NAVENDA NÛÇEYAN –
Ji Dahorandinên Rêberê Gelan Abdullah Ocalan….
Bila kes nehizire ku bingehek bîrdozî ya pir xurt a PKK‟ê tine ye. Berovajî hem jî di asta herî pêşketî de xwedî bingehek bîrdozî ye. Weke tê dîtin, ne dişibe sosyalîzma pêkhatî, ne jî vê yan wê bîrdoziyê. Bi me re nêzîkbûnek bîrdozî ya pêşketina xwe ya herikbar didomîne heye. Her wiha divê hema neyên gotin bîrdoziye û derbas nebe.
Ger hûn pêwendiya xwe ya bi bîrdoziyê re qut bikin, hûn ê bibin heywan. Jixwe di rewşa heyî de sedema herî bingehîn hûn nikarin xwe venêrînin, nebûna zemînek we ya pir cidî ya bîrdoziyê ye. Mirov ji we ditirse, ji ber ku hûn bê bîrdozî ne. Berê dihat gotin; “Hûn bê ol û bê exlaqin.” Mirovê bê exlaq rewşek karesat, dîsa mirovek bê ol rewşek pir xeter rave dike û civak hemûyan jî lenet dike û cezayê herî giran dide. Niha bîrdozî dewsa van têgehan tevan digire. Nexasim bi me re bîrdozî nebe, mercek nebê nabê ye. Ez behsa bîrdoziya materyalîzma çors, ev an jî ew asta pêşketina sosyalîzma pêkhatî nakim. Behsa pêdiviyek bingehîn û pêdiviyek bîrdozî dikim. Her wiha ev ne tenê ji bo niha yan jî hûn PKK‟yî ne hewce ye, ezel û ebed hewce dike. Ji bo mirovê pêşî jî hewce ye, ji bo mirovê dawî jî hewce ye. Lê di serdeman de guhertinên cur be cur raber dike. Ger îro em weke gel, di astek ku gelek caran tên lenetkirin û li hember xwe xezebê dijîn, ev çavkaniya xwe ji bîrdozî, ango di mijara rastiya xwe ya heyberî de ji nirxên fikir û dilxweşiya xwe qutbûnê digire. Ger miletek bikariya hêza xwe ya fikir û dilxweşiyê bi rastiya xwe ya heyberî re bigire dest, misoger asta heyî nemijara gotinê bû. Dikare ev rewş weke; “Mêtîngerî di tevahî dîroka xwe de miletê me di vî yan jî wê astê de ji dilxweşiya bîrdozî qut kiriye” bê pênasekirin. Lê
ya girîng pêkhatina vê rewşê ye.Weke gelek kesan gotî, li şûna vegotinên; “Miletê me cahile, bêhişe”, emê bi gelemperî wisa bêjin; “Miletê me bê bîrdozî ye, ne kêfxweşe û ji ber ku ji van têgehên bingehîn hatiye qutkirin jî anîne astek heywanbûnê. Her wiha bi qasî dixwaze tê mêtîn, bi qasî dixwaze lê siwar dibe, bi qasî dixwaze dikuje û li hember vê dengê wê jî dernakeve. Derbikeve jî, kes cidî nagire.” Vêca rewşa min a xwe pêkanînê bihizirin. Ger ez bûme dengek mezin, sedema vê ya herî bingehîn min xwe ji aliyê bîrdozî ve pêş xistiye. Bal bidinê, ya rastî min di wateya çors de bi çekê kar nekir. Dîsa bi pereyan jî kar nekir. Şêwaza karkirina min bi bîrdozî ye. Ji ber ez bûm hêza ramanek mezin û li gorî rastiya me ya heyberî ya pir guncav, fikir hilberand û xwe gihand hêza pêkana wê, ev jî ez veguherandim teqînek mezin. Çima dikarim evqasî bibandor bim? Ji ber min rewşa di civakê û rastiya Kurd de ya bê bîrdozî û bê kêfxweşî di kesayeta xwe de dahûrand û bi vê çareseriyê re asta min a xwe pêkanê jî bi mercên
heyberî re di ahengê de bû, niha di asta mucîze de têm nirxandin. Jixwe ji ber vê ye her derketinek dîrokî xwedî xisletek mucîzewî ye. Ji aliyekê ve em beriya Îslamê li nîvgirava Ereban rewşa Ereban a heyberî berçav bigirin an jî li Ewrûpa beriya Şoreşa Fransa rewşa heyberî û heta beriya Şoreşa Cotmehê rewşa heyberî ya Rusya berçav
bigirin –ji bo em van şoreşan hinekê dizanin dibêjim-, emê bibînin ku, bi rastî jî ji bîrdoziyek mezin qutbûnek, bê kêfxweşiyek mezin heye yan jî hukûmetek ku komek berjewendiyên teng a civakê tine dihesibîne, ji bo wê tê wateya ewqas cehalet û bêkêfxweşiyê heye.
