NAVENDA NÛÇEYAN –
Ji Dahorandinên Rêberê Gelan Abdullah Ocalan….
“Çareseriya dijmin carek din lezandî, çareseriya hevkariya emperyalîzmê û di wateyekê de mêtîngeriya di mijara Kurd de dayî pêş, mijarek rojaneyî ye. Îdîa eve: “Di pêşxistina çareseriyek wisa de terora PKK‟ê astenge, pêwîste çareseriya bê PKK tenê di fikir de nemîne, êdî her ku biçe bikeve meriyetê. Divê xwedî, nûner, rêxistin û rêberiyên çareseriya bê PKK kî bin bên dîtin û derbikevin holê.” Ev nêzîkbûn berê di asta fikir de dihat gotin, lê di rojên dawî de bi hemû leza xwe ve hewl didin bixin meriyetê. Herî dawî biryara qedexekirina PKK‟ê ya li Almanya hatî girtin, vê rastiyê destnîşan dike. Dîsa pêwîste hinek helwest û hewldanên wî yên siyasî, bi ferzkariyên dewletê yên zêde, ne ferzkarî jî hîn zêdetir xeterbûna êrîşên dijminatî û ketina qonaxa encamgirtinê bên destgirtin. Plansaziya ku hatî amadekirin, hedef dikir ku me di van rojan de ji holê rakin. Dixwazin bêjin, pêwîste terora PKK‟ê, rêbertiya terora PKK‟ê yê berpirsyar APO êdî ji holê bê rakirin, ji dîrokê bê derkirin, her wiha şûna wî jî rêxistinek xwedî nêzîkbûnên nerim û qaşo hîn demokrat bikeve meriyetê. Dê pakêtek reformê jî pêş bikeve, bêku di polîtîkaya Komara irk a fermî de ti guhertin bên kirin, nexasim encamên berxwedanê qaşo di nava demokrasiya Tirk de biherikînin, di wateyekê de jî bihelînin û karê tasfiyekirinê bi hevkaran re pêkve temam bikin. Me jî ev ji destpêkê ve dizaniya. Heta wexta em weke tevger destpêkê derketin holê, bi xwe re miletek derxistina ser dika dîrokê û ev, di siyaseta pêşeng, partiya pêşeng ve pêkanînê de, em xwedî şêwazekê ne. Hêceta hebûna me jî eve. Pirsgirêka Kurd jî li ser vî bingehî derket. Pirsgirêka Kurd, pirsgirêkek kes bi hebûna wê nedihesiya yan jî nediwêriya hebûna wê vekirî binav bike bû. Heta bi çavekî avêtine nav zibilxana dîrokê lê dinêriyan. Me jî ev derxist holê û di asta teorik de destnîşan kir. Me bi kombûnê ferz kir, bi partîbûnê ferz kir û bi artêşbûnê hemû plan û polîtîkayên dijmin vale derxistin. Bi vî rengî me selmand ku aliyê pirsgirêkê yê rasteqîn û hêza yekane ya xwedî çareseriyê emin. Bêguman dê li dijî me êrîş pêş ketiban û pêş ketin jî. Ji bo bi êrîşên bîrdozî û polîtîk, piştevaniyên emperyalist ên derve û hundur, bi her cure pişgiriya hevkarî ve sekna me xirab bikin, ev xwe ferzkirin têrê
nekir rewşa me xirab bike û têk bibe. Her ku çû şerê taybet kûr kirin. Li gorî wan, ya rastî hewce dikir em beriya çend salan ji pêvajoyê bihatan derkirin. Wexta ev pêk nehat dibêjin; “Êdî divê em ber bi çareseriyek diyarker ve biçin.” Niha dikare çi çêbe? Weke ku em tam ji pêvajoyê nehatin derkirin, ne tenê pergala mêtîngeriya Tirk, em bi
şêweyek pergala emperyalîst dixe metirsiyê û hêzên wî yên hevkar jî şeht dike, hebûna xwe berdewam dikin. Gava pêşî eve. Bes dê ew jî qaşo xwe ji çareseriyekê re, qaşo qet nebe pirsgirêkê bipejirînin û pêşxistina hinek pêkanan re amade bikin. Ger vê nekin, xeteriya ketina rewşek xirabtir heye.
Lewra hewl didin têgehên weke çi pêvajoya agirbestê, çi jî aştiyê û rêyên çareseriya siyasî em behsê dikin fêm bikin. Bi dualîteyek mezin a weke; “Gelo em dikarin bi van têgehan dest bi kar bikin, dê kî ji vê sûd werbigire, dê politikaya fermî ya di meriyetê de encam bigire, yan jî wê ev dîsa rê ji xurtbûna PKK‟ê re veke” re rûbirû ne. Her çendî di nava vê dualîteyê de jî bin, bêguman aliyê wan ê êrîşkar zêdetire. Çareseriya leşkerî ku behsê dikin, her cure şêwaza şerê taybet, bi hemû hêza xwe ve radeya wê jî bilind dikin, heta bi navê operasyona zivistanê, her çendî merc pir giran jî bin, tê zanîn ku dixwazin operasyonê bimeşînin. Dîsa heta dawî hevkarên xwe jî bikar tînin.
