NAVENDA NÛÇEYAN – Di hejmara nû ya rojnameya Serxwebûnê de nameyên Sara Tolhildan û Rûken Zelal hatin weşandin, ku ji Tabûra Nemiran a Şehîd Zîlan û Fermandariya Biryargeha Hêzên Taybet ên YJA Starê re nivîsandin.
Nameyên ku li rojnameya Serxwebûnê hatin weşandin wiha ne:
NAMEYÊN SARA TOLHILDAN A KU LI MEZÎTLIYÊ ÇALAKIYA FEDAYÎ PÊK ANIYE
Hevrê Zinar, Doga, Mûnzûr, Rojhat, Jînda û bi dehan hevrêyên min ên ku bi jimartina navê wan naqedin, gelê min ê leheng û Rêberê min ê ku fedaiyê herî mezin e bi sekna xwe hînî me kirin bê ruhê serdemê çawa ye. Ya ku bi para min dikeve ne ew e ku xwe li ser van nirxên mezin bidim jiyîn, ya ku bi para min dikeve ew e ku hêjayî van nirxên mezin bim. Ji bilî vê yekê rêyeke cuda ji bo xwe qebûl nakim. Ji ber vê yekê bi dilsoziya rastiya şehîdan ku nirxên me yên herî mezin e û dilsoziya bi bîrdoziya Serok Apo, biryardarî û daxwaza min a ji bo bersivdanê ji her demê bêhtir xurt e.
Rapora min a ji bo çalakiya fedaî ya ji bo Tabûra Nemiran a Şehîd Zîlan e
Navê min-paşnavê min: Dilara Urper
Nasnavê min: Sara Tolhildan
4’ê Nîsana 1992’an ji dayik bûm.
Ji gundê Çemanê yê navçeya Qilabanê ya Şirnexê me.
Ji nava malbateke welê têm ku hestên xwe yên welatparêziyê xurt e, bi Rêbertî û partiyê re di asta hestewarî de dilsoz e, lê belê di navbera çanda partiyê û pîvanên jiyana feodal de asê maye û piştre jî rêbaza jiyanê ya metropolan lê zêde bûye, bi vî rengî bûye xwedî rengekî kozmopolîtîk. Dilsoziya malbatê ya bi partiyê re, ji dema milîstiya b…. a li rêxistinê, beriya ji dayik bibim, destpê kir.
Mîna gelek malbatên ji Bakurê Kurdistanê ku di salên 1993-94’an de ji ber kiryarên dewleta Tirk ên şewitandina gundan, dûrxistina gel ji xak, çand û nirxên xwe yên jiyanê, di encama polîtîkayên koçberkirina bi darê zorê de li çar aliyên cîhanê belav bûn, malbata min jî koçî Başûrê Kurdistanê kir. Li ser vê bingehê salên min ên zarokatiyê, kêliyên min ên ku hewl didam hînî jiyanê bibim li Başûrê Kurdistanê di nava şert û mercên giran de derbas bûn. Van şert û mercên giran ji aliyê erênî û neyînî ve gelek bandor li kesayetiya min kirin. Jiyana li nava mercên kampê; naskirina rastiya dijmin a di temenê zarokatî de, min gelekî êşand. Di heman demê de hesta min a hilanîna tolê jî mezin kir. Li aliyê din, hewldana Tevgera Azadiyê ya ji bo parastina gel ê li kampan, ew kêliyên ku hewl dihate dayin bîrdoziya Rêbertî li nava gel bê belavkirin, ji bo min hinceta bingehîn a tevlîbûna li nava partiyê ye. Li ser vê bingehê hîn 7-8 salî bûm, min soz da xwe ku dema mezin bûm ez ê bibim gerîla.
