BEHDÎNAN – Bi wesîleya salvegera 45’emîn a PKK’ê, Endamê Komîteya Bîr û Baweriyan a PKK’ê Cîhan Eren ji ANF’ê re axivî û nirxandinên girîng kir.
Eren diyar kir ew dikevin 45’emîn a têkoşîna PKK’ê û got “Ez vê rojê di serî de di şexsê malbatên şehîdên me de li Rêber Apo, li hevrêyên girtî û li gelê me û li dostên Kurdistanê pîroz dikim. Ez di şexsê fermandar û şervanên HPG û YJA-Starê de 45’emîn salvegera partiya me li hemû hevrêyan pîroz dikim. Ez di şexsê hevrê Hakî Karer û Sara de hemû hevrêyên şehîd bi bîr tînim û soza xwe ya dilsoziyê dubare dikim. Şehîdên me çavkaniya hişmendiya me ne. Ew pêşengên ku rê nîşanî me dan ku em ji her cure serdestî û koletiyê rizgar bibin.
Felsefe û îdeolojiya Rêber Apo mohra xwe li 50 salên dawî yên têkoşîna azadî û wekheviyê ya gelê Kurdistanê da. Bêguman di sedsala borî de helwestên welatparêzî û olî derketine. Lê belê nayê înkarkirin ku PKK yekane tevgera ku herî zêde bandorê li gelê Kurd dike, çar parçeyên Kurdistanê di heman pozîsyonê de li hemberî dijmin şer dike û yekîtiya xwe ava dike. Gelê Kurd sed sal in li dijî netew-dewletên olî, mezhebî û nijadperestan li ber xwe dide. Ji ber ku di serdemeke ku prensîba ‘her gel xwedî dîrok û welatekî ye, her gel xwedî mafê rêveberiyê ye’ rast tê qebûlkirin, Kurd hatin înkarkirin, cih û warên wan hatin paşguhkirin. Hêzên bi pêşengiya dewleta Tirk li dijî gelê Kurd qirkirin pêk anîn. Ev qirkirin di serî de di qada çandî de hê jî didome. Li vir Kurd sed sal in li dijî vê qirkirinê li ber xwe didin, li Metîna, Zap, Avaşînê ku keç û kurên wan ên ciwan bi fedakarî li ber xwe didin. Kurd bi gavên xurt ber bi serketineke mezin a ku bandorê li dîroka mirovahiyê dike, dikevin sala 45’emîn a partiyê. Ez hevrêyên ku di vî şerî de şehîd bûne bi rêzdarî û minetdarî bi bîr tînim.”
PKK JI BO CIVAKA KURDISTANÊ BÛYE FERASET Û EXLAQÊ AZADIYÊ
Eren bal kişand ser vî tiştî ku fikra Rêber Apo dîrok û civakê gelê Kurd bi dîroka wê re anî cem hev û got “Wî nasnameya xwe daye vîna jiyana bi îrade. Feraset û exlaq daye gelê Kurd ku ji bo welat, nirx, rûmet û pêşeroja xwe têbikoşe û ji bilî jiyana azad jiyaneke din qebûl neke. Di vî warî de PKK ji bo civaka Kurdistanê bûye feraset û exlaqê azadiyê. Ji slogana ‘PKK gel e’ jî tê fêmkirin di navbera PKK û Kurdan de yekitiya ruhî pêk hatiye. Kurdan bi PKK’ê re dest bi pêvajoya xwebûnê kirin. PKK’ê Kurd kiriye gelê ku ji bo xwe dijî, xebat û têkoşînê dike. PKK’ê ew hest û raman daye Kurdan ku heq û xeletiyê, welatparêzî û xiyanetê ji hev cuda bike.”
Endamê Komîteya Bîr û Baweriyan a PKK’ê Cîhan Eren diyar kir ku qirkirina çandî hê jî didome û got “ Qirkirina çandî demeke dirêj dewam dike, ger bi têkoşînê neyê astengkirin wê ji qirkirina fizîkî xeteretir encamên wê derkeve holê. Ji ber ku bêtir wêranker e; xerabtir, avahîya civakî xera dike. Qirkirina çandî hemû aliyên jiyanê dike hedef. Ji hest heta ramanê, ji olê heta ziman, ji çandê heta hunerê her tişt di hedefa qirkirina çandî ye. Ev êrîş encax bi şerkirina li eniyeke pir berfireh, ji axaftina bi zimanê çend peyvan bigire heta lêdana li dijmin dikare bê şikandin.
