NAVENDA NÛÇEYAN- Daîreya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê der barê teqîna li Stenbolê û îdiayên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî saziyên leşkerî yên Rêveberiya Xweser de daxuyaniyek da.
Daxuyanî wiha ye: “Di çarçoveya kiryarên xapandinê yên ku dewleta Tirk a dagirker û îstixbarata wê pêk tînin de, dewleta Tirk a dagirker îdia û sînaryoyên nerast ji bo xapandina raya giştî û ya Tirkî derdixe hole. Ev senaryo bi temamî dûrî rastiyê ye. Em teqîna terorîst a ku li Stenbolê rû daye û di encamê de sivîl bûne qurban şermezar dikin. Piştî bûyerê dewleta Tirk a dagirker û îstixbarata wê îdia kirin ku têkiliya Rêveberiya Xweser û saziyên wê yên leşkerî bi wê bûyerê re heye. Ev îdiayên dagirkeriya Tirk bi wê armancê ne ku bihaneyan ji bo ku şerê me bike derxe û aramiya herêmên me têk bibe.
Di heman demê de em van îdiayan red dikin û dibêjin tu têkiliyên me û saziyên me bi bûyera li Stenbolê re tune ne. Ev îdiayên Tirkiyê şanoyeke dûrî rastiyê ne, ku hewl dide bi wan îdiayan rastiyê veşêre. Her wiha em teqez dikin ku tu belgeyên “Ehlam Beşîr” li cem me tune ne û em banga destpêkirina lêpirsînekê der barê vê bûyerê de dikin ku komîteyên bêalî û navneteweyî li ser lêpirsînê bisekinin û encaman ji raya giştî û Tirkî re eşkere bikin. Her wiha em bang li raya giştî dikin ku ji van derew û îdiayan bawer nekin ji ber ku armanca dagirkeriya Tirk ew e ku kirîza xwe ya hundirîn veşêre û berê raya giştî bide plan û projeyên nerast. Divê Tirkiyê li siyasetên xwe vegere ji ber ku rêjîma wê destek daye terorîst û çeteyan û heta niha bi wan re têkildar e.”