QAMIŞLO- Yekitiya Jinên Ciwan a Tirbespiyê ya Qamişloyê bi çalakiyekê 17 gerîlayên di Îlon û Cotmehê de di encama êrişa kîmyewî ya dewleta Tirk a dagirker li dijî Herêmên Parastinê yên Medyayê de şehîd bûbûn, bi bîr anîn.
Çalakî li hola dibistana Şehîd Cahîde Ronak a li Tibespiyê bi beşdariya endamên jinên ciwan hate lidarxistin. Tê de wêneyên 17 gerîlayên di êrişa kîmyewî de şehîd bûbûn û wêneyên şehîdên tevgera rizgariya Kurdistanê hatin pêşandan
Di çalakiyê de sînevîzyonek li ser berxedana jinan di tevgera rizgariya Kurdistanê de û têkoşîna wan a beriya 30 salî ji bo mirovahî û jinan de ku heta roja îro dewam dike hate pêşandan. Her wiha hin dîmenên gerîla yên li hember dagirkeriya Tirk li ber xwe didin jî hatin pêşandan.
Çalakî bi diruşmên silavkirina berxwedana jinan bi dawî bû.