Divê Kurd zanibin ku li hemberî qirkirina çandî bi hişmendiya azadîxwaziya demokratîk a îroyîn re, bi qasî ziman û dewlemendiya çandî, bîra xwe ya olî ya kûr a rabirdûya xwe nûjen bikin, wê li hemberî qirkirina çandî jî bi ser bikevin. Divê her ferdekî Kurd dîroka xwe ya olî bixwîne û fêr bibe. Divê divê li hemberî faşîzma Tirk-Îslamê her Kurdek bibe têkoşerekî şerê gel ê şoreşgerî.”
Eren diyar kir ku divê gelê Kurd di hucreyên xwe de hîs bikin û jê fêr bibin ev e ku qirkerên mêtinger nirxên me yên dîrokî û civakî li dijî me wekî çekê bi kar tînin û got “Gelek derdor û hêz, bi taybetî jî mêtingerî û qirkeriya dewleta Tirk, bi piranî nirxên me yên olî û baweriyan bi kar tînin. Mînak bi Elewîtiyê re ku bi xwe bawerî û nasnameyeke Kurdewarî ye, dibêjin ku Elewiyên Kurd bi eslê xwe Tirk in. Îro hinek Kurdên Misilman bûne dijminê gelê xwe. Va ye qatilên duh, îro HUDA-PAR’î. Rewşa hinek ji malbata Barzanî yên xwedî mezheb diyar e. Xwedê, pêxember û Quran qet ji devê cerdevanan nakeve. Mixabin beşek ji Kurdan ku ol û baweriya xwe bi pere, mal û meqamê xwe difroşin çêbûye. Kurd di warê ol û baweriyê de gelên xwedî nirxên kevnar in. Di hişê Kurdan de kesek dîndar be yan jî bibêje ez dîndar im ew kes baş û rast e. Ev hişmendiyeke qedîm e ku beriya Îslamiyetê di Kurdan de pêk hatiye û veguheriye taybetmendiyeke kesayetiyê. Mêtinger ev taybetmendiya Kurdan li dijî Kurdan bi kar anîn. Hêza herî dawî ya êrîşkar û mêtinger a ku bi îdiaya baweriya xwe bi olê xwest Kurdan bixapîne, AKP ya rejîma Tirk-Îslam bû.”
RÊBER APO JI BO MIROVAYETIYÊ XIZMETEKE BAŞ KIRIYE
Eren diyar kir Rêberê Gelan Abdullah Ocalan ji bo mirovayetiyê xizmeteke baş kiriye û îdeolojiya azadiya jinê ava kiriye. Eren got “Tehlîlkirina Rêbertiya me ya girêdana organîk a civak, bawerî, exlaq, demokrasî û azadiyê wê di nava gelan de bibe sedema şoreşa ferasetê. Wê gelek dogmayên pûtperest bişkîne. Rêber Apo di warê exlaqî de polîtîkayek weke hişmendî û baweriya baş zanî, di guhertin û veguhertina civakî de nirxa diyarker a bingehîn û di nava başan de bijartina ya herî baş diyar kiriye. Di vê tesbîtkirinê de danasîna olê weke nirxeke sosyolojîk, dîrokî û civakî, rêbaza naskirin û lêgerîna heqîqetê xwedî roleke mezin e.
Em dizanin ku Rêbertiya me bi taybetî ji sala 1994an vir ve li ser olê analîzên kûr kirine. Rêbertî ji bo şehîd mele Evdirehmanê Timoqî gotibû ‘Pîrê ku li Kurdistanê herî zêde jê hez dikim’. Rêbertî qîmeteke mezin dida alim û aqilmendên Kurd. Dema êrîşên DAIŞ’ê hate destpêkirin, Kongreya Îslama Demokratîk pêşniyaz kir. Kurd û gelên din ên Misilman li hember îstîsmara olî ya faşîst û nijadperest hişyar kir û bi nêrînên xwe rê nîşan da. Em dikarin bi hêsanî diyar bikin ku di navbera Rêbertî û seydayên Kurd de hest û girêdanek pir taybet heye. Seydayên me baş dizanin ku Rêber Apo çi dike, mirovekî çawa ye û di wê baweriyê de ne ku xizmeteke mezin ji nirxên Îslama demokratîk re kiriye.
