin û hesab kirin ku wê di sala 2022’an de zêdetir gaza kîmyewî, bombeyên nukleerî yên taktîkî û bombeyên termobarîk bi kar bînin û encamên teqez bi dest bixin. Helwesta bêdeng ya saziyên navneteweyî yên pêwendîdar li ser vê mijarê, bi taybetî jî piştgiriya dewletên NATO’yê ya ji bo operasyonên Komara Tirkiyeyê û hindek dewletan ku ev çek pêşkêşî dewleta Tirk kirine an jî bi hev re ev çek çêkirina, bi awayekî eşkere şirîkatiya wan a sûc eşkere dike. Bêdengiya saziyên navneteweyî û helwesta piştgiriyê ya dewletên pêwendîdar di vî warî de dewleta Tirk teşwîq kir û dewleta Tirk ji ber vê ji ser xwe jî çûye. Di sedsala 21’emîn de her roj bi dehan caran bi eşkereyî çekan li dijî şervanên azadiyê yên gelê Kurd bi kar tînin. Ev çek li gorî peymanên ku wan îmze kirine jî qedexe ne. Gelo mimkun e haya hêzên navneteweyî ji vî tiştî tune? Ne mumkun e. Bêdengiya rêxistinên navneteweyî bi taybetî OPCW çawa dikare were şîrovekirin? Eşkere ye ku rejîma şer a AKP-MHP’ê bi vê nêzîkatiya hêzên navneteweyî cesaretê distîne û ji ber ku gelê Kurdistanê di qada navneteweyî de bê îrade dihesibîne, qanûnên navneteweyî bi awayekî hovane binpê dike.
Tê zanîn ku dewleta Tirk berê jî çekên kîmyewî bi kar anîbû. Lê belê di van 2 salên dawî de, bi taybetî jî di 6 mehên dawî yên şer de weke ku we behs kir, xuya ye ku ev yek zêdetir bûye. Di hin nirxandinan de, ev rewş wekî zemîn tê nîşandanû wekî ku normalîzasyon tê kirin, dîmenek derdikeve holê. Di vî warî de hûn dikarin çi bibêjin?
Dewleta Tirk ji berxwedana Dêrsimê ya 1937’an û vir ve car caran gazên kîmyewî li dijî Kurdan bi kar aniye. Lê helbet weke ku te jî behs kir, bi gotina “Dewleta Tirk di her serdemê de bi kar aniye, niha jî bi kar tîne” dibe ku bi nezanî rewş tê normalîzekirin. Di daxuyaniyên hin mirovên me de bi giştî bi gotina “Dewleta Tirk di her serdemê de bi kar an û bi kar tîne’ dest bi axaftinê dikin.
Rast e; Berê jî bi kar dianî, lê ferqek di navbera bikaranîna berê û niha de heye. Dewleta Tirk di van 2 salên dawî de û bi taybet ji meha Nîsana îsal ve her roj bi dehan caran bi awayekî pir sîstematîk van çekên qedexe bi kar tîne. Divê ev tişt were dîtin. Ji ber vê yekê di navbera bikaranîna berê û bikaranîna niha de cudahiyeke mezin heye. Îro ji bo şikandina berxwedana gerîlayên azadiya Kurdistanê çekên kîmyewî weke rêbazeke bingehîn diyar kirine. Divê her kesê xwedî wijdan li hemberî vê rewşa hovane û dijmirovahî be û teqez li dijî wê derkeve. Ne rewşeke wisa ye ku di cihekî de asê mane û tengijîne û wekî rewşeke munferît bi kar tînin. Esas dixwazin bi vê çekê qirkirinê pêk bînin û encamê bi dest bixin. Lê Hûlûsî Akar û Tayyîp Erdogan ên ku dibînin tevî vê yekê jî nikarin encamekê bi dest bixin, bêyî ku bikevin zivistanê dixwazin bi bikaranîna zêde encamekê bistînin. Ji ber vê yekê, ew bi taybetî di 2 mehên dawîn de bêtir bi kar tînin.
Lê tevî van hemûyan jî bi saya hin tedbîrên gerîla, dijmin nekariye bi ser bikeve. Ji bo pêşî li têkçûna xwe bigirin, van çekan zêde bi kar tînin. Ji bo ku ev tişt bi zelalî were dîtin divê ferqa di navbera bikaranînên berê û niha were diyarkirin. Divê mirov vê ferqê bibîne û wan wekî heman tişt nebîne.