Emperyalizm bi şêweyek pir eşkere ronî bûyî, rola pişgiriyê dilîze. Pêwîste mirov Kurdistanê jî tevlî rewşa nav-netewî, pergala nû û hewldana ji nû ve vesazkirina Rojhilata Navîn bike. Ji bo vê pêşxistina rêbazên siyasî jî, nexasim fikrên ku tên bîra emperyalîzmê ne. Xwe pir xurt dibîne. Bi rêbaza siyasî ya bimeşînê re, dihizire ku qet nebe dê bikare aramiya rojane saz bike. Mêtîngeriya Tirk jî hinekê bi fikar nêzî vê dibe. Dibêje; “Dê berovajî bizivire.” Lê dîsa jî dibêjin; “Tundiya dijwar ji bo PKK‟ê feyde ye.” Jixwe ev piştî Şerê Kendavê, heta piştî şerê Îran û Iraqê, zêde têkil vî karî bûn û zehmet bû ku destê xwe ji Iraqê vekişînin. Ger destê xwe ji Iraqê vekişînin, tê wateya ku ji nefta herî girîng, ji hevsengiya herî hesas a Rojhilata Navîn a li gorî berjewendiyên xwe vekişandinê. Dest nekêşan jî, tê wateya têkil pirsgirêka Kurd bûyînê. Lê misoger ev ji pirsgirêka netewî re, ne nêzîkbûnek di çarçoveya mafên mirovan û demokrasiyê de ye. Neçar dimîne wisa nêz bibe. Niha wexta Hêza Peywira Hevgirtî jî baldariyek pratîkî raber dike, hewce dibîne di nava vî karî de hevbendên xwe jî seferber bike. Jixwe vê jî bi Tirkiyê re eyar dikin. Ger mijara Kurd bi temamî înkar bike qet nabe, dîsa dibe ku rejîma li Iraqê bikeve rewşek xeternak. Ger mijara Kurd zêde bixe meriyetê, dê ev jî gelemperiya Kurdistanê eleqedar bike û bi vî rengî jî ew bi xwe di tengezariyekê de bimînin. Lewra ne dikarin dest vekişînin, ne jî dikarin saxlem bigirin. Ji wan re bimîne, pir rehet dikarin bi destê hevkaran di asta dixwazin de bimeşînin. Mêtîngeriya emperyalîzmê çil salin bingeha xwe ava
kiriye. Di vê mijarê de rehetî dikare xwe bimeşîne. PKK ji destpêkê ve, hinekê jî tevgera xirabkirina vê lîstokê ye.
Şêwaza çareseriya pirsgirêka Kurd a hevkaran û şêwaza çareseriya me pir ji hev cewaze. Hebûna hevkarên kevnar ên li Kurdistanê pir hat lewazkirin. Dev ji pişgiriya gel a pir cidî berdin, me kiryarên wan di nava gel de teşîr kirin, rê vekir ku gel bi xwe bi ser bûyeran de biçe. Me gel ber bi artêşbûnê ve bir û bi vî rengî lîstok hat xirabkirin. Ev bi
şêweyek ji dervî bendewariyên DYE û Ewrûpa, hevkaran hêvî nedikir pêş ketin. Lewra qeyran kûr dibe. Niha PKK‟ê muhatap bigirin û hevdîtinan bikin nabe û nekin nabe. Pirsgirêk kûr dibe û şoreş pêş dikeve.
