NAVENDA NÛÇEYAN – Di 26’ê Cotmehê de, di çilrojiya Jîna Emînî de, çalakiyên li Rojhilat derbasî qonaxeke nû bû. Bi zêdebûna gef û êrîşên rejîmê re bi hezaran kes daketin kolanan. Di serhildanên Rojhilat û Îranê de xwendekar bûn hêza pêşeng. Li Sinê, Mehabad, Seqiz, Merîwan, Tehran û gelek bajarên din xwendekaran ji serhildanan re pêşengtî kirin û heya niha jî vê rola xwe ya pêşengtiyê didomînin.
Li ser vê bingehê komek jinên ciwan û ciwanên xwendevan ên Rojhilatî ku li zanîngeha Sine dixwînin, ji bo li dijî her cure zilmê li berxwe bidin û şoreşê biparêzin berê xwe dan çiyayên azad ên Kurdistanê. Serhildanên Rojhilatê Kurdistanê ku di pêşengtiya jin û ciwanan de destpêkirî bingeha xwe ji îdeolojiya azadiyê ya Rêberê Gelan Abdullah Ocalan digire. Tevlîbûna ciwan û jinên ciwan ên xwendevan a nava refên gerîla jî vê yekê pişte rast dike. Ciwan û jinên ciwan li riya guhertinê û hêza çareseriyê di nava refên PKK’ê de dibînin. Ji ber ku beriya dehan salan a ku jin û ciwan ji bin pencên qirkirinê rizgarkirî tevgera azadiya Kurdistanê û fikrên Rêber Apo bû. Li ser vê bingehê ji bo xwedîderktina li keda Rêberê Gelan û tolhildana şehîdan deh xwendevanên zanîngeha Sineyê tevlî nava refên gerîla bûn.
Yek ji ciwanên ku beşdarî nava refên gerîla bûye Şaho Zerdeşt anî ziman ku tevlîbûna wan a nava refên gerîla ji bo bersivdayîna bangawaziya seferberiyê ya Komalên ciwan e. Heman demê de anî ziman ku ewê bi gerîlayên azadiyê re pêvajoyê bi ser bixînin.
Şaho Zerdeşt ji ajansa me re wiha axivî;
“Şoreşa jinê ketiye roja xwe ya 47’an. Ev şoreş bi pêşengiya jin û ciwanan li Seqiz û Sinê destpêkir. Hêdî hêdî serhildan bajar bi bajar û gund bi gund mezin bû. Di vê berxwedanê de gel dixwaze rûmeta xwe biparêze. Ji roja ewil ve hêzên komara îdamê bi awayekî herî xurt li dijî gel derketin, gel ji bo parastina mafên xwe yên rewa û xurtkirina berxwedana xwe derketin qadan. Ev berxwedana ku di roja sêyemîn a serhildanên Sine de destpêkir, bû berxwedana kolanan. Gav bi gav berxwedan kolanên Sine girt. Li Sine kolaneke ku agirê azadiya jinê pêxistiba tune bû. Ji destpêkê ve jin, ciwan û civak bi tevahî li pişt vê şoreşa jinê ne. Ev şoreş şoreşa jinê ye.
Kolanên Sine, Merîwan, Seqiz, Banê û Bokanê bi dirûşma “Jin, Jiyan, Azadî” bûne qada berxwedanê. Ku ne tenê bi Rojhilat ve sînorkirî ye, li seranserê Îranê û cîhanê belav bûye. Ev şoreşa ku îro bi pêşengiya jinan destpêkir, wê paşve gav neavêje û di dîroka cîhanê de qonaxeke nû ji nû ve binivîsîne. Di sedsala 21’an de, di sedsala ku jin timî di bin çewisandinê de ye, serhildaneke bi vê rengî di pêşengtiya jinê destpêkir.
Ev şoreş û berxwedana ku ji Azerbaycanê heta Belûçîstanê, ji Belûcîstanê heta Xûzîstanê li cîhanê deng veda, hemû di bin pêşengtiya jinên bindest de destpêkir. Berxwedana dîrokî ya ku di roja ewil de li Sine destpêkir, gav bi gav ji Kolana Fîrdewsî heta Meydana Îqbalê li deverên din ên bajêr jî belav bûn. Piraniya vê berxwedanê li kolanên Şerîf Awa, Hacî Awa, Meydana Naboat û hemû taxên Sinê dewam kir. Gel bi molotofan û her cure çekan dest bi parastina xwe kirine. Gel zane ku ev gav paşde nayê avêtin û ew ê nehêlin ku dijmin li kolanan êrîşî gel bike û bi faşîzma xwe komkujiyan bike.
Em weke ciwan û xwendekar îro ji bo parastina mafên xwe û xurtkirina vê berxwedanê hatine çiyayên Kurdistanê. Li hemberî dijmin bersiveke me ya xurt heye û ji bo vê û ji bo parastina rewa me çek hilgirtiye ku li dijî dewleta faşîst û dagirker a Îranê têkoşîna xwe xurtir bikin. Divê îro bi têkoşîna li çiyayên Kurdistanê re tevahî jin, ciwan û gel gavên nû bavêjin. Niha şoreşa gelê Kurd ketiye qonaxa çekdarî û divê hemû ciwan dakevin çiyayên azad ên Kurdistanê, çekan hilgirin û erka xwe ya netewî pêk bînin.”
NC// Hîwa Zerdeşt