We di beşeke nirxandinên xwe de mijarên ku bûne sedema van pêkanînên rejîmê jî nirxand û we got: “Têkçûna wan a li hemberî gerîla”. Gerîla li ser kîjan çarçoveya taktîkî artêşa Tirk têk dibe?
Weke ku me berê jî diyar kiribû, em Gerîlayên Azadiya Kurdistanê, di çarçoveyeke taktîkî de li hemberî pêngava dewleta Tirk a mêtinger û qirker a ji bo jiholêrakirina pirsgirêka Kurd bi tundî û bi tasfiyekirina siyaseta qirkirinê ya li Kurdistanê serdest bike, li ber xwe didin. Li hemberî tasfiyekirina destkeftiyên gelê Kurd û li hemberî şikandina hêzên demokrasiyê yên li Tirkiyeyê, divê em berxwedanê geş bikin. Di çarçoveya Stratejiya Şerê Gel ê Şoreşgerî de, şêwaza gerîla ya serdema nû ya ku em li Kurdistanê pêş dixin çarçoveyeke taktîkî ye ku bi armanca pûçkirina teknolojiya modern û îstîxbarata serdema ku dewleta Tirk xwe dispêre wê. Xeleqa sereke ya vî tiştî ev e ku tîmên me yên gerîla yên li qadê belav bûne û xwedî hêza şerê bi koordîne ya li ser esasê pisporiyê ye û di heman demê de tunelên di binê erdê de jî bi kar bîne û şer bike. Tîmên me him li ser erdê li qadê belav bûne û him jî di binê erdê de jî dikare şer bike. Berxwedana me li ser esasê têkbirina tevgera dagirker a li ser Kurdistanê ye.
Li hemberî vê yekê dewleta Tirk planeke çawa pêk tîne?
Plana wan ev bû ku bi hêza hewayî tîmên gerîla yên li qadê û bi bombeyên qedexe û çekên kîmyewÎ jî berxwedana tunelan tune bikin û encamekê bi dest bixin.
Ji ber vê yekê bikaranîna van çekan ne tiştekî ku di carekê de derketiye holê; em behsa bûyereke bikaranîna pêş-plankirî ya li ser bingeha stratejiya şer dikin. Niha li Zap, Avaşîn û Metîna şer herî zêde bi hêza hewayî, çekên kîmyewî û bombeyên qedexe tê meşandin.
Di vî warî de Hûlûsî Akar tevahiya raya giştî ya Tirkiyeyê dixapîne. Ew ji xwe re çîrokan dibêje mîna ku komando mil bi mil şer dikin û wisa dimirin. Lê belê, ew çeteyên ku jê re dibêjin pispor, di pratîkê de ne xwediyê rewşeke şerê rû bi rû yê ji nêz ve ye. Di rastiyê de, heke ew mêrxas bin, ew dikarin têkevin tunelê û bi rastî şerkirina rû bi rû ya ji nêz ve ji xwe re dikarin bikin hedef. Di şerekî asayî, rewa û li gorî hiqûqê de ev tişt tê kirin. Lê ew vê yekê nakin; dema ku ew li derekê rastî tunelekê tên, yên pêşî ne hêzên şerker in, bi gaza kîmyewî û pisporên cuda yên bombeyan; ew dixwazin bi bikaranîna wan çekên qedexekirî encamê bistînin. Di vî warî de, kûçik pêşiya xwe şandin. Xelat diyar kirin û xwestin cerdevanên Kurd û çeteyên Ereb bînin. Lê bi van re jî nikarin encama ku dixwazin bi dest bixin.
Di vê rewşê de, tişta ku wan hesab nekiriye, berxwedana gerîla ye?
