TEBQA– Di çarçoveya çalakiyên Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê ya şaxê Tebqayê de, bi sedan kes daketin qadan û banga azadiya fîzîkî ya rêber Abdullah Ocalan kirin.
Di meşê de pankartên “Teqez em ê bi ser kevin” û “Azadiya fîzîkî ya rêber Abdullah Ocalan daxwaza me ya sereke ye” hatin vekirin.
Meş ji ber avahiya Meclisa Malbatên Şehîdan a naverasta bajar ber bi goristana şehîdan li rojavayê bajar ve dest pê kir. Di meşê de dirûşmên silavkirina berxwedana rêber Ocalan û gerîla û şermezarkirina sûcên dewleta Tirk a dagirker hatin berzkirin.
Li goristanê şehîdan deqeyeke rê hat girtin. Piştre endama Komîteya Ciwanan a Meclisa Malbatên Şehîdan a Tebqayê Ayat Hebal daxuyaniyek xwend.
Di daxuyaniyê de hate gotin: “Dem hatiye ku ciwanên malbatên şehîdan gotina xwe bêjin; tarî çiqas dirêj dirêj bike wê tîrêjên azadiyê derdikevin û cîhanê ronî bikin. Em ê rêya xilasiyê ji cîhanê re xêz bikin û derseke têkoşîna bidin da ku bighêjin azadiya xwe. Em berhemên fikirê rêberê mirovahiyê Abdullah Ocalan in, em qebûl nakin ku rêberê me li cem dewletekê be ku mirovahiyê nas nake.
Em li vir kom bûne da ku ji cîhanê re bêjin ku azadiya fîzîkî ya rêbertî daxwaza me ya sereke ye. Em ê tê bikoşin û şer bikin heta ku vê daxwazê bi cih bînin. Em ê xeta rêbertiyê dewam bikin û bi fîzîkî azad bikin da ku di nav xezim û gelê xwe de be. Em ê vê armancê deynin pêşiya xwe ku dibêje, me bi ciwanan dest pê kir, em ê bi ciwanan bi ser bikevin. Em ê xaka xwe û rêberê xwe azad bikin û ji tevahî cîhanê re awaza azadiya sor bistirên.”