Dikare ji vê re îdareya zilmê û dîktatorî jî bê gotin. Hinek derdikevin, tam jî di vê pêvajoyê de xwe ji pêşengtiya bîrdozî û kêfxweşiya yên ji bîrdozî û kêfxweşiyê qut bûne re amade dikin û ew bi tenê yan jî çend kes jî bin, di demek kin de vediguherin teqînek civakî ya mezin. Vaye navê vê jî şoreşe. Gelo mezinbûna Hz. Muhammed çiye? Ji ber wî ji serdema xwedî mercên civakê yên pir çors û hovane re, bi fikir û kêfxweşiyek pêşveçûyî bersiv da. Bermahiyên olî kom kir –fikrên wê demê bi gotinên olî dihatin ravekirin- di Kuranê de berhev kir û vê jî bi kêfxweşiyek pir mezin pêşkêş dike. Bi vî rengî teqînek Îslamî ya mezin pêk tê. Lewma pir hêsan û di rêya berjewendiyên erzan de mirovahî tê xistin. Her wiha gelek rewşên mîna vê bi lenet jî hene. Vaye ev derketin û ji vê re çareserî dibîne. Di pêvajoya Şoreşa Fransa de jî proleterbûn û gêjbûna burjuva jî di radeyek neyê tehemûlkirin de bûn. Aliyek ji jor ve heywanbûn dijiya, aliyê din jî ji jêr ve heywanbûn dijiya. Elbet wê bi derketinek bîrdozî û
kêfxweşiyek mezin ve bersiva vê bihata dayîn. Jixwe fîlozofên wê demê jî avakerên fikir û exlaqê yê herî mezinin. Encama vê jî Şoreşa Fransa ye. Ev di Şoreşa Rusya de jî didome. Li Rusya di mercên hîn paşketîtir de hem li jor, hem li jêr heywanbûnek tê jiyîn. Ji vê re jî bi nêzîkbûn, fikir û kêfxweşiyek mezin a sosyalîstî ve bersiv tê dayîn. Ev
jî dibe şoreşek mezin. Hinekê rastiya Kurdistanê jî dişibe van. Tam rejîmek heywanan mijara gotinê bû. Ya li jor tê pêkan ji rêveberiyek heywan re ye, yên li jêr jî disemixînin dibin heywan. Me ev dît û hewl da fêm bikin dê ev
bi kîjan fikir û dilxweşiyê bê derbaskirin. Di encamê de bi teqînek pir cidî re pêşketinek ku em weke Şoreşa Kurdistanê binav dikin derket holê. Nexwe me hêza xwe ji kur girt? Me xwe nesipart pereyan, fêrbûnên civakbûnê yên kevin, şêweyên rêxistinbûna çîn û tebeqeyên civakê. Berovajî me hemû parçe parçe kirin. Ji ber ku hemû ketî bûn û hatibûn xistin. Ya me pêşkêş kirî, bi rastî jî hem rastiya xwe rast nirxandine û hem jî ji bo derketina wê dibe fikir û kêfxweşiya herî guncav. Hûn nikarin vê hêsan bigirin dest, ji ber ku rastiya me li holê ye. Ez ji ber vê her roj ji we re dibêjim bi fikir û kêfxweşiyek têrkar nêzî jiyanê bibin. Mixabin hêjî hêza we ya fikir û dilşadiya we têra
rizgarkirina we nake. Hûn nikarin xwe ji belengaziyê rizgar bikin. Gelo dilxweşiya kî ji we ya bilind heye û fikra wî têrê dike ku ji mercên heyberî re bibe bersiv? Ji ber ku tine ne ji we re dibêjim hûn bêrêgez û xafilin. Sedema ku hûn çareserî, nexasim çareseriya Rêbertiyê bidest naxin, paşde dimînin û heta dibin PKK‟yîbûnek sexte. Lewra hûn nikarin pêş bikevin, ji ber ku qanûnên pêşketinê hene.