Erê; Yên ku van çek û rêbazan bi kar tînin, tişta ku hesabê wê nekiriye eve ku gerîla bi taktîkên jîr û afirîner êrîşa dijmin pûç dike û gerîla bi cesareteke mezin berxwedaneke bêhempa dike. Ji ber vê bi ser neketin. Her wiha li Tirkiyeyê her tişt ji wan pêk nayê. Ev welat xwedî hêzên demokrasiyê ye; wijdanê wê heye. Ligel berxwedana Kurdan hêzên demokrasiyê yên Tirkiyeyê jî li ber wan asteng e. Ji ber vê yekê ne pêkan e ku bi polîtîkaya şîdetê ya ku sed sal in li hemberî Kurdistanê dimeşînin, pirsgirêka Kurd ji holê rakin û encamê bistînin. Li hemberî wan kur û keçên Kurd ên leheng û şoreşgerên navneteweyî yên xwedî îdeolojî û felsefeya Rêber Apo hene. Ji ber wê jî bi tu awayî nikaribin bi şîdetê bigihin armancên xwe. 6 meh û nîvên dawî yên berxwedana Zap-Avaşîn-Metîna, berxwedana gerîla, gelê me û hêzên demokrasiyê ya li hemberî hemû êrîş û pêkanînên rejîma faşîst a AKP-MHP’ê, dîsa li Kurdistanê û ya herî girîng jî berxwedan û helwesta dîrokî ya Rêber Apo li Îmraliyê dike, ev yek bi awayekî zelal derxistiye holê.
YÊN BÊDENG MANE WÊ PIŞTRE ÊŞA WÊ BIKIŞÎNIN
Mijareke din a ku di vê pêvajoyê de hat nîqaşkirin bertek hate nîşandan, di serî de PDK helwesta kesên ku piştgirî dan mêtingeran û di vê pêvajoyê de bêdeng man. Hûn li ser van mijaran çi difikirin?
Çawa ku Seddam bi pêkanînên dema Enfalê û gazên kîmyewî yên li Helebçeyê dixwest berxwedana Kurdan bitepisîne, niha jî rejîma AKP-MHP’ê jî bi heman rengî dixwaze bi çekên kîmyewî û bombeyên qedexe berxwedana gelê Kurdistanê ya netewî-demokratîk bitepisîne. Ji ber ku li hemberî berxwedana pêş dikeve têkçûneke mezin dijîn. Lê belê di vê pêvajoya îmhayê de hêzeke ku ji xwe re dibêje ‘ez Kurd im’ bi wan re be, ev tişt ji bo wan dibe şerm. Li hemberî vê rewşê, sibe ne tenê ji aliyê perspektîfa heyî, di heman demê de wê di warê dîrokê de jî çi bersivê bidin? Ev xaleke girîng e, lê di heman demê divê ew li ser wê bifikirin. Em her tim dibêjin: divê ev yek bê terikandin; kes jê sûdê nagire. Ferasetek heye ku dixwaze hemû hebûn û destkeftiyên gelê Kurd ji holê rake û li dijî vê ferasetê berxwedaneke dîrokî ya Gerîlaya Azadiya Kurdistanê ya li ser esasê nirxên demokratîk heye. Yên ku vê rastiyê nebînin, berevajî bikin û li hemberî vê yekê bêdeng bimînin, wê sibe li van xakan êşa vî tiştî bikişînin.
Her wiha mijara maskeyên gazê yên ku di biharê de ji aliyê PDK’ê ve hatibûn desteserkirin jî hebû. Ev jî rastî bertekên mezin hat. Rastiya vê meseleyê çi ye?
Erê; di çapemeniyê de behsa maskeyên ku gerîla kiriye tê kirin. Divê ev agahî bê dayîn, ev maske ji aliyê gerîla ve nehatine kirîn. Ew maske di encama kampanyayê ji aliyê derdorên dost û demokratîk hatiye kirin û xwestine maskeyan ji gerîlayan re bişînin. Ji ber ku nizanin wan maskeyan çawa radestî gerîla bikin, dibin Rojava; piştî wê haya me jê çêbû. Ji wir jî bi wesayiteke sivîl bi veşartî ji bo radestî gerîlayan bikin, bi rê dikevin. Lê PDK wan digire. Wekî ku tiştekî gelekî başkirine jî PDK’ê girtiyan maskeyan wekî nûçe pêşkêş kir. Çîroka wan maskeyan wisa ye, bi saya ked û xwêdana dostên ji Ewropayê heta vir hatiye lê hêzên PDK’ê ev maske desteser kirine.
Daxuyaniyê bandor li gelê Kurdistanê û dostên wan kir. Hûn bertekên ku di vê heyama bi navê ‘pêvajoya hebûn-nebûnê’ de hatin nîşandan çawa dinirxînin?