Sal di ser re bihurîn û di jiyana me de gelek guhertin çêbûn. Ji ber hin pirsgirêkên malbatî di destpêka salên 2000’î de em ji mirovên hêja yên li kampê cuda bûn ku me heman êş, heman kêfxweşî, heman xemgînî parve dikirin. Me berê xwe dan metropolên Tirkiyeyê. Lê belê min ti carî çûyîna Tirkiyeyê qebûl nekir, nepejirand. Min her timî xeyala wê yekê dikir ku rojekê ya li kampê ya jî li gundê xwe vegerin. Ji ber vê yekê dema ku malbata min qeyda min li dibistanên sîstemê çêkir, bi hêrseke mezin ez li ber rabûm. Ji ber ku min bingeha xwe bi çanda xwe danîbû. Li gel nebûna derfetan jî ji bo min şerefek bû ku min bi zimanê xwe dest bi xwendinê kiribû. Min sirûdên me gotibû. Min Rêberê xwe nas kiribû. Bi hişmendiya xwe ya dîrokê min hewl da ku têbigihêjim. Piştî van hestan ma pêkan bû ku mirov bikevin nava wê jiyanê! Dema ku vê dibêjim, bêguman nabêjim ku wê jiyanê bi ti awayî bandor li kesayetiya min nekiriye. Ji gelek aliyan ve xisar lê kir. Lê belê ya herî girîng soza min a ji bo xwedîderketina li rabirdûya xwe bû. Li ser vê bingehê di 7’ê Tîrmeha 2009’an de li Stenbolê tevlî nava refên partiyê bûm.
DEMA KU TEVLÎ NAVA PARTIYÊ BÛM MIN GOT EZ Ê BIBIM EW KESA KU BAR HILDIGIRE
Eger qala rêbaza xwe ya tevlîbûna li nava rêxistinê bikim; hîn di nava sîstemê de min gotibû ‘Di nava PKK’ê de ez ê nebim bar, ez ê bar hilgirim’. Min nava wê bi têrkerî nekarî dagirim jî min her tim xwest bi vê têgihiştinê bimeşim. Lê belê ji ber ku ji îdeolojî, çand û pîvanên jiyana PKK’ê dûr bûm, bi taybetî ji ber ku haya min ji kesayetiya çewt a jiyana sîstemê tune bû, li gel nêta xwe ya baş jî bi giranî rêbazeke tevlîbûnê ya welê çêbû ku hem xwe tengav dikir, hem jî zor dida rêxistinê û hevrêyên xwe. Min nekarî vê bêrêbaziyê demeke dirêj ji holê rake. Bêguman ji ber feraseta ku diyalektîka jiyana PKK’ê dide me namzetên milîtaniyê, kesayeta/ê dixwaze têbikoşe, kêmasiyên xwe hebin jî eger bi biryar be li ser rêya xwe; zor û zehmetiyên dikişîne bi ti awayî nikare li pêşiya berpirsyariyên xwe bibe asteng û zane ku divê nebe asteng. Dibe ku di gava destpêkê de zêde bi vê yekê nehesiya, lê belê bi demê re hay ji vê rewşê çêbû. Ji ber vê yekê di pêvajoya destpêkê de tevî ku dûrî fêhmkirina kûrahiya rastiya jiyanê bûm û min mîsyonek nedabû xwe jî, cewhera tevlîheviya di hestê xwe de; nîşaneya dûrbûna ji gelek pîvanên exlaqî yên PKK’ê bû. Ji bo dawî li vê dûrbûnê bînim pêwîstiya min bi têgihiştinê hebû. Min hewl dida vê hişmendiyê jî ji Rêbertî, ji rojnivîskên hevrêyên şehîdan werbigirim.
