KOBANÊ-Yekîtiya Jinên Ciwan bi merasîmekê 3 jinên ciwan ên şoreşger şehîd Nûjiyan Ocalan, Viyan Kobanê û Rojîn Ehmed ên di êrîşa balafrên Tirk de şehîd bûbûn bibîr anîn. Merasîma bîranînê li cihê lê şehîd bûbûn hate kirin.
Dewleta Tirk a dagirker 25’ê Kanûna 2021’ê bi balafiran bombe li maleke sivîl a li Kobanê barandibû û di encamê de 6 endamên Tevgera Ciwanên Şoreşger û Yekîtiya Jin ên Ciwan şehîd ketibûn.
Bi tevlîbûna dehan jinên ciwan merasîm bi deqeyek rêzgirtinê destpê kir.
Li vir mûm hatin pêxistin û piştre li ser navê ciwanan Zîn Kobanê axivî. Kobanê bal kişand ser êrîşên dagirkeriyê û taybet hedefkirina jinan. Her wiha Kobanê soza tolhildan û şopandina rêya şehîdan dubare kir.
Bîranîn bi dirûşma ‘Çerxa Şoreşê’ bi dawî bû.