NAVENDA NÛÇEYAN – Di 18’ê Cotmehê de Fermandariya Biryargeha Navenda Parastina Gel NPG’ê daxuyaniyek da û nasnameya 17 gerîlayên azadiyê ku bi çekên kîmyawî şehîd bûne ragihand.
Dewleta Tirk a dagirker-qirker ku li hember berxwedana gerîla bê çare maye, serî li rêbazên herî yên dij-mirovahiyê dide. Li dijî gerîla bi hezaran caran çekên kîmyawî bikar aniye û hîna jî bikartîne. Lê li beramberî wê berxwedana gerîlayên Apoyî ya ku destana tijî qehremanî dinivîse bê navber dewam dike.
Yek ji lehengên ku di nava vê berxwedana mezin û dîrokî de cihê xwe girtî şehîd Erdal Besta ye, ku nasnameya wî jî di 18’ê Cotmehê de hate eşkere kirin.
Di hin roprtajên ku berê bi şehîd Erdal Besta re hatiye girtin de, şehîd Erdal diyar dike ku plana tasfiyekirina gerîla ya bi êrîşên dagirkeriyê re bi berxwedana dîrokî ya gerîla hatiye pûç kirin û got; “Dijmin bi hemû çekên qedexekirî û bi seferberkirina hemû derfetên xwe dixwest encamekê bi dest bixe, lê bi saya berxwedana gerîla nekarî encamekê bi dest bixe.”
Heman demê de jî bal kişandibû ser berxwedana gerîla û gotibû; “Ji bo me şeref û serbilindiyek mezin e ku hevrêyên me bi gotina ‘berxwedan, berxwedan, berxwedan’ bersiv dan bangên dijmin ên teslîmiyetê. Dîroknivîsên me rêya serkeftinê nîşanî me dane. Salek li ser vê derbas bû, bi vê wesîleyê em soz didin hevrêyên xwe; weke şopdarên vê xetê em ê berxwedanê bigihînin serkeftinê.”
NPG’ê jî kesayeta şehîd Erdal Besta bi van gotinan pênase dike;
“Hevrê Erdal li Kobanê ya ku li dijî çeteyên DAÎŞ’ê têkoşîneke bê eman hate dayîn û rûpelek dîrokî ya nû li gelê me da qezenckirin hatiye dinê. Di nava malbatek girêdayî nirxên Têkoşîna Azadiyê mezin bûye. Di temenê biçûk de têkoşînê dinase. Hevrê Erdal ê di nava Şoreşa Azadiya Rojava de cih girt, xurtkirina têkoşînê û hedefa wî bûye dawîanîna dagirkeriyê. Hevrêyê me yê bi hemû hêza xwe tevlî şoreşê bû, kedeke mezin da, piştre berê xwe dide çiyayên Kurdistanê. Hevrê Erdal ê bi ezmûneke şer tevlî gerîla bû, bi sadebûna xwe û hevrêtiya xurt, di demeke kin de bi çiyan re bû yek.
Hevrêyê me yê ku hemû erkan bi cidiyetek mezin girt ser milê xwe, her erkê bi gihandina serketinê nêzîk bûye. Bi ezmûna xwe ya ji leşkerî girtî, bi perwerdehiya pisportiyê re kir yek, di taktîkên gerîlatiya dema nû re, bû pispor, bi pratîka xurt a nîşan da, bi lez bû fermandar, bû nûnerê xeta fermandariya ciwan a bersiva demê. Hevrêyê me demek dirêj di Pêngava Berxwedana Şoreşgerî ya Bazên Zagrosê de cih girt, di şerê çeper û dîsa tunelan de erkên xwe serketî bi cih anî. Hevrêyê me bi jiyana xurt a vîna Apoyî, tevlîbûn, meşa xeta partiyê, bi şerê li dijî dagirkeriyê re mîraseke mezin a têkoşînê hişt, mîsyona ku kete ser milan bû milîtaneke layîq.”