Nexwe bi gelemperî fikir û taybet jî şêweya wê ya bîrdozî mijara gotinê ye. Ango dikare di navbera fikir û bîrdozî de girêdanek bê çêkirin. Raman, şêweyên giştî û fikrên giştî ne. Bîrdozî jî, li gorî mercên heyberî yên civakekê hatiye eyarkirin, weke berjewendiya wê civakê hatiye fikirîn û heta fikrên hatine bernamekirinin. Rastiya civakekê çi pêşveçûn, çi paşketin an jî nêzîkbûna ji aliyê kevneperest ve dibe, ramana wê rave dike. Bîrdoziyên paşverû û
bîrdoziyên pêşverû hene. Dîsa kevneperestî heye. Yên hewl didin guhertinê ava bikin hene. Bîrdozî bi asta civakbûn a şênber ve girêdayî ne. Di tevahî dîrokê de pêşveçûnek bîrdoziyan jî heye. Bîrdoziyên Ol‟î di vê yan jî wê civakê de, di vê yan jî wê astê de pêş ketine. Ev didome. Weke din bîrdoziyên ku bi giranî aliyên xwe yên felsefîk
hene. Vaye divê em li vir rêjeya felsefeyê jî fêm bikin. Felsefe ji ol derdikeve yan jî piştî qonaxek pêşketina ol derdikeve pêşberî me. Ango herî kêm bi qasî ol dîrokek wê jî ya kevin heye. Cewaziya felsefeyê hîn zêdetir nêzî zanistê ye. Nabêje; “Xweda heye, wisa ferman daye.” Vegotinek weke; “Xweza heye û wisa ye” dike. Ango felsefe ji hinek dogmayan cuda li gorî rastiyên xwezayê fikir pêş dixe. Gelek aliyên wê yên dişibin ol hene. Têkilhev dibin, lê cewaziya wan heye. Felsefe hinekê hewl dide rastiya xwezayê binirxîne, ol jî bi temamî –dema em dibêjin bi temamî, em nabêjin qet xwezayê jî nabîne- ji destpêkê ve xwe dispêre rêgezek ji xwezayê jî bilindtir. Dibêje; “Ev xweda, ev gotina xweda” û hewl dide wisa xwezayê û jiyana heyberî vesaz bike. Divê neyê jibîrkirin, ev jî fikreke. Neku ji ber yê bi temamî ji xwezayê jî bilindtir xwedayeke, na. Fikrek bi giranî aliyê wê yê dilxweşî heye û hêza
fikrek mayînde dide. Fikra “Xweda” kengê û çawa çêbû? Bi gelek peresanê re derbas dibe û bi têgeha xweda hêjî tam nehatiye pênasekirin ku dixwazin behsa çi bikin. Yê ku herî zêde zanist pêş xistî bi Einstein re jî fikra xweda heye. Her xwezaya paşketî xurtbûna xwe di kesê ku xwe weke xweda dibînê de jî fikra xweda heye. Lê di navbera wan de cewazî heye. Zanist jî behsa pênaseyên weke “Hêza ku xwezayê birêve dibe yan jî qanûnên xwezayê” dike.
Tişta em dixwazin bêjin; “Têgeha Xweda-Yêzdan” hêjî pêşketina xwe didomîne yan jî ji domandinê paşve namîne. Lê belê her tişt girêdayî fikrek wisa girtina dest û pêşketina wê wisa ravekirin negengaze. Di vir de felsefe dikeve meriyetê. Felsefe hinek din nêzî zanistiyê ye û hewl dide hîmên pêşketina xwezayê destnîşan bike. Weke tê zanîn gelek bizavên felsefê hene. Bizavên îdealîst, bizavên materyalîst û rêbazên ew bikar tînin hene. Ji aliyekê ve yên
dixwazin bi nêzîkbûnek metafîzîk û ji fîzîkê jî wêdetir rave bikin, ji aliyê din ve jî yên dixwazin bi nêzîkbûnên materyalîzma çors ve rave bikin hene. Bi qasî diyalektîk hîn zêdetir bi felsefeya materyalîst ve girêdayî ye, metafîzîk jî zêdetir bi felsefeya îdealîst ve girêdayî ye.