Bertekên gelê Kurdistanê bi taybetî gelê me yê hêja û dostên me yên li Ewropayê, piştî daxuyaniya Navenda Parastina Gel, daketin kolanan û pêşxistina çalakiyên cuda, cihê nirxandinê ye. Ez hemû welatparêz, şoreşger û dostên ku beşdarî van çalakiyan bûne bi rêzdarî silav dikim. Çalakî hê jî negihiştine asteke têr. Em nikarin bibêjin ku asteke ku li gorî rexneyên ku me kirine, derketiye holê. Lê bi taybetî li Ewropayê hewldanên cidî yên welatparêzan hene. Dîsa li Kurdistanê hin gav hatin avêtin. Em hêvî dikin ku ji niha û pê ve bertekên gelê me zêdetir bibin.
GERÎLA RÎSKÊN MEZIN DIDE BER ÇAVÊ XWE
Pêvajo ne pêvajoyeke normal e. Em di pêvajoyeke wisa re derbas dibin ku ne tenê gerîla, divê hemû beşên welatparêz û hemû hêzên alîgirên demokrasiyê bikevin dewrê û xwedî li erka xwe derkevin. Sedema bingehîn a ku em ji vî şerî re dibêjin ‘şerê hebûn û nebûnê’ ev e ku pêvajo xwedî wateyeke wiha ye. Ji ber ku dijmin li hemberî me her tiştî dike ku siyaseta qirkirinê li Kurdistanê serdest bibe, bi seferberkirina hemû derfetên xwe dixwaze bi şerekî topyekûn dahatûya gel û gelên me tarî bike. Dixwaze qirkirinê li Kurdistanê serdest bike û bi xeyala Neo-Osmanîzmê li herêmê li ser gelan pêleke faşîzmê ava bike. Dixwaze di sedsaliya Lozan û Komarê de vê yekê temam bike. Di vî warî de ev pêvajoyeke dîrokî ye. Pêvajoyeke hebûn û nebûnê ye. Ji bo vê jî ev şerê tê kirin girîng e. Wateya berxwedana gerîla ya li hemberî vê êrîşê ev e; dixwaze vê yekê asteng bike. Lewma ev pirsgirêka hemû gelê me û gelên herêmê ye. Gerîla jî rîskên mezin dide ber çavê xwe û berxwedanê dike.
EZ BANGA GEŞKIRINA TEVGERA CIVAKÎ DIKIM
Ji aliyê din ve geşedanên ne tenê li Kurdistanê, li cîhanê û herêma me, şehadeta Jîna Emînî û piştre jî geşedanên li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê yên li ser dirûşma “Jin Jiyan Azadî” pir girîng û dîrokî ye. Ev yek bi awayekî vekirî nîşan dide ku em di pêvajoyeke girîng de ne. Di vê pêvajoya girîng de divê hemû şoreşger, welatparêz, ciwanên Kurdistanî, jinên Kurdistanî û kedkar zêdetir têbikoşin; divê di têkoşînê de zêdetir rol û mîsyon bên stendin. Roj roja têkoşînê ye; Niha dema rêxistinbûn û çalakiyan e. Ji ber vê yekê ez bang li her kesî dikim ku hîn zêdetir xwe bi rêxistin bikin, zêdetir fedekariyê bikin û dakevin qadan, tevgera civakî bilind bikin û destkeftî û nirxên xwe bihêztir biparêzin. Li ser Rêbertiya me, hêzên têkoşînê û gelê me zilm û pêkanînên heqareteke mezin tên kirin. Em dibînin ku çi li gelê me, bi ciwanên me, bi jinên me, bi hilbijartiyên me re, bi rojnamevanên Kurdistanê re bi mînakên herî dawî, li akademîsyen û demokratên ku bi gelê Kurdistanê re hevaltiyê dikin, çi hatiye kirin. Li dijî van hemû tiştan pêşxistina berxwedanê erka me ye. Divê em li hemberî tecrîda dijmirovî ya li ser Rêber Apo, çekên kîmyewî yên li hemberî gerîla û bombeyên qedexekirî bêdeng nemînin. Ji bo vê fedakariyên pêwîst ji bo hemû welatparêz û demokratan erkeke bingehîn e û her wiha di vê qonaxa girîng a dîrokê de pêwîstiya mirovbûn û welatparêziyê ye.