Di vê pêvajoyê de piştî ku min pirtûka ‘Sê nemirên bi jiyana xwe ya fedaî’ haya min ji Saziya Hêzên Taybet çêbû. Min biryar da ku divê ez jî teqez tevlî vê saziyê bibim. Di encama vê biryarê de pêşniyara min a ji bo tevlîbûna li Hêzên Taybet hate qebûlkirin û li ser vê bingehê mehên dawî yên sala 2010’an beşdarî nava karên saziyê bûm. Bi tevlîbûna li saziyê re min rastiya fedaîtiyê nas kir ku cewhera PKK’ê ye. Ya ku min bi dest xist, ez dihejand. Ji ber ku heta wê kêliyê jiyana min a hestewarî bi şênberî min bi min dida naskirin. Bi min dida fêhmkirin ku çiqasî ji xwe hatime dûrxistin, çiqasî xwebûna xwe winda kiriye, çiqasî bûme ya dijmin. Vê hesîna bi xwe diviyabû bibûya sedema sekneke hîn mezintir a têkoşînê, nefreteke hîn xurtir ali hemberî dijmin û bicihanîna pêwîstiyên vê yekê di nava jiyanê de. Lê belê ya ku di kesayetiya min de der bû; hîn bêhtir berê xwe da ya hêsan, ne bi rengekî objektîf, lê bi rengekî hestewarî nêzî rewşê bû, lewma jî paşve gav avêt. Ji aliyê cewherî ve ev yek revek bû û min baş bi vê zanîbû. Yanî pirsgirêk ne li mekanê bû, pirsgirêk bi min re bû, pirsgirêk di kesayetiya min de bû ku dijmin belawela kiribû. Ji ber vê yekê nikarîbûm bireviyam. Diviyabû bimam, bi xwe re, bi kesayetiya xwe ya bûbû ya dijmin re têbikoşiyam û ruhê xwe azad bikira. Eger min dixwest ji bo nirxên xwe, ji bo Rêberê xwe, ji bo tevgera xwe, ji bo gelê xwe şer bikim, diviyabû destpêkê ez bibûma ya xwe. Bêyî ku bibim ya xwe, yanî bêyî bibim xwebûn, gelo min ez ê çawa bibûma ya bi milyonan?
Piştî ku bi van xusûsan hesiyam, min destpê kir ku hîn bi xurtî tevlî nava jiyanê bibim. Vê rêbaza tevlîbûnê dikir ku hîn bêhtir tehma jiyanê bikim. Lê belê bi demê re min fêhm kir ku tevlîbûna min nabe bersiv ji pêvajoyê re, ji bilî wezîfeyên rojane di bicihanîna wezîfeyên dîrokî de lawaz dimînim, lewma ketim nava feraseteke kûr. Di encama vê kûrbûnê de jî min xwe ji bo Tabûra Nemiran a Şehîd Zîlan pêşniyar kir. Ji bo pêşniyara min bê qebûlkirin 3 salan li bendê mam. Piştî 3 salan min şens bi dest xist ku tevlî Tabûrê bibim. Di nava Tabûrê de tevlî gelek perwedeyên hêja û bi wate bûm. Van perwerdeyan bi rastî jî kirin ku bibim xwedî ferasetekê. Bêguman li gel pîvanên exlaqî û bedew ên ku min bi dest xistin, her wiha dorpêçiya jiyana pergalê dewam dikir ku weke jinekê li peşiya min dibû asteng ku mîsyon û nasnameya Tabûra Şehîd Zîlan temsîl bikim, cewhera milîtaniya xetê ya bi îrade ya rastiya Şehîd Zîlan di kesayetiya xwe de serwer bikim. Lewma heta vê dorpêçiyê bi temamî ji holê ranekim nikarim bibim bersiv ji Zîlanan, Zinaran, Dogayan, Mûnzûran, Rojhat û Jîndayan re. Haya min ji vê heye. Ji ber vê yekê nikarim xwe bidim pişt ti hincetê. Ji ber ku hevrê Zinar, Doga, Mûnzûr, Rojhat, Jînda û bi dehan hevrêyên min ên ku bi jimartina navê wan naqedin, gelê min ê leheng û Rêberê min ê ku fedaiyê herî mezin e bi sekna xwe hînî me kirin bê ruhê serdemê çawa ye. Ya ku bi para min dikeve ne ew e ku xwe li ser van nirxên mezin bidim jiyîn, ya ku bi para min dikeve ew e ku hêjayî van nirxên mezin bim. Ji bilî vê yekê rêyeke cuda ji bo xwe qebûl nakim. Ji ber vê yekê bi dilsoziya rastiya şehîdan ku nirxên me yên herî mezin e û dilsoziya bi bîrdoziya Serok Apo, biryardarî û daxwaza min a ji bo bersivdanê ji her demê bêhtir xurt e.