Em van zêde li vir venakin. Lê belê kêm-zêde girêdana hemûyan bi pêşketinek civakbûnê re heye. Di serdema pêşî ya mirovahiyê de jî û niha jî heye. Ya girîng di pêşketina mirov de rola ol an jî felsefeyê dîtin û mirov bizane tê çi wateyê. Ango niha hûn li gorî ol an jî li gorî felsefeyê dihizirin, divê hûn vê fêm bikin. Gelo bingeha fikra we ol‟î
ye, yan felsefî ye, divê hûn fêm bikin. Elbet li vir beşek jî fikra zanistî ye. Fikra zanistî, li gorî ol jî, li gorî felsefeyê jî, jiyana heyberî hîn zêdetir objektîf rave dike. Ango îdîayek wî ya bêje; “du cara du dike çar” nine. Xwedî zelaliyek wisa ye. Navê wê li sere, fikra zanistî yan jî zanistên civakî, zanista fîzîk, zanista kîmya, zanista biyolojî, heta ger
wisa bê gotin –jixwe hewl tê dayîn hinek meylên bingehîn bên dîtinzanista derûniye. Gelo cewaziya fikra zanistî bi yên din re çiye? Fikra zanistî li gorî yên din hinek din baştir dikare qadek gerdûn, xweza û civakê pênase bike. Bi sedem û encamên wê re ku bikare rave bike digire dest. Elbet ev jî hêzek daye mirov. Li gorî zanistê hizirîn niha bingehe û mirov bi vê pêşve diçe. Lê belê di tevahî dîrokê de ol jî mirov pêşve biriye û li ser lingan hiştiye. Felsefê jî heman rol list û hêjî dilîze. Tenê di zanistbûnê de pêşketinek heye. Zanist berê jî, beriya kiryar û çalekiyên mirov destpê bikin jî hebû. Ango dema mirov nêçîrtî dikir, dema hinek amûrên xebatên çandiniyê pêş xistîn jî zanist hebû. Di van xebatan de aliyê zanistî çibû? Vaye fikra ku dibêje; “Ez wisa aresteyî nêçîra xwe bibim, wisa li nêçîra xwe bidim, ezê li erdê bidim” jî nêzîkbûnek zanistî ye. Yan jî nêzîkbûna dibêje; “Ez vê zeviyê wisa biçînim, ezê di berdêla wê de vê bigirim” jî fikrek zanistî ye û bi qasî dîroka mirovahiyê xwedî paşerojekê ye. Ango zanistî ne
tenê rewşek girêdayî roja me ye. Lê di roja me de pir sazûmankiriye û li qadên pir cuda pêş ketiye. Di destpêka mirovahiyê de cihê ol çawa esasî bû, di roja me de jî tê dîtin ku hatiye sînordarkirin. Dîsa felsefe çawa di serdema destpêkê û serdema navîn de û heta di demên destpêkê yên kapîtalîzmê de hebûna xwe giranî didomand, niha jî ketiye rêza duyem an jî wisa diyar dibe. Zanist jî pêşî sînordar bû, niha her tişt li gorî zanist tê hizirîn û jixwe ev jî pirsgirêkek pir girînge.
Di roja me de tê nîqaşkirin nexasim zanista ku rê ji teknîkê re vekiriye, gelo mirov çiqasî ber bi îmhayê ve dibe.
Pêşketina teknîkî ya ku îro zanistê tehrîk kirî yan jî rê jê re vekirî, herî kêm bi qasî dogmayên ol‟î û baweriya hişk a felsefî gef li civaka mirov dixwe. Heta dikare bê gotin, di dema nêz de herî zêde jî teknîka girêdayî zanist, dibe ku dawiya mirov bîne. Ger tevdîr neyên girtin, dibe ku teknîk cinawirên ku mirov daqurtîne biafirîne. Jixwe atom
cinawireke yan jî cinawirê îro derdor bi temamî wêran dike teknîke. Berê jî cinawir hebûn, lê mirovan dikariya xwe li hember wan cinawiran biparêzin. Di serdema destpêkê, serdemên destpêkirina mirovahiyê de mirovê ku dikariya xwe biparêze, niha nikare li hember cinawirên teknîk xwe biparêzin. Heta dibe ku piştî çend sedsalên din
cinawirên teknîk hîn xetertir bin. Elbet wê mirov jî bizane ku xwe li vir biparêze. Bi gelemperî mirov serdema ku dijîn weke serdema dawî dinirxînin. Her çendî ev her tim di nava xwe de wisa bê dîtin jî, ya rastî ne wisa ye, guhertin esase. Belê, diyalektîka guhertinê pêwîstiyek rêgezî ye, lê divê ev jî rast bê nirxandin. Guhertin, nayê wateya ya pêk tê neyê dîtin. Asta pêşketina bingehîn a demekê, nirxên wê hene, dema ew hatin dîtin, hingê wateyek guhertinê çêdibe. Nexwe ger tu bêjî; “Her tişt tê guhertin” jî, wê tu bibî zirtker. Yeqîn dikim di nava me de