Ne tenê Misilman, Kurdên Êzidî, Elewî û Yarsan û Kakayî jî dizanin ku Rêbertiya me qîmetê dide baweriyên wan û ji kûr ve têdigihîje. Rêbertiya me di salên 1970’yî de digot, ‘Dema min Dêrsim dît, îradeya min a têkoşîna ji bo Kurdistanê zelaltir û teqeztir bû.’ Di şert û mercên Îmraliyê de jî gelek caran Êzidî hişyar kir û bi parvekirina nêrîn û pêşniyazên xwe nîşan da ku çiqas hestiyar e. Silavên Yarsanan jê re şandibûn bêbersiv nehişt û diyar kir ku divê ew baweriya xwe ya kevnar biparêzin û ew kombûna herî dewlemend a Kurdayetiyê ne. Nêrînên ku Rêbertiya me ji salên nodî ve kûr kir û bi paradîgmaya xwe ya nû zelal kir, ji aliyê gelê Kurd ve rastî eleqeyeke mezin hat. Gelê me bi van ramanan xwe perwerde dike. Ev fikir û îradeya hanê dihêle ku Kurd li ser bingehek rast û exlaqî bi baweriyên xwe bicivin.”
DAGIRKER RASTIYAN BEREVAJÎ DIKIN
Desthilatdarên Tirk bi Kurdên ku bi giranî Misilman bûn, Tirkmen-Tirk bi Kurdên Yarsan-Kakaî û Elewiyên Rêya Heq re têkilî danîbûn. Wek mînak Şêx Edebalî di damezrandina Împaratoriya Osmanî de, Mola Goranî û Akşemseddîn di qonaxa împaratoriyê de mînakên Kurdên alim in yên ku têkiliyê wan bi Osmaniyan re hene. Dema Yavuz xelîfetî desteser kir, têkiliya Kurd û Osmaniyan wek gel pêş ket. Babaîzm û Bektaşîzma ku bi rêya ‘Vefailik’ê di çarçoveya têkiliyên gelan de pêş ketiye, veguherîn û bandora baweriya Yarsan-Rêya Heq Elewî ya li ser Tirkmenan e. Sunnîtiya di nav Tirkmen-Tirkên Misilman de jî bi giranî di bin bandora Kurdan de ma. Mezheba Henefî mezhebeke Kurd-Faris e. Naqşîbendî û ‘Nûrcîtî’ di Tirkan de li ser şîroveyên ku ji alîyê zanyarên Kurd ve hatine çêkirin, ava bûne. Ahmet Yesevî ji aliyê zanayê mezin Yûsif Hemedanî ku tê gotin Kurd e, hatiye perwerdekirin. Mewlana û Şems ji kevneşopiya olî ya Kurdan rabûne. Rastî ev e. Faşîstên senteza Tirk-îslam û nijadperestên laîk van rastiyan baş dizanin. Ji pirtûkên dibistanan hevoka ‘Kesên ku piştî Ereban bûne Misilman hevrêyên wan Kurd in’ hatiye derxistin. Digel ku gelek pirtûkên ku li ser mijarên Îslamê û dîrokê hatin wergerandin bo Tirkî jî derket holê ku wan navên Kurd û Kurdistanê xera kirine yan jî xelet nivîsandine. Herdu klîkên faşîst jî di serî de dixwazin rastiya dîrokî ya kevneşopiya olî ya Kurdan berovajî bikin.
Desthilatdarên Tirk ên laîk ên ku xwe pêşverû, çep, demokrat û Kemalîst bi nav dikin, Kurdên Misilman paşverû dibînin. Kurdên Elewî wek Tirkmenên Xorasanê dihesibînin. Di vê nuqteyê de ya esasî ya ku divê bê kirin bi lez û bez yekbûna şoreşger, demokrat, welatparêz û oldarên xwedî wijdan û exlaqê her du gelan e. Mezinkirina Tifaqa Ked û Azadiyê ye ku weke platforma têkoşîna hevpar hatiye avakirin. Ev tifaq wê hem ji bo gelê Tirkmen-Tirk û hem jî pêşeroja Kurdan misoger bike.”