Bi salane sedema pevçûnên taktîkên tên jiyîn eve. Ew ji bo xwe yên vîna xwe li ser bingeha hevkarî radest kirine esas digirin, devjê berdin babetê di çarçoveyek şoreşa cidî, çareseriya demokratîk de ber bi çareseriyek sosyalîzmê ve bibin, dixwazin raveya vê ya pêşketina herî sînordar jî biçewsînin. Ango di maneyekê de PKK‟ê, polîtîkayên
statukoya fermî û emperyalîzmê yên herêmî xirab kirine û weke tevgerek statuko xirab kirî derketiye holê. Ango li gorî gotinên wan, Alaadînê cinê ku ji şûşê derketiye, zehmete ku cardin vegerînin şîşê. Çîrok wisa ye. Lewra hewldana wan a me cardin bixin şûşê heye, bes ev negengaze. Ango gewdeya me wisa mezin bûye, dê çawa bikeve nava şûşeyek biçûk? Ger hewl bide bixe, dê şûşe parçe bibe. Hejmara cinan zêde bûye, şiyar bûne û hem jî mezin bûne. Seferên wan ên tinekirin û xeniqandinê hene. Lê belê weke min gotî, hem hejmara cinan zêde bûye, hem jî mezin bûne. Hêzek evqasî xwe di nava efsûna çiyan de digire, wisa hêsan nayê tinekirin. Tevgerek evqasî bi girse bûyî, bi komkujiyekê temamî nayê xeniqandin. Ev hemû her kesî dide fikirandin. Li hember me jî nêzîkbûnên
wisa çi hişk, çi nerim, çi bi gefan, çi jî dostanî tên ferzkirin. Ya rastî yên pêşengiya vê jî dikin, di salên dawî de yên ku herî zêde pêdiviya eleqeya bi PKK‟ê re dibîne kesên cuda ne. Em naxwazin navên van bidin. Em baş dizanin hema her roj li Tirkiyê çi desthilatdar, çi jî partiyên muxalîf dibin, çi artêş, çi jî dengê derdorên sivîl dibe, me nîqaş dikin. Bêku ji lêza xwe tiştekê winda bike, hem jî hûrûkûr nîqaş dikin. Ew bi şêwaza fermî ya dizanin vê dibêjin û dimeşînin. Emperyalizm jî dikare li gorî xwe li ser polîtîkayên nû, di çarçoveya siyasî û mafên mirovan de li ser çareseriyê raweste. Li gorî min li her derê û her demê hinek kesan weke nûner dihizirin, dê ji bo me jî bikin.
Hewldanên hevkaran jî yên bi vî rengî hene. Hevkarên her demên dîrokî hene. Hevkarên dema em di navê de dijîn jî hene û li gorî me teşe digirin. Di meşandina şerê taybet de û li gelek qadên wê vê erkê digirin. Di hukumet û muxalefetê de erk digirin. Li qadên ol‟î kar dikin. Em nûnerên van ên li qadên huquq, qadên çandî, civakî, aborî û
her derî baş dizanin. Li gorî min pêwîste mirov behsa yek ji tîpê van ê herî pêşketî jî bike. Yan jî wexta wê ye, navbeynkare, tîpek xeta navîne, qet nebe mirov bizane li ser bihizire. Di çavên mêtîngerî û emperyalîzmê de, yên nûnertiya hevkariya kevnar dikin hene. Yek, em dikarin PDK‟ê weke nûnerê netewperestiya paşverû mînak bidin. Ev dijmin çi bêje, vîna dijmin çi fermanê bide, di bin fermana wî de ne ku, em dikarin rave bikin xwedî nêzîkbûnekê ne. Dibe ku hinekê cilaya netewperestiyê li bedena wan hatibe xistin, lê di rastiyê de gotina dijmin nakin du, vînên ku radest bûne. Dibe ku vê hinek din fermî, di bin navê partiyê de bikin. Pêşketina sih-çil salên dawî jî cewaziyek biçûke. Berê bi navê eşîrekê dikirin, niha jî di bin rûpoşa partiyekê de dikin, ango zêde ferqek tine ye. Bêguman hinek pêşketinên civakî yên em weke burjuva binav dikin çêbûn. Her çendî ev xisletek nû jî be, li Kurdistanê lewaz jî be, hewce dike mirov behsa pêşketinên wisa bike. Vaye hinek rewşenbîr an jî kesên nû yên ev derxistin holê hene. Hewldanên van ên avakirina partî û hinek xebatên dîplomatîk pêş dixin tê dîtin. Kurtasî, wer
dizanin ku wisa polîtîka dikin.
