NAVENDA NÛÇEYAN- Endamên Tevgera Ciwanên Şoreşger (TCŞ) û Jinên Ciwan ên Têkoşer (TêkoJIN), banga tevlêbûna meşa ku wê 12’ê Mijdarê li Dusseldorfê li dijî êrîşên bi çekên kîmyewî yên dewleta Tirk bê lidarxistin kir.
Banga TCŞ’ê û TêkoJIN’ê ya ji bo çalakiyê wiha ye:
“Merheleya dawîn a stratejiya nehiştina tu tiştekî ji Kurdan re ya artêşa dagirker û NATO’yê ye.
Sûcên li dijî mirovahiyê bi pergala êşkenceyê li Îmraliyê li dijî Rêbertiya me û bi çekên kîmyewî li dijî Gerîlayên Azadiya Kurdistanê di çarçoveya vê stratejiyê de berdewam in. NATO, artêşa Tirk a qirker, mêtinger û faşîst û PDK, rêvebirên hevpar ên van stratejiyan in.
Dewleta Tirk bi rêya hin saziyên qaşo navneteweyî yên wek OPCW, CPT û WHO’yê hewil dide ku sextekariya xwe bi hemû mirovahiyê bide qebûlkirin. 8 meh in dewleta Tirk a faşîst a qirker bi çekên kîmyewî yên bi her awayî ku xwedêgiravî li hemû cîhanê hatine qedexekirin êrîşê gerîla dike.
DEMA RABÛNA SER PÊYAN E
Kêr gihîştiye hestî. Dem ne dema kirina gotinên mezin, şermezarkirin û acizbûna bi wijdanî ye. Dem, dema rabûna ser pêyan e.
Em ê tevî xiyanet, hevkarî, helwest û feraseta li dijî mirovahiyê, li meşa heqîqet û azadiyê ku me 50 sal berê dest pê kiriye û ji wê boneyê bi hezaran bedel dane, heta tacîdarkirina bi serkeftinê dewam bikin.
12 MIJDARÊ EM JIYANÊ RAWESTÎNIN
Em TCŞ û TêkoJIN, bang li hemû ciwanên Ewropayê dikin ku tev li vê mêşa ku wê 12’ê Mijdarê li bajarê Dusseldorf ê Elmanyayê ji du aliyan ve bê kirin, bi awayê Sara û Rûkenê, bi ruhê 17 gerîlayên bi çekên kîmyewî şehîd bûn, bibin. Li dijî konsepta tunekirinê ya bi giştî bi biryardariya berxwedana bênavber û serkeftinê bi ciwanên Ewropayê re li qadan cîhanê bê nefes bihêlin û ji bo bibin nefes ji gerîla re em 12’ê Mijdarê jiyanê rawestînin.“