JI HEVRÊYAN HEMÛYAN RE YÊN KU DILÊ XWE BI RASTIYA APOYÎ LÊ DIDE
Rastiya ku PKK’ê dike PKK, nirxê heqîqeta di têkiliyên hevrêtiyê de ye. Partiya me PKK bi pêşengiya Rêberê me heqîqeta hevrêtiyê ji kûrahî ve jiya, bû partî, bû artêş û di vê serdemê de bûye dengê bindestan hemûyan. Di dîroka PKK’ê de bersiva li Hakî, Kemal, Ferhat, Mazlûm, Bêrîtan, Zîlan û Sarayan her tim mezinkirin û bilindkirina hevrêtiyê bû. Ji bo me; yên ku ketine bandora vê kevneşopiyê û dixwazin bibin şopdarên vê kevneşopiyê, têkiliyên hevrêtiyê beriya her tiştî ye. Ji bo mirov zanibe ku li ser xeta PKK’ê bi rengekî rast bi pêş ve diçe yan naçe, divê mirov li têkiliyên wê/î yên hevrêtiyê binihêrin. Ji ber ku Rêberê me dibêje, ‘Têkiliyên hevrêtiyê cewhera têkiliyên civakî ye. Bi qasî civaka dîrokî her wiha nîşaneya civaka paşerojê ye. Bi esasî têkiliyên îdeolojîk e. Têkiliya heqîqetê ye ku îdeolojiyê radixe pêş çavan’. Mîna vê tespîtê, têkiliyên me yên hevrêtiyê divê li gorî cewhera sîstema nirxên komunal a demokratîk bin ku em dixwazin temsîla wê bikin. Li ser vê bingehê rêbazên tevlîbûnê û têkiliyên dûrî heqîqeta hevrêtiyê, mîna xiyanetê ne. Dema ku rastiya xwe di vê çarçoveyê de dinirxînim, gava ku rêveçûna xwe ya li nava PKK’ê şîrove dikim, gelek aliyên xwe dibînim ku li heqîqeta hevrêtiyê nayên. Pê zanim ku ev aliyên min ên ku dibêjim bi wan zanim, nîşaneya aqlê serwer ê di kesayetiya min de ye. Di kesayetiya min de çanda dayikê ku nûnera nirxên komuknal a demokratîk e û aqlê mêr ê serwer têdikoşin. Dema ku dixwazim hîn bibim bê kîjan ji wan wê bi ser bikeve, bala xwe didim ser tevlîbûn û sekna xwe ya li nava jiyanê. Wê demê fêhm dikim ku kêliyên min ên tevlîbûna xurt, çanda dayikê yanî keliyên rastiya Rêbertî ne. Ya ku zerarê dide jiyana min jî, kêliya ku zorê dide hevrêtiyê jî ew kêliyên sîstemê ne ku kesayetiya min kontrol dike û bi rê ve dibe. Di nêt, hest û fikir de hêrseke mezin li hemberî sîstemê hebe jî dema ku nefretê bi hişmendiyê bi rêxistin nekim, gelek caran di kesayetiya xwe de dikevim xefika aqlê baviksalar ê li nava jiyanê. Yanî li hemberî dijminê di nava xwe de têk diçim. Lê belê ji bo ev rêveçûn bi vî rengî dewam neke; ji bo di hest, fikir û sekna jiyanê de mejiyê dayikê serwer be û aqlê serwer bi temamî ji holê rakim, zanim ku divê giraniyê bidim ser xwe, kesayetiya xwe terbiye bikim. Di nava jiyanê de kêliyên ku meylên li derveyî partiyê xwe nîşan dide, dikevim xefletê, dest ji têkoşîna nefsê berdidim, xwe û rabirdûya xwe ji bîr dikim, ew kêliyên xiyanetê ne. Ji bo vê meyla xiyanetê di kesayetiya xwe de bi temamî ji holê rakim û biavêjim; bi hemû hucreyên xwe hîs dikim ku divê di rastiya Şehîd Sema Yuce