jî guhertin hinekê bi şêweya zirtan tê fêmkirin. Ji bo fêmkirina guhertinê, pêwîste ya mayînde bê dîtin. Nirxên bi qasî dîroka mirovahiyê mayînde û qet neyên guhertin hene. Her wiha nirxên ku pêwîste bên guhertin jî hene. Pêwîste em xwedî guhertinek wisa yan jî feraseta felsefeyek wisa bin. Kurtasî, xalên ku pêwîste bên dîtin evin: Di pêşketina mirovî de fikir û bîrdozî, çi di asta efsûnî, çi bi sêhr û olî, çi felsefî û zanistî de bê ravekirin bila be, misoger bi jiyanê re têkilheve. Ev dîsîplîn nebin, jiyan nameşe. Mirov bi qasî teşe dide xwe, xwe bi felsefîk dike û xwe bi zanist dike mirove. Bes kuder giranî dide kuderê, ji kur kuderê esas digire, li kur guhertinê dijî, li kur çiqasî pêdivî bi şêweya bîrdozî heye, li kur çiqasî pêdivî bi dîsîplîn, dilşadî û exlaqê wê yê pêkhatinê heye? Ger ev rast
bên destnîşankirin, ew civak bi tenduristiye, ew civak azade, ew civak dikare xwe bide jiyîn. Lê belê ger nejêhatî be û pirsgirêka xwe ya bîrdozî, pirsgirêka xwe ya dilşadî çareser neke, dê ew civak birûxe. Dema li ser hukme dê birûxe, dema birûxe jî wê belav bibe û bihele biçe. Niha hinekê civaka me ya Kurd jî civakek rûxiyayî rave dike.
Civaka Kurd civakek rûxiyayî û herî xirab jî bi belavbûnê re rûbirû ye. Ji ber ku rastiyek civakî ya asta wê ya bîrdozî û dilşadî têkçûyî ye. Tam jî di vê xalê de PKK çiye? PKK tevgerek, pêşî dîtina bîrdozî û dilşadiya rastiya miletek ku
bîrdozî û dilşadiya wê hatî hilweşîne. Divê ev baş bê fêmkirin, ji ber xwedî wateyek sereke ye. Lê belê ez girêdana we ya bi civakbûnê ve dinêrim an jî hewl didim fêm bikim hûn behsa guhertinek çawa dikin. Halê we dişibînim gundiyên kevin ku darên xwe rakirîn û guhertinê dixwazin. Şûna dar çek girtina destê xwe, cewaziyek teknîkî ava dike, yan jî di ferasetê de ti cewazî nîne. Gundi jî dar radike û dihejîne dibêje; “Kuro ezê bi ser te de bêm, zû
biçe ji ber çavên min.” Lê paşê weke êrîşên Don Kîşot ên li hember aşê avê, nikare xwe ji valederketinê rizgar bike. Jibîr nekin, hejandina çekê ya gelek ji we dişibe vê, heta xetertire. Ji ber ku dema te bi çekê Don Kîşotî kir, wê tu bişewitî. Jixwe vê pir metirsîdar dibînim û dixwazim pêşî lê bigirim. Hûn ji rewşa bûna “Don Kîşotên biçek” derxistin, niha yek ji peywirên me yên bingehîne. Vêca emê vê çawa asteng bikin? Belê weke min gotî, emê pêşî
hêza fikir, bîrdoziya ku pêşî li rûxîn û belavbûna me ya civakî bigire û dilxweşiya ku van bi vînek bilind raber bike ve bi girêdana xwe ya jiyanê diyar bikin û di jîndarkirinê de asteng bikin. Pêdiviya we jî bi vê heye. Her wiha ez çareyek din jî nabînim. Gelek bîrdozî ne xwedî vê îdîayê ne. Mînak, girêdayî asta zanista ku di serdema me de pêş dikeve, bîrdoziyên ku em dibêjin nûjenin hene. Ev çine? Bîrdoziyên ku em dikarin girêdayî rastiyên civakî yên burjuva rave bikin netewperestî û pêvekên wê ne. Lîberalîzm, dewletperestî û gelek bizavên weke van, ev ekol, ew ekol bîrdoziyên ku diyar kirîn hene. Lê belê di navbera van de xisleta herî bingehîn dikare weke netewperestî bê pênasekirin. Bîrdoziyên beriya niha jî, ji ber girêdanên wan ên bi civakê re sînordar bûn, li paş asta netewî bûn.
