SILÊMANÎ – Îro komeke ciwan di nava bajarê Silêmaniyê de, li dijî êrîşên dagirkeriyê yên bi çekên kîmyawî li dijî gerîlayên azadiya Kurdistanê, belavok belav kirin.
Di nava belavokê de, wêneyên gerîlayên bi çekên kîmyawî şehîd bûne ku NPG’ê di 18’ê Cotmehê de nasnameya wan ragihandî hebû.
Belav bi sernivîsa “Gerîla Tenê Nehêle” hatibû amade kirin. Naveroka wê jî derbarê bikaranîna çekên kîmyawî ji aliyê dewleta Tirk a dagirker ve li dijî gerîlayên azadiyê. Her wiha di belavokê de bang li ciwan û tevahî welatiyan hatiye kirin ku li dijî van êrîşên çekên kîmyawî bê deng nemînin û helwestên xwe nîşan bidin.