NAVENDA NÛÇEYAN – Rêber Kobanê li bajarê Kobanê ku keleha berxwedanê ya Rojavayê Kurdistanê ye, di malbateke welatparêz de ji dayik bû û mezin bû. Ji ber welatparêziya malbat û derdora xwe, di zarokatiya xwe de PKK’ê ji nêz ve nas kir. Di dema ku dijminê mirovahiyê DAÎŞ’ê bi desteka dewleta Tirk a qirker û faşîst êrîşî Rojavayê Kurdistanê kir û komkujiyên hovane pêk anî, ji bilî Hêzên Azadiya Kurdistanê ti hêzeke din a leşkerî nekarî li hemberî çeteyan li ber xwe bide. Ev yek li ser Rêber Kobanê gelekî bandor kiribû.
Şehîd Rêber Kobanê ku ji nêz ve şahidiya rastiya gelên berxwedêr a ku Rêbertiya me afirandiye, Felsefeya Rêbertiyê hîn bêhtir meraq dike û ji nêz ve nas dike. Wê demê jî pê hesiyan ku yên li hemberî çeteyên DAÎŞ’ê şer dikin, di rastiyê de ji çend kesan wêdetir, hêzeke berxwedêre ku xwe li dora îdeolojiyê ji nû ve diafirîne û biryar dan ku li derveyî vê têkoşîna pîroz nemînin. Rêber Kobanê ku di gelek şeran de li dijî êrîşên DAÎŞ’ê cih girt, bi fedekariyeke mezin cihê xwe di çeperan de girt. Ji roja ewil ve tevlîbûneke dilnizim hebû û bi van taybetiyên xwe ji aliyê hevrêyên xwe ve dihat hezkirin û rêzgirtin. Rêber Kobanê ji feraseta hevrêtiya PKK’ê û nêzîkatiya hevrêyên xwe ya ji hev re û xwazayê re gelek bandor bû.
Rêber Kobanê ê ku di zane ku hevrêtiya di nava PKK’ê de bi yekitiya armancê bi meşa serketinê ve dibe, heta kêliya ku gihişt şehadetê li gorî vê esasê di jiyanê de û di şer de tevgeriya. Şehîd Rêber Kobanê ê ku her tim armanca Rêbertiya Azad, Kurdistana Azad aniye ziman û li ser vê armancê rawestiyaye, jiyana xwe li gorî vê armancê diyar kiriye, di şerê azadiyê de bi hevrêyên xwe re, gelê Kurd gavekê nêzî serkeftinê kiriye. Rêber Kobanê ya ku ji roja 14’ê Nîsanê ve ku operasyonên dagirkeriyê dest pê kirine, li eniya şer bi dijmin re rû bi rû maye û derbeyên ewil li dijmin xistiye. Bi îrade û wêrekiya xwe ya di şer de û her wiha bi fedekarî xwe ya di jiyanê de kesayetek ku ji aliyê hevrêyên xwe ve weke mînak bê girtin, afirand. Fedekarî û lehengiya mezin a Şehîd Rêber Kobanê wê ji bo me tevahî gerîlayan bibe pêşengê herî mezin.