Gelo li dinyayê pergaleke mîna tecrîda mutleq û êşkenceya psîkolojîk a li ser Rêber Apo heye? Êşkenceya derûnî ya li ser Rêber Apo tê kirin, şerekî psîkolojîk e û êşkenceya li hemû gelê Kurdistanê tê kirin. Bi lîstina bi psîkolojiya gelê me re tê xwestin ku di civakê de dejenerasyonek çêbibe. Li hemberî me rêveberiyeke faşîst a pir qirêj, pir rezîl û bêexlaq heye. Ji hemû lîderên ku heta niha li Tirkiyeyê jiyaye, Tayyîp Erdogan kesê ku ji fezîletê dûr e û xwedî nirxên exlaqî yên herî qels e. Ger xwedî hin nirxên lehengiyê û exlaqî bûya, li Îmraliyê êşkence li Rêber Apo nedikir. Li ser esasê êşkenceya li ser Rêber Apo wê ev tişt rewayî gelê Kurd nedîta. Lê li cem wan qîmeta van nirxan tune. Ji bo wî her tişt desthilatdariya wî ye. Li hemberî me mînaka herî berbiçav a siyasetmedarê Makyavelîst heye. Tayyîp Erdogan di vî warî de bi nêzîkatiyên xwe yên Makyavelîst di rêza yekemîn de cih digire. Ji ber vê yekê ji bo me pêwîst e ku em bi giştî pêdiviyên erkên xwe yên weke pêwîstiya vê pêvajoyê bi cih bînin û ji bo vê jî çi ji destê me tê, bikin.
GELEK ALIYÊN ÇALAKIYA QEHREMANÎ YA LI MÊRSÎNÊ HEYE
We jî diyar kir ku li dijî bikaranîna gaza kîmyewî û zextên li girtîgehan li dijî avahiya Polîsan a Mêrsînê çalakiya fedaî hatie lidarxistin. Hûn li ser vê çalakiya 2 gerîlayên jin ên fedaî çi difikirin?
Ez di şexsê Sara Tolhildan Goyî û Rûken Zelal û hevalên wan de hemû şehîdên pêvajoyê bi rêzdarî û minetdarî bi bîr tînim. Pêwîst e çalakiya heval Sara û Rûken rast were fêmkirin. Ew ne karekî asayî ye. Ruhê ku divê bi vê serdemê nêzîk bibin nîşan dan. Ji ber vê yekê bi van kiryarên lehengiyê rêya serketinê nîşan dan. Hevala Sara yekemîn fermandar e ku di sala 2021’an de çûbû tunela berxwedanê ya Siyanê ya Garê û bi berfirehî behsa çawaniya şehîdbûna hevalên me kir. Bi sonda tolhildanê ya ku li wir dayê, veguherî volqaneke ku li Mêrsînê teqiya. Ev rêhevalên fedaî yên bi rûmet endamên Tabûra Nemiran in. Jixwe wê demê yekîneyên heval Sara û yekîneyên din ketine dewrê. Dewleta Tirk zû reviya. Heke dewleta Tirk zêde bimaya wê li Garê derbên girantir bixwarine. Ji ber ku wê demê ev heval ketibûn dewrê.
Çalakiya wan a lehengiyê ya li Mêrsînê xwedî gelek pîvanan e. Beriya her tiştî xwestin li dijî çekên kîmyewî û sîstema êşkenceyê ya li zindanan bibin bersiv. Bi çalakiya xwe peyam dan dewleta Tirk a faşîst. Peyama ‘Bi çekên kîmyewî hûn nikarin encamê bi dest bixin; ger hûn wan bi kar bînin, em ê bi vî awayî bikevin dilê we’ dan. Ew çalakî hişyariyeke cidî bû. Li wir nîşan dan ku ew endamên Tabûra Nemiran in, ku bi helwesta xwe ya di dîmenan de xuya dike, bi ruhê xwe yê êrîşkar, bi meşa xwe ya ku mirinê paşguh dike, bi wêrekî û sarbûna xwe ya fedakariya Apoyî gihandine astekê.
Taybetmendiya herî girîng a Tabûra Nemirên Apoyî ev e ku ew natirsin. Bêyî ku ji dijmin û mirinê bitirsin, bi jîrbûn û jêhatîbûneke mezin, bigihêjin armanca xwe û bi ser bikevin. Wan di pratîkê de ev tişt kirin. Helwesta wan a ji bo ciwanên Kurdistanê û ji hemû mirovahiyê re ku li dijî mêtingerî û faşîzmê têdikoşin, peyameke mezin e. Li dijî pêkanînên hovane yên bê hiqûqî yên mêtingeriya Tirk a qirker ku hemû nirxên exlaqî û mirovî yên li Kurdistanê bin pê kiriye, bûn qîrîna mirovahiyê.