Zêdetir cemaet û civatên eşîran esas digirtin. Cemaetên bi şêweyên malbatan hatibûn avakirin. Bîrdoziyên xwedayî, heta dibistanên felsefê jî berjewendiyên cemaetek teng esas digirt û di rastiyê de bîrdoziya wan bû, ango ne ya tevahî civakê. Burjuvazî çînek ku gavek din pêşketiye û qet nebê ji bo xwe netewekê esas digire. Sûkek netewî, sînorek netewî û dewletek netewî esas digire. Ev jî rastiya xwe, di rastiya bîrdoziya netewperestiyê de
derdixe holê. Ev bîrdoziya netewperest çiye? Civakek burjuvazî bilind dike, netewek vê civakê bilind dike. Neçare ku netew be. Ji ber ku pêdiviya burjuvaziyê bi netew dewlet, çanda netewî û axa netewî heye. Di vê xetê de fikrek mezin a dewleta netewî, fikrek mezin a çanda netewî, fikrek aboriya netewî, partiyên netewî, ji bilî van gelek
hêmanên din ên netewî tên pêşxistin. Ev jî netewperestiyek pir mezine. Jixwe ji ber sedemên cuda ber bi faşîzmê ve herikbûn heye. Hîtler nûnertiya netewperestiya şoven a herî pêşketî dike û dibêje; “Nijada Alman a herî bilinde, hemû nijadên din ketî ne.” Xala herî xeter pêşketina ku bîrdoziya burjuva digihiyê evdere.
Elbet negengaze ku girêdana bîrdoziyan bi civakbûn û çînên civakî re bê paşçavkirin. Bi gelemperî girêdayî mirovane, lê bi taybet civaka mirov, ango bi pêşketina çînayetî re girêdanên bîrdoziyan heye. Negengaze ku mirov girêdana gelek bîrdoziyan bi giştî civakê re û taybet jî bi çînên wê re nebîne. Vaye pêşketinek wisa ya bîrdoziya
burjuva jî heye û ev pêşketin hêjî bi hemû leza xwe ve didome. Lîberalîzm jî, dewletperestî jî, şêweyek din a netewperestiyê ye. Beramberî vê cêwiya burjuvaziyê yan jî bi wê re di dîrokê de zêde derketine holê çîna kedkar, xwest bi bîrdoziyek heta ku weke proleterya hat binavkirin derbikeve holê. Weke tê zanîn, ji vê re jî gotin bîrdoziya sosyalîst. Bingeha bîrdoziya sosyalîzmê jî ji kevin de ye. Çawa ku di tevahî dîrokê de netewperestiyê dispêrin arîstokrasî û çîna xwediyên koleyan, sosyalîzm jî dikare heta bindest, pleban (hemwelatiyên Roma yên çîna navîn û jêrtir) û serfan bê nirxandin. Pleban bi Spartakûs re ceribandinek sosyalîzmê kirin, serfan jî di serdema navîn de gelek ceribandinên komînên civakî kirin. Lê belê pêşketina wê di sedsala 19. de, ji dema weke sosyalîzma zanistî dihat nirxandin jî girtiye. Ango her serdemek li gorî xwe sosyalîzmek xwe heye. Mînak di Îslamiyetê de Hz. Elî yan jî Elewîtî bi gelemperî hinekê jî sosyalîzma Îslamê ye. Di serdema navîn de hema her olek li gorî xwe şêweya wê ya bûna sosyalîst heye. Heta ev, di serdema destpêkê de jî mijara gotinê ye. Girêdayî bîrdoziya zanistî ya giştî ku bi serdema kapîtalîzmê re derketî holê, li gel vê zanista sosyalîzmê jî heye. Ji bo ji sosyalîzmên din bê cihekirin, ji sosyalîzma pêş dikeve re, sosyalîzma zanistî tê gotin. Çima zanistî? Jixwe sedsala 19. sedsalek zanistê ye û ti qadek ku zanist xwe neda hesandin nîne. Ev pêşketin bandor li zanistên civakî jî dike. Lewra weke raveya herî cewherî ya zanistên civakî sosyalîzm derdikeve holê. Vaye ji ber vê navê sosyalîzma zanistî yan jî zanista sosyalîzmê tê lêkirin. Ev zêde negirînge. Sosyalîzm, di dîroka bîrdoziyan de di îdîaya bûna zanistiya mezin de ye.
