NAVENDA NÛÇEYAN – Fermandariya Biryargeha Navenda Parastina Gel NPG’ê kesayetê têkoşer û şehîdê azadiyê Rêber Roboskî bi vê rengî dinirxîne;
“Hevrê Rêber ji Eşîra Goyan a gelek fermandarên pêşeng ava kir di nava malbatek welatparêz de hatiye dinê. Hevrêyê me ji ber sedemên malbatî koçî Wanê dike, li Wanê hatiye dinê û mezin bûye. Hevrêyê me Zagros ê sala 2015’an li Zagrosan tevlî gerîla dibe, perwerdehiya xwe ya ewilê li Zagrosê dibîne. Zû adapteyî herêmê dibe, ji ber kesayetiya xwe ya bi înad, li ber zoriyê pesnekirin, ji aliyê hevrêyên xwe ve di demek kin de tê hezkirin.
Hevrêyê me yê ji roja ewil tevlîbû û li Zapê pratîk kir, ji derveyî serketinê tiştek din qebûl nekir, her demê ketiye nava hewldana ku ya herî baş bike. Hevrê Rêber di dema operasyonê de bi sekneke biryardar, cesaret daye hevrêyên xwe, ketiye nava hewldanên ku tim derbê li dagirkeriyê bide. Vê lêhûrbûna xwe di pratîkê de jî nîşan daye. Vê kesayetiya bi înad û têkoşer a hevrêyê me ji bo me da nîşandan ku bersiva hemû zorî û bêderfetiyan e. Em soz didin em ê girêdayî bîranînên hevrêyên xwe bin, têkoşînê mezin bikin, bigihînin serketinê.”