de xwe şênber bikim, bi rengê Sema li hemberî xwe şer bikim, bi rengê Sema lawaziyên xwe yên mirovî ji holê rakim, berê xwe bidim navendekê û zanim ku ev yek jî bi hilweşandina ‘ez’ a heyî dibe, ji nava xweliyên vê eykê jî bi bedewiya Sema ‘ez’eke nû biafirînim. Ev ê ne hêsan be, zanim ku ne hêsan e. Lê belê ya ku min bigihîne cewhera min, têkoşîna min a li hemberî xwe ye, biryardariya min bi xwe ye. Bi vê îdîa û biryardariyê gelekî kêfxweş û kelecanî me ku li ser bingeheke rast xwe bigihînim we hevrêyên hêja. Li qadên ku mam e, gelek kêlî çêbûn ku min zerar da têkiliyên hevrêtiyê. Min êşa van kêliyan timî kişand. Lê belê ez ê ne tenê êşa wê bikişînim. Ez ê têkoşîneke rast a rexnedayinê bimeşînim. Ez ê li her kêlî û qadê çalakiya jiyanê bikim. Herî dawî; min gelekî ji we hez kir û ez ê ji we hez bikim. Bi vê hestê we hemûyan silav dikim.
JI HEVRÊYÊN JIN HEMÛYAN RE
Weke hevrêyeke we ku bû xwedî wê rûmetê ku li nava PKK’ê karibe têbikoşe, min timî xwest ku rastiya jinê ya ku Rêbertî destnîşan kir fêhm bikim bê di kîjan rewşê de ye û divê bigihêje kîjan astê. Li ser vê yekê timî kûr bûm û min xwest encamekê jê derxînim. Ji ber vê yekê çawa ku di encama keda mezin a Rêberê me de gelê Kurd ji ber tunebûnê bû xwedî hebûn û îradeyê, çawa ku li hemberî modernîteya kapîtalîst xwe bi Paradîgmaya Azadîparêziya Jinê, Ekolojîk û Demokratîk xwe bi rêxistin dike û dixwaze bersivê bide, li ser vê bingehê çawa ku veguherî hêmaneke bingehîn, ev yek ji nêzîkatiya wî ya li pirsgirêka jinê cuda nîne. Ji dîrokê û vir ve ev rewş bi vî rengî ye. Kê xwestibe ji bo azadiyê têbikoşe, destpêkê nêzîkatiya xwe ya li jinê diyar kiriye û hemû kiryarên neexlaqî yên pergalê red kiriye. Ji bo vê yekê ne şaş e ku mirov mînakên Zerduşt, Manî, Babek, Şêx Bedrettîn bidin. Di pêvajoyekê de ku nirxên civakî yên xwe dispêrin otorîteya jiyanê ji holê hatine rakirin û bi her awayî ketine bin bandora sîstema mêr a serwer, di nava şert û mercên sîstema kapîtalîst de ku nirxên jinê nahêle, hemû tevger û bîrdoziyên dixwazin bersivê bidin pirsgirêkên civakî, neçar in ku mîna Rêberê me kiriye, pirsgirêka jinê ji bingeha civakî binirxînin, weke reya rizgariya ji koletiyê bibînin û meyleke bi vî rengî nîşan bidin. Dibe ku kedeke mezin hatiye dayin, divê ev neyên înkarkirin. Lê belê di nava jinan bi xwe de pêşengên di vê astê de derneketine ku pirsgirêkê bi vê astê dinirxînin û têdikoşin. Dibe ku gavên gelekî hêja hatibin avêtin. Li cîhanê dibe ku di vê mijarê de serhildanên jinan çêbûne. Lê belê bi qasî ku min hewl da fêhm bikim û hîn bibim, ti ji wan mîna Rêbertî rastiya jinê ya li derveyî sîstema heyî pênase nekirine û nekirine hinceta têkoşînê.