Hinek sedemên vê jî hene û sedema vê ya herî bingehîn jî girêdana wê ya bi çîna kedkar ve ye. Serdest neçarin ku derewan bêjin û ne rasteqînî bin. Lê çîna kedê neçare ku rasteqînî be, ango zanistî be. Ji ber ku pêdiviya xwe bi derewê û mêtîngehkirina hinek din nîne. Vaye ji ber vê sedemê çîna kedkar çîna herî zêde nêzî zanistiyê ye. Ev ji hêla îzafî ve jî wisa ye. Jixwe mirov bi giştî her tim hewceyî xeyalane. Lê xeyal ne rêvebirine. Jixwe negengaze ku xisleta sosyalîzmê jî ya xeyalî neyê hizirîn. Ya rastî her bîrdoziyek xeyaleke û sosyalîzm jî neçare ku ûtopyek wisa be. Sosyalîzma pêkhatî xwest vê derbas bike yan jî xwest sosyalîzmê bê utopya û dilxweşî bihêle, mixabin encam bû hilweşîn. Ev dikare weke şêweyek jirêderxistinê ya berovajî cewhera bîrdoziya sosyalîstî jî bê hizirîn. Weke di her jirêderxistinê de heyî, di vir de jî nekarî xwe ji binkeftinê rizgar bike. Di Dîroka Bîrdoziya Sosyalîst De Qonaxên Girîng Niha em pirsên gelo pêdivî bi bîrdoziyek zanistî heye yan jî ma pêwîste bîrdoziyek zanistî be ronî bikin.
Hişê mirov her ku diçe bi zanist dibe. Lewra çawa ku di fîzîk û kîmyayê de yan jî di şaxên din de radeya zanistbûnê heye, di şaxên civakî de jî radeyek zanistbûnê heye. Lê belê çawa ku zanistê di mijarên qanûnên xwezayê yên bingehîn de xwe negihandibe xetek çar bi çar, zanista civakî jî hîn zêdetir îzafiye. Negengaze ku xwe bi temamî zanist bike. Ji ber civak bi xwe xwedî xisletek xeyalî ye. Tesewire, ruhe, ne gengaze ku ev bikeve nava şêweyek çar bi çar. Bi gelemperî mirov bi xwe ne hebûnek ku bi temamî weke zanist bê hilberandine. Ger bixwazin mirov wisa bigirin dest, dê rewşek weke faşîzmê xwestî tenê nijada Alman ava bike derbikeve holê, ev jî ya herî xeternake. Heta di sosyalîzmê de hinekê hat ceribandin û rûxandin ava kir. Faşîzm bîrdoziyek burjuva ya pir zû hatî rûxandine.
Ji ber ku sosyalîzma pêkhatî jî, sosyalîzmek jirêderketî bû hilweşiya. Xwestin di sosyalîzma pêkhatî de ferdê civakek bêruh û mekanîk kar dike ava bikin. Sosyalîzm di asta têgeh de, dikare weke rêbaza herî azad a pêwendiyên mirov ên bi civakê re bê pênasekirin. Li dijî çi tiştê ku ji rastiya civakê qute, jorî wê cîh digire, diçewsîne û mêtîngeriyê dike hebe derdikeve. Lê dema dibêje ez wisa bim jî, gotina; “Di civakê de neçare ku her tişt weke diranê şehekê bişibin hev” jî înkara pêşketina xwezayî ye. Ji ber ti pêşketina xwezayî ne wisa ye. Lewma ya herî rast tevlîbûna azade. Divê tevlîbûna civakî li gorî jêhatî û hewldanê be. Jixwe sosyalîzm jî wisa tê pênasekirin. Şûna vê tevlîbûna
birokratîk, tevlîbûna li gorî fermanê, ji berê ve weke “Du caran du dibe çar” tevlîbûnek kirin, ne li gorî xwezaya mirove. Jixwe di hilweşîna sosyalîzma pêkhatî de jî diyar bû ku ne li gorî xwezaya mirove. Di serdema koledarî û feodalî de yek kesî pir jorî civakê digirt, dixist şûna xweda. Niha jî dixe şûna karsazan. Xwedayên wisa çawa hatibin derbaskirin, karsaz jî tên derbaskirin. Bes di sosyalîzmê de mirov kirina mekanîk, bivê-nevê jirêderketineke, ne astek azadiyê ye. Bi gelemperî feraseta fikir, wekhevî û azadiyê ya bindestan di sedsala 19. de ji aliyê Marks-Engels ve hat pêşxistin û gihandin raveyek zanistî. Ev raveya zanistî ya sosyalîzmê ku Marks-Engels pêş xistî tevkariyeke û tiştên dayîn bidestxistin hene. Xeyala sosyalîst, kevneşopiyên sosyalîst û nexasim bi awayek bîrdozî digihînin raveyek zanistî. Ji bo cudabûna xwe ji yên din bidin diyarkirin jî, ji sosyalîzma xwe re dibêjin; “Zanistî.” Ev qonaxek girînge û biçûk nayê dîtin. Ji aliyekê ve bîrdoziya sosyalîzmê wisa zelal û bizanist dike, ji aliyek din ve jî xwestin vê birêxistin bikin. Lîga‟ya Komînîst Enternasyonalîsta Komînîst a 1. damezirand. Ev jî ber bi sendîkayên karkeran ve birin û hinekê jî zanebûn û rêxistin bi çîna karker dan bidestxistin. Lê mixabin nekarî tam bike desthilat. Komîna Parîsê ceribandinek bû, lê mixabin negihandin serkeftinê.
