ATÎNA- Kurdistaniyên li paytexta Yewnanistan Atînayê dijîn bi pêşengiya Tevgera Ciwanên Şoreşger (TCŞ) û Navenda Çanda Kurd, li dijî êrîşên bi çekên kîmyewî yên dewleta Tirk a dagirker daketin qadan. Di çarçoveya çalakiyê de belavok hatin belavkirin û êrîşên bi çekên kîmyewî yên dewleta Tirk a dagirker hatin teşîrkirin.
Di çalakiyê de dirûşmeyên “Bijî Serok Apo”, “Em ê bêyî Ocalan, cîhanê bi serê we de hilweşînin”, “Kujer Erdogan”, “Terorîst Erdogan ji Kurdistanê bicehime”, “Dewleta Tirk a terorîst” û “Bijî berxwedana gerîla” hatin berzkirin.
Çalakî bi berzkirina dirûşmeyên li dijî dewleta Tirk a faşîst û belavkirina belavokan, bi dawî bû.