Ji ber vê yekê ez xwe gelekî bi şens dibînim. Ji ber ku ez bi PAJK’ê têkoşîna parastina nasname û hebûna xwe dimeşînim, têkoşîna azadiya xwe didim ku bi pêşengiya Rêberê me, bi keda mezin a bi sedan hevrêyên min ên jin bûye partî, bûye artêş û xwedî biryardariya azadkirina jinan ji koletiyê ye, ji bo vê jî roj bi roj mezin dibe, gihîştiye cewhera pêşengiya rizgariya civakê. Bêguman li gel kûrbûna xwe ya ji vî alî ve, her wiha vê rexneya Rêbertî jî bi rengekî cidî ez hejand: ‘Divê bibêjim ku nêzîkatiya hevalên jin a li ser mijara şoreşa jinê gelekî nepixandî dibînim. Mîna ku şoreşeke bi vî rengî pêk hatiye diaxivin û dinivîsînin’. Eger li gorî rastiya xwe binirxînim, asta min a têkoşînê ya li nava jiyana pratîkî ya civakî gelekî nizm e. Tespîta Rêberê me ku dibêje, ‘Yên ku bi xwe bûne girêka kor, nepêkane ku girêka kor a hinekî din vekin û hinekî din azad bikin’, ji bo min bû bingeh ku heta aliyên xwe yên kevneşop ên paşverû, aliyên xwe yên dûrî ji hişmendiya xwe ya zayendî ji holê ranekim, nikarim bi ti awayî bi ser bikevim. Ji ber vê yekê dikarim bibêjim; ji bo karibim nasnameya PAJK’ê bi rengekî hêja hilgirim divê bi her awayî ji rastiya civakî ya bi aqlê mêr ê serwer cihê bibim! Mîna ku Rêberê me destnîşan dike; ‘cihêbûna mutleq’, yanî rabûna li ber têkiliya bi sîstemê re, redkirina koletiyê. Yanî xwe ji her alî ve perwerde bikim, xwe terbiye bikim, bibim xwedî wê seknê ku ne milkê kesî me, kes ne milkê min e, xwedî sekneke bi îrade bim. Ji bo vê jî pêwîstî bi têkoşîneke dijwar heye…
Weke encam; karim bibêjim ku heta niha bi gelek aliyên xwe yên çewt meşiyam. Hîn ê jî gelek aliyên min ên çewt hene, lê belê min nekarî kifş bikim, ku ew jî bi rewşa fêhmkirin-nefêhmkirina rastiya Rêbertî ve eleqedar e. Bêguman yên ku min karî ji Rêbertî werbigirim bi qasî dilopek di okyanûsê de ye. Ji bo vê jî divê gelekî kedê bidim. Haya min ji vê heye û ez ê têkoşîna besivdayina li rastiya şehîdan ku nirxê me yê herî mezin e; bersiva li Zîlanan, Semayan, Gulanan, Sarayan, Jîndayan û gelek hevrêyên nikarim navê wan bînim ser ziman, ji her demê xurtir ez ê bimeşînim, kêliya ku bi ser ketim hingî ez ê bibêjim ku milîtaneke PAJK’ê me. Bi vê hestê we hemûyan silav dikim.
Di rewşeke welê de ku nirxên me hemû qurbanî berjewendiyên çend fêlbazên elît hatine kirin, em çawa karin bi hêsanî bijîn
JI GELAN HEMÛYAN RE YÊN KU WEZÎFEYA MIROVAHIYÊ JI BÎR NEKIRINE!
