KOBANÊ- Bi sedan ciwanên Meclîsa Malbatên Şehîdan a Kobanê bi dirûşmeya “OPCW dema kîmyewî tê bikaranîn bi erkê xwe radibe, lê dema ku li dijî Kurdan tê bikaranîn bê deng dimîne” daketin qadan. Ciwanan êrîşên kîmyewî yên dewleta Tirk a dagirker ên li ser gerîla û tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan şermezar kirin.
Meş ji pira Qereqozaq ber bi Parka Abdullah Ocalan ve destpê kir.
Li Parka Abdullah Ocalan ji bo bîranîna şehîdên azadiyê deqeyeke rêz hat girtin. Piştre qeyda dengê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hat guhdarkirin ku behsa siyasetên pergalên faşîst ên li ser gelan û rola gerîla û ciwanan di şerê li Kurdistanê de dike.
Her wiha endamê rêveber ê Komîteya Ciwanan a Meclîsa Malbatên Şehîdan a Herêma Firatê Hecî Agasî axivî û got: “Ciwanên Meclîsa Malbatên Şehîdan wê nesekinin heta ku azadiya fîzîkî ya Rêber Ocalan mîsoger bikin. Li hemberî dewleta Tirk a faşîst wê têkoşînê xurt bikin û ji pêkanîna armancên xwe gav paşde navêjin. Em ciwanên Meclîsa Malbatên Şehîdan ji îro ve seferberiya giştî radigihînin. Em ê têkoşînê geş bikin û tevlî berxwedana gerîla bibin û çalakiyan li dar bixin heta ku azadiya fîzîkî ya Rêber Ocalan mîsoger bikin.”
Çalakî bi berzkirina dirûşmeyên “Bê Serok jiyan nabe” bi dawî bû.