Li ser van tevan Lenîn sosyalîzm hinek din polîtîk kir û gavek pêşdetir avêt. Di şoreşa sosyalîst a di pêşengtiya Lenîn de ku weke “Ezmûna Bolşevîk” tê binavkirin, qonaxa pêşketina pratîk-polîtîka hebû. Tevkariya Lenîn a herî girîng ji sosyalîzmê re ew bi polîtîk kir. Ji bîrdozî ber bi polîtîkayê ve pêngavek mezin pêk anî. Weke tê
zanîn teoriya şoreşê ya Lenîn heye. Di teoriya şoreşa emperyalîst de, vegotina; “Ji xeleka herî lewaz şikandin” heye. Nirxandinên wî di derbarê partiya pêşeng û ya ku taktîka şerê partiya pêşenge raperîn û gêrîla de hene. Her wiha teoriya dîktatoriya proleterya jî mijara gotinê ye. Van hem bi têgeh dike, hem bibername dike û hem jî bi pêşengiya partiyê re birêxistin dike. Heta ev ber bi dewletbûnê ve jî bir. Di pêvajoyên pey wê re –nexasim di dema Stalîn de û peyre- ev weke şêweya pêşxistina dewletê saz kirin. Hemû tişta Stalîn kirî pêşxistina dewleta sosyalîst bû. Ev rewş ewqas hat pêşxistin ku yan jî ewqas yek alî hat destgirtin ku, hema hema bîrdozî di nava polîtîkayê de, heta di nava aboriyê de hat helandin. Weke hêza bîrdozî û dilxweşiyê partî di nava dewletê de tine bû û hat tinekirin. Ango dikare di nava partiyê de dewlet jî bê tinekirin. Bi Marks û Engels re pîvanên vê tên dayîn. Dewlet pêşî hewce ye, lê derketina ji dewletê jî hewce dike. Dîsa dibe ku partî ji holê rabe, lê piştî ku digihe armancên xwe radibe. Partî jî, dewlet jî armûrên pêvajoya derbasbûnê ne. Di ezmûna Sovyetê de partî rabû û bû dewlet. Bîrdozî ji holê rabû, xistin asta polîtîkaya hundur û polîtîkaya derve. Elbet bîrdozî wisa di nava polîtîkayê de helandin û tinekirin xeteriyên mezin dihewîne. Jixwe ev jî derket holê. Pergalek Sovyetê ya pir baş polîtîkbûyî û hêmanên partiyê, hêmanên dewletê, dîsa sekreteriya partiyê û hemû hêz di asta cîhanî de di destê xwe de girtin, rê ji paşketinek kapîtalîzmê wêdetir re vekir. Ev jî jirêderketine. Belê ji kur lê bê nêrîn bila be, pêdivî bi dewleta proleterya heye, lê dema partiyek xwe evqasî dike dewlet û berovajî sedemên hebûna xwe bikeve, ew jî jirêderketine. Vaye ev jî li Sovyetan kûr bû û di encamê de ber bi xetimandinê ve bir. Elbet xwezayî encama vê xetimandinê jî hilweşîne. Hêjî cîhan vê dijî. Dîmenek cîhana ku demekê weke pergala sosyalîst û pergala emperyalîst cihe bûyîn hebû. Hema hema heftî salî wisa hat nirxandin. Her wiha ev jî bi serdema şoreşên proleterya ve hat pênasekirin. Piştî hilweşîna ezmûna Sovyetê, tê dîtin ku ev têgeh jî hatine qedandin. Gotinên weke serdema şoreşên proleterya, têgeha dîktatoriya proleterya zêde nayên bikaranîn. Heta dewletên sosyalîzma
pêkhatî yên hatîn damezirandin hebûn û tê gotin ew jî hatine derbaskirin. Di roja me de rewşek nû ya derketî holê tê nîqaşkirin. Her çendî ji vê re “Serkeftina Kapîtalîzmê” bê gotin, ev ne kapîtalîzma di destpêka sedsalê de ye. Rewşek pir cuda ye û jixwe hewl tê dayîn jî bê fêmkirin.