HANNOVER – TCŞ û TekoJIN li navenda bajarê Hannoverê li hev civiyan û sûcên şer ên dewleta Tirk a dagirker û qirker protesto kirin.
Piştî mîtîngê ji bo bîranîna hemû şehîdên şoreşa Kurdistanê deqeyek rêz hate girtin, daxuyanî bi zimanên Elmanî û Kurdî hatin xwendin û işaret bi sûcên şer ên artêşa Tirk a dagirker hate kirin.
Di çalakiyê de li ser navê Meclîsa Gel a Hannoverê Ciwan Çewlik axivî û got: “Nabe ku em dengê xwe ji êrîşên bi çekên kîmyewî yên dewleta Tirk ên li dijî welat, gel û hêzên me yên parastinê yên hêja, nekin. Em ê çalakiyên xwe gur û geş bikin, bi helwesteke cidî em ê ber li vê hovîtî û bêexlaqiyê bigirin.“
Çalakiyên bi siloganên “Bijî Serok Apo, Bijî Berxwedana Gerîla, Bijî Berxwedana Zap” bi dawî bû.