Ji salên 1970‟î ve em, bi hinek nûnerên wan ve pir mijûl bûn, em pevçûn, hêjî em hewl didin hevdu fêm bikin û bidin vegotin. Pratîk dibe raveya vê ya herî baş. Lê dîsa jî ji bo roja me pêwîste ya sotîner bê dîtin û yên dixwazin li ser me bibandor bin bên destnîşankirin. Ev çend salin yên bi me re eleqedar dibin û wexta em tên beramberî hev jî îdîa dikin vê jî bi dostane dikin hene. Derdor, nûner û kesayetên wisa hene. Li gorî xwe dîrokek, partiyên wan hene û polîtîkayê dikin. Lê ew jî ji me bandor bûne yan jî di nava lêgerînê de ne bêka me qada wan teng kiriye yan jî berfireh kiriye. Pir hêsan bi emperyalîzmê re hevkariyê dikin, dîsa bi mêtîngeriyê re wisa ne. Lê baş dizanin ku,
nikarin bê me jî yek gavê bavêjin. Ev jî hinekê dibe pêşketinek burjuvaziya biçûk. Wexta binyatên paşketî zûtir radest dibin, yên nû û îdîa dikin nûnertiya civakbûnê dikin jî, dixwazin hîn cudatir tevbigerin. Dijmin jî baldar nêzî van dibe. Emperyalizm dibêje; “Gelo ev kêrî karên me tên, em dikarin biceribînin?” Jixwe bi salane li vir ev jî heye. Ger em dixwazin polîtîkayek baş bikin, ya girîng pêwîste em bikarin hemû rewşên wan ên pêşketinê ji her hêlê ve baş binirxînin. Ango ji bo polîtîkayek rast, pêwîste mirov bi çavek sîxurtiyek erzan li her tiştî nenêre. Heta hewce dike em nêzîkbûnên seranser ên zêde jî derbas bikin. Pêwîste em bikarin nirxandinek kûranî û hîn zêdetir girêdana xwe bi rastiyê re baştir dibîne bikin. Di polîtîkayê de ya esasî yan jî rêgeza teqez divê bê parastin, berçav bê girtin, -em jî ji vê re dibêjin xeta bîrdozî û siyasî, em bingeha rêxistinî esas digirin û dîsa dibêjin taktîka bingehîn- dijmin jî di navê de, pêwîste bi her kesî re her cure pêwendî bê pêşxistin û xebata taktîka qadek berfireh bê pêkan. Her tim li kesên saf û pak gerîn û jiyîn, hizirandina dê wisa polîtîkayê bike nepêkane. Bi qasî derdora me xurte, mirovên bawerî pê neyî jî tije ne. Lewma divê mirov nebêje, qet sererast nabin, rewş hinek din tevlîheve. Jixwe nêzîkbûna partiya me ya di vê mijarê de jî, di çarçoveya pêşnûme de ye. Weke qûral bi qasî me bi her kesî re pevçûnek jiyan kir, me pêwendî jî çêkirin. Lê her wiha cewherek me ya serbixwe hebû, dijwariya me ya
bîrdozî ya li ser devan hebû û hêjî wisa ye. Dîsa di pêşengtî û taktîkên bingehîn de israra me heye. Hem jî pir bêhempa ye. Lê ji aliyê din ve jî nêzîkbûnên nerim ku divê biçûk neyên dîtin jî me kêm nekirin. Elbet hinekan ev şaş fêm kirin. Nêzîkbûnên çep û rast di nava me de jî pir pêşketî ne. Heta helwestên ber bi radestbûnê ve diçin, pir hişk û tund ber bi îmhayê ve dibin jî berfireh û xeternak hene. Pêwîste em di vê mijarê de avaniya xwe baş perwerde bikin. Ger tu serbest berdî, rêjeyek ne diyare dê li kîjan sînorê radestbûnê bisekine, her wiha rêjeyek nizane di kîjan rewşa tinebûnê de raweste berfireh heye. Di her kesayeta ku teng li taktîk dinêre de, yan radestbûn, an jî îmhabûn pêş dikeve. Cewhera polîtîk, dewlemendiya leşkerî û taktîk, heta nerimbûna hemû jiyanê nedîtin, di nava me de zêde li pêşe. Hema hema her roj hemû jî dibin komên xirbeyan, bi xwe re gelek tiştên din
jî tine dikin. Di vê manê de jî rastiya Rêbertiyê pir girînge. Rastiya Rêbertiya PKK‟ê, li dijî hemû bazdanên çi ber bi hişkbûnê ve, çi jî dervî vîna xwe bi niyazek baş ber bi radestbûnê ve, tevgerek berxwedaniya mezin û li dijî helwestên ku ger ji wan re bimîne dê hezar carî partiyê ber bi tinebûnê ve bibe tevgerek astengkirinê ye.
Rêbertî, li ser pira siratê jî, rê nade ne radestî, ne jî îmhayê. Ber bi xeta ne mirin, jiyîn, ne serî tewandin serxwebûn, ne tinebûn hebûnê ve, nêzîkbûnek pir xurt raber dike. Vê jî bi tevdîr û berpirsyariyek mezin pêk tîne. Pêwîste rastiya Rêbertiyê ji vê hêlê ve bê dîtin. Ango divê bi şêwaza meşa li ser pira siratê ve bê nirxandin. Ev şêwaza meşek pir hesase. Lê yên dixwazin di şênberiya Kurdistanê de polîtîka û şer bikin, pêwîste vê di nirxek qanûn de bibînin, li gorî wê di vî karî de cîh bigirin. Yên şerek wisa berçav nagirin, devjê berdin behsa ti pêşketinên polîtîk û leşkerî bikin, nikarin gava wê ya destpêkê jî bavêjin.”