Jiyan bi çi bedew dibe? Di demeke welê de ku li cîhana me, li Rojhilata Navîn û Kurdistana me, di encama şerê mêtingerî û talan de mirovên me yên destavêtin, talan û koçberî lê hate kirin, jinên me, zarokên me, warên me yên hatin hilweşandin, xaka me ya ji me hate standin, çanda me ya ku hatiye asîmîlekirin, yanî hemû nirxên ku me dikim em pêşkêşî berjewnediyên çend fêlbazên elît hatine kirin, em çawa dikarin bi hêsanî bijîn, çawa dikarin qala bedewiya jiyanê bikin? Di rewşeke welê de ku zarokên hinekan dikin qurbanê şer, em çawa dikarin tenê li xwe, tenê li zarokên xwe bifikirin? Di vê rewşê de bi qasî yên ku vê jiyanê (ku navê jiyanê lê bê) li mirovan rewa dike, em jî sûcdar nînin? Em çima destûrê didin ku me bixin xew, me bixapînin? Gava ku bi amûrê herî mezin ê şerê taybet bi medyayê, bi bernameyên TV ên li derveyî exlaqê, bi fanatîzma futbolê, bi partiyên pûç (çanda şahiyê ya jiyana kapîtalîst) em têne xapandin, gelo nayê zanîn bê çi ji mirovahiyê tê dizîn! Tevgera PKK’ê, rêberê wê Rêberê me Abdullah Ocalan haya xwe ji van kiryarên neexlaqî heye ku li ser mirovahiyê tên ferzkirin, lê belê hûn xwe nadin ber naskirina wan. Halbûkî nirxên civakî hemû bi pêşengiya Rêberê me di nava tevgera PKK’ê de şênber dibe. PKK navê jiyana nû ye. Bi Paradîgmaya Azadîparêziya Jinê, Ekolojîk û Demokratîk alternatîfa sîstema emperyalîst kapîtalîst e. Yekbûna hemû nirxên mezin ên mîna Zerduşt, Hallaci Mansûr, Babek, Şêx Bedrettîn, Denîz, Îbrahîm û gelek tevger û bîrdoziyan e ku ji dîrokê ve ji bo mirovahiyê şer kirine.
Ji ber vê yekê bang li we dikim! Hesabê vî şerê qirêj ne ji PKK’ê bipirsin, ji mejiyê tekperest û desthilatdariyê bipirsin ku vê jiyanê rewa dibînin. Çima her roj mirov dimirin? Çima hinek di nava dewlemendiye de ne, hinek jî ji ber birçîbûnê û xizaniyê diçin? Halbûkî di cewhera hemû olên mezin de yekîtî, hevgirtin, wekhevî, edalet yanî wijdan û heqîqet nîne? Di taybetî di Îslamiyetê de ku li Rojhilata Navîn serwer e, ma wateya gotina Îslamê ne aştî ye û felsefeya wê ya jiyanê jî wiha ye; ‘Yên ku cîranê xwe birçîbe, nabe ku bi têr razê’. Li gorî vê rastiyê divê em vê pirsê li xwe bikin: Kî sedema vî şerê qirêj e? Çima mirov xwe dikin bombe û diteqînin? Wê demê wê rastiya DYE, Yekîtiya Ewropa ku xwe humanîst û parêzvanên mafên mirovan didin naskirin; dewleta Tirk a mêtinger, dewletên hevkarê wan û hêzên hîn nebûne dewlet ên wan li ser piyan dihêlin, bêne fêhmkirin. Eger em dixwazin li hemberî ber wî şerî rabin ê ku îradeya gel nas nake, destavêtin, talan û mêtingeriyê ferz dike, divê em vê peyamê bidin yên ku xwe weke edaleta îlahî didin naskirin: ‘Em gel in! Em Maf in, em heqîqet in! Û yê esîl em in, ji ber ku weke dewlet hîn hûn tune bûn, em hebûn. Her wiha ji her tiştên din hemûyan bi wate bû. Weke gel, weke civak ti pirsgirêka me bi hev re tune bû. Ne nakokiya mezhebî hebû, ne jî nakokiya nijadepestî. Ji ber ku beriya her tiştî em mirov bûn’.