Eren diyar kir ku Erdogan û AKP bi argumanên olî dixwazin xwe bi Kurdan bidin qebûlkirin û got “Bi Qurana bi Kurdî daketin nav Kurdan. Piştre berê DAÎŞ’ê da ser Kurdan. Nekarî encamê bistîne vê carê bi pêşengiya Diyanetê wî bi xwe êrîş kir. Kurd qetil kir. Di dema berxwedana Xwerêveberiyê de bi ayetan ciwanên Kurd bi saxî şewitandin. Di dema dagirkeriya li ser Efrînê de li nod hezar mizgeftan sela da xwendin. Li Bakurê Kurdistanê li her kolanê qurseke Quranê û li her taxekê medreseyek ava kirine. Dewleta Tirk a dagirker vê carê Başûr û Bakur bi piştgiriya pereyî ya Barzaniyan, xist bin xizmeta HUDA-PAR’ê. Qaşo hin Îslamîstên Kurd in, lê têkilî bi MÎT’ê re danîne. MÎT dixwaze van derdoran li dijî PKK û gelê Kurd bi kar bîne. Dixwazin Hewlêrê bikin navenda Kurdbûneke wisa. Gelo tê xwestin li ser fikra MÎT’ê û pereyên Barzaniyan DAÎŞ an jî Hamaseke Kurdan were avakirin? Li hemberî tevgera azadiyê ya Kurdistanê wê Kurdbûn gelo vê carê bi rêya MÎT û Barzaniyan têkeve dewrê? Ji ber ku ev karên qirêj li Hewlêrê tê kirin gelo DYE jî di nav vî karî de heye. Divê ev tişt baş were fêmkirin.
EM BI CIVAKA XWE YA ÊZIDÎ RE NE
Em dizanin ku kîneke taybet a Barzaniyan li dijî Êzidiyan heye. Çend roj beriya Komkujiya Şengalê ya 3’ê Tebaxa 2014’an, min li Mexmûrê gotina yek ji zilamên taybet ên Barzanîyan bihîstibû, digot ‘Hêzên me naxwazin ji bo Êzidiyan şer bikin, naxwazin bimirin.’ Weke ku hûn jî dizanin Barzanî û hinek berpirsên PDK’ê jî di komkujiya Êzdî de, çawa ku di komkujiya gerîla ya bi çekên kîmyewî de bûn, di heman demê de hevparê komkujiya Êzdî ne. Yên Êzidî ji Kurdistanê revand jî PDK ye. Bi MÎT’ê re vê yekê dike. Êzidiyan di kampan de dîl digirin. Îradeya Êzidiyan tê şikandin û dixwazin teslîm bibin. Naxwazin Êzidî û Kurd li parêzgeha Mûsilê bimînin. KDP ji bo vê plana emperyalîst a Tirk, bi bêrûmetî xizmetê dike. Bila rêxistinên serbixwe hejmara Kurdên Mûsilê yên berî êrîşa DAÎŞê û piştî êrişa DAÎŞ’ê lêkolîn bikin, wê rastî derkeve holê. Em KCK em ê li dijî vê êrîşa qirkirinê li cem gelê xwe yê Êzidî bin. Ji bo ku Êzidî li xaka xwe xweser bijîn, em ê bi hemû hêza xwe piştgiriyê bidin. Her wiha Kurdistaniyên Êzidî û Xiristiyan ên dixwazin vegerin gundên xwe yên li Bakur ji aliyê cerdevanên bi peymana MÎT’ê ve tên qetilkirin. Divê were zanîn ev êrîş di çarçoveya stratejiyeke diyarkirî de tên kirin.
HETA FAŞÎZM NEYÊ ŞIKANDIN WÊ TU PIRSGIRÊK ÇARESER NEBE
Her wiha li dijî Elewiyên Kurd ên Rêya Heq û Elewiyên Tirkmen û Ereb jî êrîşeke dijwar tê kirin. Weke tevger me her tim gotiye ku Elewî di bin xeter û metirsiyeke mezin de ne. Her wiha me destnîşan kir ku têkoşîna Elewiyan a di nava yekîtiyê de girîng e. Em her tim dibêjin, heta ku faşîzma olî ya senteza Tirk-Îslam neyê tunekirin, pirsgirêka Elewiyan çareser nabe û nasnameya olî ya Elewîtiyê nayê naskirin, pirsgirêka Kurd wê çareser nabe.”
Eren dawî de bang li hemû bîr û baweriyên li Kurdistanê kir û got “Em bawer in Misilman, Êzidî, Yarsan, Kakaî, Elewî Kurdistaniyên ji her baweriyê di sala nû ya têkoşînê de wê li gorî berpirsyariyên xwe yên neteweyî, wijdanî û exlaqî tevbigerin û bi tarza şerê gel ê şoreşgerî wê ji her demê zêdetir xurttir bin û xwedî li nasname û nirxên xwe derkevin. Di sala 45’emîn a têkoşîna me de, em mecbûr in ku peywir û berpirsyariyên xwe yên ji bo avakirina jiyana azad û demokratîk bi cih bînin.”