Niha dibe ku bê gotin, weke PKK hûn jî şer dikin, hûn jî mirovan dikujin. Eger bi rengekî teng bê nirxandin, ev tespît rast e. Lê belê eger hûn hindikî jî be PKK’ê nas bikin, hûn ê bibînin ku PKK qet naxwaze bi vî rengî bibe. Lê belê yên ku li pey talan, mêtingerî û rijandina xwînê ne, rêyeke cuda ji PKK’ê re nahêlin. Li gel hewldanên bêhempa yên Rêber Apo, bi taybetî dewleta Tirk bi giştî jî sîstema serwer her tim biryar li ser şer dan. Ji ber ku rêbazên demokratîk û aştiyane li berjewendiyên wan nayên. PKK ji ber vê yekê şer dike! Û weke milîtaneke PKK’ê divê baş zanibin ku em ê vê jiyana li gelê me rewa hatiye dîtin bi ti awayî qebûl nekin, em ê hemû êrîşên bêexlaq û xwînxwar bêbersiv nehêlin, yên ku xwe bi xwîna mirovên bêguneh xwedî dikin em ê li biryargehên wan, li navendên wan bibin goga ji agir û wan hemûyan bişewitînin!
JI GELÊ MIN Ê WELATPARÊZ RE!
Di dîrokê de me timî êş kişand. Timî mirin, destavêtin, komkujî, mêtingerî û talan li me hatin ferzkirin. Sedem û çavkaniya vê yekê jî ew e ku me nekarî yekîtî û hevgirtina xwe biparêzin; me xwe nedan ber sekneke yekîtî, hevgirtin û rêxistinî. Her wiha ji ber ku yên pêşengî ji me re dikirin her tişt kirin qurbanî ji berjewendiyên xwe yên şexsî, bûn sedema êşkişandinê. Lê belê niha em ji her demê bêhtir nêzî wê yekê ne ku êşên xwe bikin kêfxweşî, li xaka xwe bi rengekî azad bijîn, xwe bi rê ve bibin, bi çanda xwe bijîn. Dibe ku niha jî em gelekî êşê dikişînin; hûn bi xwe dibînin ku gundên me, bajarokên me, bajarên me ji aliyê dijmin ve têne hilweşandin. Yanî fatûreya şênber a rastiya şerê heyî li we tê birîn û ev yek bi zanebûn tê kirin. Ji ber ku dijmin (bi şênberî dewleta Tirk û kompradorên nokerê wan) nikare xwe li destketiyên we rabigire ku bi pêşengiya Serok Apo û PKK’ê hatine bidestxistin. Ji ber ku beriya Rêbertî û tevgerê em bêhêz bûn, bêîrade bûn, bêrêxistinî bûn komkujiyên mezin li me hatin kirin. Lê belê niha ji ber ku bi pêşengiya Rêber Apo em li hev kom bûne, me xwe bi rêxistin kirine, bûne xwedî îrade, ji ber ku ji vê asta me ya pêşketinê ditirsin êrîşî me dikin. Ji ber ku zanin şoreşa li Rojava wê rê li ber çi veke êrîşî wê derê dikin. Ji ber ku pêşketina Kurdan tê wateya pêşketin û azadiya gelên Rojhilata Navîn. Lê belê ev pêşketin xizmetê ji berjewendiyên dijmin re nake. Lewma ev şerê bêperwa dibe ku demeke hîn dirêjtir deweam bike û em bedêlên mezintir bidin. Ji ber vê yekê divê em xwe amade bikin, refên xwe diyar bikin. Divê em ruhê berxwedêr ê Mehmet Tûnç, Pakîze, Fatma û Sêvêyan dewam bikin. Her rêya li derveyî vê yekê wê bibe sedema teslîmiyetê, xiyanetê û rijandina hîn bêhtir xwînê. Lewma weke ewladeke we li hemberî hovîtiya hatiye kirin, şewitandina mirovan, qetilkirina mirovên bêguneh sonda tolhildanê xwariye; armanca min wê ti carî ne hedefkirina mirovên bêguneh be. Guh nedin kampanyayên reşkirinê yên di vê mijarê de dijmin dike û wê bike!
Bijî Serok Apo!
Bê Serok jiyan heram be!
Bijî yekîtî û hevgirtina gelan!
Bijî artêşbûna jinê ya li çar parçeyên Kurdistanê pêk hatiye!
Bimire mêtingerî û her cûre talankarî!
Bijî xeta Apoyî ya di nava her şert û mercî de!